´Dixwazin rojeva tecrîdê serobin bikin´
'Bi nameyekî nediyar dixwazin rojeva tecrîdê serobin bikin'
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica anî ziman ku di medyayê de tê angaştkirin ku muwekîlên wan nameyek ji wezareta dadê re şandiye û diyar kir ku medya bi vê angaştê dixwaze tecrît rewa bike û rojeva tecrîdê biçepîne. Sarica wiha got: "Tê him şert û mercên tecrîda giran ku gihaştiye îşkenceyê venebêje, him bêhiqûqiyên di hevdîtina parêzer-muwekîl de tê jiyandin nebêje û him jî beyî ku van pêkanînên hukumetê bibîne, derbarî nameyekî nediyar nûçeyên bi vî rengî çê bike. Ev, nûçeyên ku pêvajo û rojevê diçepîne û tecrîdê rewa dike, ne."
Hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzer û xizmên xwe ji roja 27'ê Tîrmehê 2011'an û pê ve bi hincetên cur bi cur tê astengkirin. Derbarê 5 girtiyên din ên ku li Girtîgeha Îmraliyê ya tecrîtekî giran û dijwar li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, tu agahî nayê girtin. Di demên dawî de medyayên ku nêzî MHP û CHP'ê ne pirsa "Ocalan li ku ye?" tê pirsîn û li ser vê yekê nîqaşek hatiye destpêkirin. Li gorî nûçeya Rojnameya Mîlliyetê burokratên Wezareta Dadê derbarî nîqaşan gotine, "Ocalan hîn jî li Îmraliyê ye. Heke biryarekî cuda jî neyê girtin dê li vir bimîne. Pêkanîna astengkirina hevdîtîna bi parêzeran jî didome. Çavkaniya angaştan çi ye em nizanin" û angaştan derewandine. Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn gotibû "kesên ku bawer nakin Ocalan li Îmraliyê ye, bila biçin binêrin." Vê hefteyê jî nîqaş li ser angaştekî din meşiya. Tê angaştkirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek ji Wezareta Dadê nivîsandiye. Ji parêzerên Ocalan Prz. Rezan Sarica der barê van nîqaşan de ji DÎHA'yê axivî û diyar kir ku nûçeyên ku tên çêkirin bi armanca rojevê biçepînin tên çêkirin.
'Nûçe bi zanebûn di medyayê de cih digirin'
Sarica da zanîn ku di nûçeyên ku dixwînin derbarî muwekîlên wan de nûçeyên pir girîng û cidî tê nivîsandin û wiha got: "Tê angaştkirin ku çavkaniya van nûçeyan nameyekî ku ji Wezareta Dadê hatiye şandin e. Nameyek wisa heye an tune ye em nizanin. Lê em bawer dikin ku naveroka nûçeyên ku bi angaşta nameyek wisa heye tê çêkirin ne rast in. Di 3'ê Sibatê 2012'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji me re bi nivîsa destê xwe nameyek şand. Dema mirov naveroka wê nameyê dibîne, nameya ku di medyayê de tê bikaranîn ne rast dike. Li vir vîna muwekîlên me şaş tê nîşandayîn. Ev nûçeyên ku tên çêkirin bi zanebûn û bi qest tê çêkirin. Li ser Birêz Ocalan ku ji sala 1999'an û heta niha li Îmraliyê tê girtin tecrîdekî pir giran tê meşandin. Ev nûçe tevahî bi qest in. Bi vê yekê dixwazin tecrîdê rewa nîşan bidin. Bi van nûçeyan piştgirî didin pêkanîna dij-hiqûqî yên hikûmetê."
'Birêz Ocalan nabêje min tecrîd bikin'
Sarica diyar kir ku ew nameya ku Ocalan ji wan re rêkiriye esas digirin û got; "Mûwekîlê me ji me nameyek rêkir. Di nameyê de gelek xalên ku ronî dikirin hebû. Di her hevdîtineke mûwekîlê me yê bi parezêrên wî de wezareta edaletê keseke rayedar birê dikir û wî kesî hevdîtin guhdar û temaşe dikir. Mûwekîlê me vê pêkanînê wekî pêkanîneke der-hiqûqî dinirxîne. Ji ber ku hemû hevdîtinên parêzer û mûwekîl veşartî ne. Yek ji lingên mafên darizandina adilane û mafê parastinê jî hevdîtinên parêzer û mûwekîl in. Nepenîtiya van hevdîtinan esas e. Di nameyê de birêz Ocalan li hemberî vê yekê bertek nîşan dide. Ji sala 2005'an heta niha hevdîtinên Ocalan ên bi parêzerên wî re qeyd dikin. Ev yek derveyî hiqûqa gerdûnî ye." Sarica bibîr xist ku 36 parêzerên ku di vê pêvajoyê de çûne hevdîtinan hatine girtin û hemû parêzer jî wekî hedef hatine nîşandan. Sarica destnîşan kir ku nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin tecrîda girankirî hê kûrtir dike û wiha axivî: "Teqez Birêz Ocalan nabêje min tecrîd bikin. Tu dê hem şert û mercên tecrîda girankirî aşkera nekî, bêhiqûqiya di hevdîtinên parêzer mûwekîl de neynî ziman û hem jî tu dê pêkanînên hikûmetê ji nedîtî ve bêy bi nameyeke nediyar ve nûçeyên bi vî rengî çêbikî. Ev nûçe nûçeyên rojevê berovajî dikin û tecrîdê rewa nîşan didin in."
