1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Doh jî 100 çete hatin kuştin!..
Doh jî 100 çete hatin kuştin!..,doh,jî,100,çete,hatin,kuştin

Doh jî 100 çete hatin kuştin!..

A+ A-

KOBANÊ 09.07.2014 11:04:23 Hat ragihandin, di pevçûnên duh ên li gundê Evdiko yê li rojhilatê Kobanê de 100 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, bi dehan çete birîndar bûn, tankek hat rûxandin û 2 tank jî hatin bêbandorkirin.

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji duh sibê ve heta niha, bi dehan car in bi tank û topan êrîşî gundê Evdiko û gundên derdora wê yên rojhilatê herêma Kobanê dikin. Di hemû êrîşan de çete rastî bersiva şervanên YPG'ê û YPJ'ê hatin pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan de derketin.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku di van pevçûnan de 100 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn, tankek hate rûxandin û du tankên din jî hatin bêbandorkirin.

Endamê Kombûna Til Ebyed a Civaka Sivîl Ibrahîm Muslim diyar kir ku hejmara çeteyên ku êrîşî gund kirin gihiştiye hezar çeteyî.

Hate gotin ku çeteyan çekên giran ên weke tank, topên 120, BMB, hawan û doşka tevî gelek çekên din ên pêşketî ku ji Iraqê derbasî Sûriyeyê kirine, bikar tînin.

Çavkaniyên ji bajarê Til Ebyedê dan zanîn ku nexweşxaneyên Til Ebyedê bi birîndar û kuştiyê DAIŞ'ê hatine dagirtin.

Çeteyan her wiha ji gundên Melûh El-Qemer, Celebê û Yabsê êrîşî gundên Kendal, Girê Sor, Bîrkîtik, Qîz Elî û li van gundan pevçûn bi dijwarî û bi awayekî berfireh rû dan.

Çavkaniya gotin ku DAIŞ'ê bi sedan çeteyên ji bajarê Reqa û Til Ebyedê anîne van deveran û xistine nava şer.

Şer û pevçûnên li rojhilatê herêma Kobanê heta niha jî bi dijwarî didomin.


Bêjeyên Miftehî