1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. DMOZ Dibe Navenda Kurdî
DMOZ Dibe Navenda Kurdî,dmoz,dibe,navenda,kurdî

DMOZ Dibe Navenda Kurdî

A+ A-

Open Directory Project (DMOZ) navenda herî bilind û bi îtibar a malperan e. Bi salan e ji aliyê Google û hemû motorên lêgerînê ve wekî "şêwirmend", an jî wekî "aqilmend" tê qebûlkirin. DMOZ niha ji heman motorên lêgerînê re ji bo kurdî şêwirmendiyê dike.

Edîtorên DMOZ'ê hemû malperên (web site) înternetê kategorîze dikin, ango beş bi beş rêz dikin. Malperan wekî malperên tv, radyo, rojname, kovar, nûçegihanî, perwerde, zarok, jin, tenduristî, bazirganî û hin wekî din rêz dike. Li bin van beşan jî carinan beş tên vekirin û bi vî rengî hemû malperên cîhanê tên rêzkirin. DMOZ ji bo bilindkirina kalîteya malperên kurdî jî hewl dide.

Di DMOZ'ê de hemû malper li gor zimanan û welatan kategorîze dibin. Malperên îngilîzî, almanî, rûsî, çînî, erebî, kurdî, farisî, swêdî, frensî û hemû zimanên din hatine dabeşkirin.

Edîtorên DMOZ'ê her malperê qebûl nakin û di van beşan de bi cih nakin. Her edîtor li gor beşa ku berpirsiyariya wê dike, ziman dizane û malperan kontrol dike.

Mînak, malperek nûçegihaniyê ji bo di beşa Nûçe de cih bigire, divê rojane be, nûçeyên nû biweşîne û naverokên wê ne kevin bin. Her wisa divê pergala wê bi kalîte be, ne tevlihev be û bi Firefox, Opera, Google Chrome û Internet Explorer xweşik vebe.

Edîtorên DMOZ'ê yên beşa kurdî hemû kurd in û kurdî baş dizanin. Ji bilî edîtoran, rêveberên malperan jî dikarin di malpera DMOZ.org de malpera xwe pêşniyaz bikin.

MALPEREK JI ALIYÊ DMOZ VE NEHATIBE QEBÛLKIRIN, ÇI WINDA DIKE?

Her malper divê xwe nêzî pîvanên DMOZ'ê bike. Ji ber ku motorên lêgerînê, di warê biryargirtina bilindkirina malperan de li biryara DMOZ'ê dinihêrin. Tew ku malperek berê di DMOZ'ê de hebe û hatibe jêbirin, ji bo malperê felaket e.

Bi hezaran malperên forum (guftûgo) hene, ku li ser pîvanên DMOZ'ê weşanê dikin. Di van malperan de bikarhêner nîqaş dikin û ji hev dipirsin, da ku çi bikin dikarin malpera xwe di DMOZ'ê de bidin tomarkirin, ango qeydkirin.

Di sala 2011 û 2012'an de gelek malperên kurdî ji sedemên wekî "ne rojane ne", "nayên rojanekirin", "naverok ne girîng e", "tevlihev e", "di gerokan de bêpergal vedibe" û hin wekî din, ji aliyê DMOZ'ê ve hatine redkirin.

Edîtorên DMOZ'ê, bi qasî 6 mehan e, li ser beşên kurdî kar dikin. Di van xebatan de malperên ku nû hatine qebûlkirin û yên ku hatine jêbirin gelek in.

ROJNAMEYÊN KURDÎ

Yek ji beşên herî girîng ên beşa kurdî ya DMOZ'ê jî, beşa Rojname ye. Di vê beşê de rojnameyên kurdî hatine rêzkirin. Lê hemû rojnameyên kurdî di vê beşê de nîn in. Sedema sereke ya vê yekê tunebûna malperê, tunebûna serîlêdanê û hay jê tunebûna DMOZ'ê ye. Edîtorên rojnameyên kurdî ku ji qada înternetê û teknolojiyê dûr in, dibin sedema ku rojname jî weşaneke nûdem, ango li gor demê neke.

Lê ji ber ku Edîtorên DMOZ'ê bi xebateke îstiqrar hewildanên xwe didomînin, her roja ku diçe DMOZ dibe navenda malperên kurdî û malperên ku ji aliyê DMOZ'ê ve tên qebûlkirin, ji aliyê Google û motorên din ên lêgerînê ve her roj bilindtir dibin.

Lewre pêşbaziya mezin li ser înternetê ye û ew jî êdî di bêrîk û kûrika mirova de ye. Wekî pakêta cigareyê, an jî jê girîngtir.


Bêjeyên Miftehî