DMME: Daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî azadiya ramanê ye
Ji ber ku Egîtîm-Senê (Sendîkaya Perwerdeyê) di rêziknameya xwe gotina “Zimanê zikmakî” bi kar anî , doza girtinê li wê hat vekirin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber doza girtina li Egîtîm-Senê hatibû vekirin, Tirkiyeyê mehkûm kir û got; “daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî’ azadiya ramanê ye.”
Li gorî nûçeya Bianetê, Tirkiye ji ber doza girtinê ya ji ber gotina “mafê zimanê zikmakî” ya di rêziknameya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm-Senê) vevkiribû, ji aliyê DMME’yê ve hate mekûmkirin. DMME’yê Tirkiyeyê bi dayîna 7 hezar û 500 euro û 411 euro jî ji bo lêçûnên dozvekirinê, mehkûm kir.
WALÎTIYÊ GILÎ KIR
Walîtiya Enqereyê di 15’ê Sibata 2002 de bi hincetaEgîtîm-Sen li gorî qanûnên sendîkal tevnagere, û xwest Egîtîm-Sen gotina “ziman zikmakî” ji rêziknameya xwe derbixe. Piştî ku sendîkayê ev yek qebûl nekir, Walîtiyê di 29’ê Adarê de doz lê vekir.
Egîtîm-Senê di 3’yê Tîrmeha 2002 de ev gotin guhert û li şûna wê “Mafê hemû ferdên civakî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibîne û çanda xwe pêş bixe.”
Dozgeriyê jî diyar kir ku divê ev mijar di parlementoyê de bê gotûbêjkirin û di 16’ê Tîrmehê de gilî hate kirin. Lê ji ber daxwaza Serfermandariya Artêşa Tirk, Walîtiya Enqereyê careke din sendîkayê şand dadgehê.
Egîtîm-Senê di 3’ê Tîrmeha 2005 de vê gotina “zimanê zikmakî”ji rêziknameya xwe derxistin û doza wê li Dadgeha Bilind betal bû.
Sendîkayê piştre serî li DadgehaMafê Mirovan aDMME’yê da û diyar kir ku madeyên 10 û 11’emîn ên “azadiya ramanê” û “azadiya mafê sazkirina sendîkayan” ên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin.
DMME’yê Tirkiyeyê bi dayîna 7 hezar û 500 euro û 411 euro jî ji bo lêçûnên dozvekirinê, mehkûm kir.
ANF NEWS AGENCY