1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DMME li benda bersiva 5 pirsan e
DMME li benda bersiva 5 pirsan e,dmme,li,benda,bersiva,5,pirsan,e

DMME li benda bersiva 5 pirsan e

DMME di doza DTP’ê de li benda bersiva 5 pirsan e

A+ A-

Enqere - Li aliyekê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo doz li BDP’ê bê vekirin, serî Serdozgeriya Dadgeha Bilind da, li aliyeke din jî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana ji aliyê 10 kesan ve piştî girtina DTP’ê hatibûn kirin qebûl kir û ji Tirkiyeyê bersiva pênç pirsan dixwaze.

DMME’yê ji bo bersivdana pênç pirsên der barê girtina DTP’ê de heta dawiya meha nîsanê dem da hikûmeta Tirk. DMME’yê j idi vê çarçoveyê de ji Tirkiyeyê daxwaza bersiva pirsên; “Gelo rêveberên DTP’ya hate girtin ji bo hilweşandina “makeqanûnê bang û daxuyanî dane? Gelo nakokî di navbera daxuyanî û bangên van kesan û demokrasiyê de hene? Gelo van kesan di daxuyanî û bangewaziyan de banga gurrkirina tundiyê kirine? Gelo girtina partiyê mudaxeleyek bi rêje ye? Gelo betalkirina endamtiyan mudaxelekirina hilbijartina azad e?” dike.

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan der barê mijarê de agahî da û rexne kir ku di pêvajoyeke wiha de, Serodzgeriya Komarê ya Stenboê der barê partiya wan BDP’ê de serî li Serdozgeriya Makeqanûnê dide.

Kaplan destnîşan kir ku ger dozek nû li partiya wan bê vekirin, ew ê partiyek din ava nekin û destnîşan kir li gorî makeqanûna nû ger partî bê girtin jî parlementertî nayên betalkirin.

ANF NEWS AGENCY