1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Dixwazin xwendekaran li derveyî siyasetî bihêlin'
‘Dixwazin xwendekaran li derveyî siyasetî bihêlin',dixwazin,xwendekaran,li,derveyî,siyasetî,bihêlin

‘Dixwazin xwendekaran li derveyî siyasetî bihêlin'

A+ A-

Parlementerê BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel da zanîn ku li girtîgehê 600 xwendekar tê girtin û piraniya wan jî xwendekarên kurd in û dixwazin xwendekaran bi riyên lêpirsîn û girtinan li derveyî siyasetê bihêlin.

Rêxistina BDP'ê ya Genlîk û xwendekarên endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (DYG) bi tevlîbûna Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel li Kampusa Tinaztepe ya Zanîngeha 9 Eylulê Şahiya Biharê ya Alternatîf li dar xistin. Gelek xwendekar, akademîsyen û rêveberên BDP'ê tevlî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi nepoxên kesk, sor û zer hate xemilandin û pankartên "Bila tecrîd bi dawî bibe û operasyon rawestin-Ji girtiyên siyasî re azadî" û "Ji bo jiyanek bi rumet werin re" hatin daliqandin. Di qada şahiyê de wêneyên Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan û Mazlum Dogan hatin daliqandin. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û pişt re axaftin û helbest hatin xwendin. Pişt re parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel axaftinek kir.

'Xwendekar bi girtin û lêpirsînan dûrî siyasetê tên xistin'

Tuncel, diyar kir ku li Tirkiyeyê kesên dixwazin siyasetê bikin û xwendekarên demokrasiyê û azadiyê dixwazin rastî TMK'ê tên. Tuncel, anî ziman ku li girtîgehan 600 xwendekarên zanîngehê hene û piranîna wan xwendekarên kurd in. Tuncel, da zanîn ku bi girtin û lêpirsînan dixwazin xwendekaran ji qada siyasetê dûr bixin. Tuncel, bilêv kir k rêveberên zanîngehan ji dadger û dozgeran bi leztir der heqê hemû meş, çalakiyên xwendekaran de lêpirsînan vedikin û xwendekarên tevlî çalakiyan dibin rastî cezayên dîsîplînê tên. Tuncel, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ji hemû kesî re weke li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan heye nîşan dide lê pêkanînên AKP'ê ji pêkanînên 12'ê Îlonê dijwartir in. Tuncel, diyar kir ku herî zêde kurd AKP'ê didin zorê û ji ber vê yekê jî tendurîstiya Erdogan xerabû. Tuncel, anî ziman ku AKP ji bo vê berxwedanê bişkêne operasyonên bi navê "KCK'ê" li dar xistin. Tuncel, da zanîn ku HDK di nav tevgera kurd de ciheke stratejîk e.

Şahiya Biharê ya Alternatîf berdewam dike

Xwendekaran ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slogan berz kirin. Piştî axaftinê xwendekaran govend girt û sohbet kirin. Hozan Cevdet, Koma 1 Eylul û Koma Zerdeşt stran gotin. Şahiya li Kampusa Tinaztepeyê berdewam dike dê îro jî Koma Hîvron, Koma Berxwedan û Şengul Gonul derkevin ser dikê.

(bd/mae)