'Nûçeyên piştgirî dide tecrîdê tên çêkirin'
Sarica destnîşan kir ku rayedarên hikûmetê daxuyaniyên wekî ku dê tecrîd bidome dikin û wiha pê de çû: "11 mehan zêdetir e em nikarin bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Bi armanca hevdîtinê hefteyê 2 caran em serî lê didin. Lê tu serlêdanên me nayên qebulkirin. Bi hincetên ji rêzê tên redkirin. Em daxuyaniyên Wezîrê Edaletê yên wekî; 'yên bawer nakin Abdullah Ocalan li Îmraliyê ye bila biçin lê binêrin' durist nabînin. Ev daxuyanî bi armanca xapandina raya giştî tên kirin. Nûçeyên ku di çapemeniyê de derdikevin polîtîkayên tecrîdê yên dewletê hê kûrtir dikin. Di vê pêvajoya ku civak bihîstiyar e, partiyên siyasî, nûnerê konseya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê ji bo hevdîtinê serî lê didin de ev daxuyanî û nûçe hewl dide ku van gavan belav bikin." Sarica bal kişand li ser mitînga li Amedê bi şîaara; "Ji bo Ocalan Azadî" jî û got; "Ji bo azadiya mûwekîlê me mitîngek dê bê lidar xistin. Di erîfeya vê mitîngê de nûçeyên bi vî rengî serwêskirin mirovan dide fikirandin."
'Mûwekîlê me nabêje ez bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk naynim'
Sarica destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teqez nabêje, 'ez bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk naynim' û wiha axivî: "Astengkirina hevdîtinên me û Birêz Ocalan encama polîtîkayên zanebûn e. Teqez Birêz Ocalan ji wezareta Edaletê re nabêje; 'Ez bi wan re hevdîtinê pêk naynim, hevdîtina me asteng bikin.' Divê em li çavkaniya nûçeyên bi vî rengî binêrin. Heek di destê wan de delîleke zelal hebe bila nîşan bidin. Heke di destê wan de nameyeke bi vî rengî hebe bila nîşan bidin. Gelo nameya ku aydî Birêz Ocalan heye? Gelo mûwekîlê me ji Wezareta Edaletê re gotiye ew naxwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne? Bila aşkera bikin. Madem naxwaze bi me re hevdîtinê pêk bîne wê demê em biçin, bila ew ji me re bibêje; 'ez naxwazim bi we re hevdîtinê pêk bînim.' Em ê wê demê bawer bikin. Ji derveyî vê yekê gotinên wekî; 'keştî xirabe ye', 'Ocalan naxwaze bi we re hevdîtinê pêk bîne' dîsa nûçeyên derew tenê rojevê şêlû û mijûl dikin. Heke nameyeke bi vî rengî hebûya ez bawer im Wezareta Edaletê jî dê ev firsend bikar anîbûya û hate niha dê aşkera kiribûya. Niha tekane tişta ku dikin astengkirina bertekên raya giştî yên li hemberî tecrîdê ye." Sarica polîtîkayên dewletê jî rexne kirin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Wekî ku hikûmeta Tirk ev 13 sal in pêkanînên hiqûqî pêş dixîne, wekî ku mûwekîlê me Birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de nîn e, wekî ku cara yekemîn e ev tişt tên jiyîn dibêjin; 'Ocalan ji Wezareta Edaletê re gotiye ku 'hevdîtina min û parêzerên min asteng bikin' Ev yek der-hişmendiye. Heke tiştek wisa bibûya mûwekîlê me dê vîna xwe teyîsandiba me. Ev nûçeyên bi zanebûn tên berovajîkirin e."
(ak/ab)