Diyanayî bertek nîşanê Tirkiyeyê dan
Kurdên Dîyanayê bertek nîşanî siyaseta Tirkiyeyê dan
Kurdên li Herêma Federal a Kurdistan dijîn bertek nîşanî pêkanînên hikûmeta AKP’ê yên li dijî kurdan dan û xwestin bi Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê. Welatiyan gotin ew pêkanîn dewleta tirk wek li hemberê hemû kurdan qabûl dikin û xwestin hikûmeta Herêma Federala Kurdistan piştgirî bidin tekoşîna kurdên li Tirkiyeyê dijîn.
Welatiyên kurd yên Herêma Federala Kurdistan dijîn, rewşa kurdên li Tirkiyeyê dijîn û pêkanînên hikûmeta AKP’ê ya li heberê kurdan nirxandin. Welatiyên astengkirina hevdîtinên Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bertek nîşanên pêkanînên hikûmeta AKP’ê dan. Cigîre Şaredariya Rewanduzê Kakil Şemsedîn, diyar kir ku helwesta dewleta tirk ya li dijî kurdan li dijî mirovahiyeyê û naye qabûl kirin. Şemsedîn, bilêv kir ku pêkanînên li hemberê kurdan tên kirin li hemberê hemû mirovahiye tên kirin. Şemsedîn, daxuyand ku mafe hemû netewa wek hevê li Tirkiyeyê hinek tişt bin perdeya Îslamiyetê ve zilim li kurdan tên kirin.
‘Berxwedana kurdan berxwedanek pîroze’
Rojnamevan Hesen Tarîq jî, diyar kir ku pekanîn û planên dewleta tirk ya li hemberê Kurdistan û kurdên Tirkiyeyê yên wek kuştin, girtin, binçavkirin îşkencê berdewam dike. Tarîq da zanîn ku pêkanîn li dijî kurdan û Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî tuneye û wiha got: “Ev pêkanînên dewleta tirk ya li dijî kurdan û pêkanînên li hemberî Birêz Serok Abdullah Ocalan nîşan dide ku li Tirkiyeyê mafe mirovan û demokrasî tuneye. Em van pêkanînên dewleta tirk wek li hemberê hemû kurdan qabûl dikin”. Tarîq, bal kişand li ser berxwedana kurdên Bakûr ya li dijî van pêkanîn û wiha pedê çû: “Kurdên Bakûr berxwedanek pîrozê derxistin holê. Dê kurdên Bakûr mafên xwe dest bexin û dê azad bibin çinkû berxwedana wan berdewam dike. Divê hemû kurd piştgirî bidin hev.” Şaredarê Rewanduze Îsa Mihemed jî, got divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan jî alîkarî bide kurdên li Tirkiyeyê dijîn. Ezîz, bilêv kir ku dijminatiya dewleta tirk ya li dijî gele kurd rewşekî zehmet dertexê holê û dewlet naxawaze peyamên Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigihejê gel. Ezîz wiha axivî: “Li Tirkiyeyê li hemberê kurdan û Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dijminatî heye. Destur nadin ku bi parezerê xwe re hevdîtin pêk bînê. Bi ve yeke peyamên Ocalan yên ji bo gelê kurd asteng dikin. Ji ber ku li Bakûrê Kurdistanê şer heye divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan jî alîkarî bide wan.”
Rojnamevan Bextiyar Sebah diyar kir ku kurdên li Tirkiyeyê dixwazin bi mafên xwe, wekî xwendin, siyasî netew bijîn lê her roj li hemberê mafên gelê kurd zext û zorê tên karadin. Sebah, da zanîn ku her ku diçe dewleta tirk operasyonên û hevdîtinên Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên astengkirin lê divê ku dewlet mafên Ocalan yên mirovahiyê asteng neke hevdîtin mafekî ye mirovahiyeyê, astengkirina hevdîtinên Ocalan bê helaqiyê û naye qabûl kirin. Sebah wiha got: “Em dixwazin ev astengkirin ji holê bên rakirin. “
Berpirsyarê Pirtûkxaneya Rewanduzê Salîh Mehmed jî, got polîtîkayên dewleta tirk ya li dijî kurdan xeletê û li Tirkiye 25 mîlyon kurd dijîn lê tu mafên wan tuneye. Mehmed wiha pedê çû: “Li Başûrê Kurdistanê 4-5 mîlyon kurd hêne û azad dijîn. Lê Bakûrê Kurdistanê navê kurdan û zimanên wan qedexeye. Dewleta tirk li bakûrê kurdistanê kuştinan pêk tîne û dibejê ku ez van tiştan li hemberê PKK’ê dikim. Ev êrîşên dewleta tirk li dijî kurdên çar parçeyê kurdistane ye. Naxwazin navê kurdan vebejin bi navê PKK’ê kurdan dikujin. Helbet dê kurd bigihejin mafe xwe.”
‘Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê’
Mehmed, bilêv kir ku dewlet destur nadin ku parezerên Ocalan bi wî re hevdîtine bikin. Lê divê hevdîtin pêk bê. Mehmed, wiha axivî: “Divê mafê kurdan bidin wan. Tirkiye bi ve yekê encex bigihejê aramiyê. Divê Tirkiye mafê kurdan asteng neke û wekî ve derê alozî dernkeve. Dewleta tirk kurdên li Bakûr wekî teror bi nav dike û bi ve yeke jî zilme kurdan dike. “
(hm/dt/mae)