´Doktor divê li gor danezanê tev bigerin´
Gunay: Divê doktor li gorî danezana Malta´yê tev bigerin
Çalakiya greva birçîbûnê ya endamên PKK'î û PAJK'îyan ku ji bo Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demkoratîk di 12'ê Îlonê de destpêkirin di roja 46'an de berdewam dike. Girtiyên çalakger ku bi biryar û israr çalakiya xwe berdewam dikin her ku diçe rewşa wan giran dibe. Der barê rewş û tenduristiya girtiyan û nedayîna Vîtamîna B1 de Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Cengîz Gunay, diyar kir ku dema li dijî mudaxaleyan helwestek pêk hat divê doktor li gorî danezana Malta tev bigerin. Gunay, anî ziman ku wan ji bo li girtîgehê lêkolînê bikin serî li Wezareta Dadê dan, lê serlêdana wan bê encam ma. Gunay, anî ziman ku bêyî dereng bimîne divê heyeta doktorên pispor û serbixwe biçin girtiyan bibînin û rewşa wan lekolîn bikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên PKK'î û PAJK'î yên di 12'ê Îlonê de ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk dest pê kir 46 rojin berdewam dike. Ji ber ku 46 rojin çalakger çalakiya xwe berdewam dikin û heta niha Vîtamina B1 nayê dayîn hêdî hêdî pirsgirêkên tenduristiya girtiyan zêde dibe. Di serî de sergêjî, serêşî, mahdxelandin, îshal, bêhalî, tansiyon, bêxewî, qarixî, li hemberî deng hesasî, êşa movikan û gelek êşên din xwe didin der. Dîsa zêde zeîf bûne û kîlo winda kirine. Ji ber vîtamîna B1 nayê dayîn hevsengiya girtiyan jî xera dibe û gêj dibin. Li gel ku girtî di daxwazên xwe de bi israr û biryarin û her ku diçe rewşa wan giran dibe jî dîsa hikûmet li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng û ker û kor e. Doktoran diyar kir ku çidibe bila bibe mafê hemû girtiyan ê girtina vîtamîna B1 heye. Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Amede Dr. Cengîz Gunay, diyar kir ku ger vitamîna B1 neyê dayîn di girtiyan de nexweşiyên 'Wernicke korsakoff' û 'Wernicke ensefalopatisi' ku dibe sedema windakirina hiş û felcê dest pê dike. Gunay, da zanîn ku ev nexweşî nayên dermankirin.
Vîtamina B1 bi qasî jiyanê bi qîmet e
Dr. Gunay, desnîşan kir ku vîtamîna B1 ji bo girtiyên çalakger bi qasî jiyanê bi qîmet û hêja ye û wiha got: "Vîtamîna B1 bi qasî şekir û xwê û bi qasî jiyanê bi qîmet e. Girtiyên çalakger 46 rojin di grevê dene û pir kîlo winda kirin. Bedena mirov bi taybetî depoyên metabolizmayên enerjiyê bikar tîne û enerjiya ku di dokuyên reh û rûn de hatiye komkirin xerç dike û dişewitîne. Kesên ku dikevin greva birçîbûnê piştî roja 35'an, ji bo enerjiyê kevirê bingehîn ên avahiya bedena mirov proteinan bikar tîne û dişewitîne. Ev yek dibe sedema windakirina kîloyan û zeîfiyê. Sedema vê yekê jî Vîtamina B1 e. Parêzer û malbat diyar dikin ku li hin girtîgehan rayedar vîtamina B1 nadin girtiyan. Ger ku vitamina B1 (Tiamin) neyê dayîn di bedena mirov de pergala metabolizmayê xera dibe. Dîsa di nava sîstema sînîr de xwedî erkek gelek mezin e. Ger ku demek dirêj vîtamîna B1 neyê stendin, nexweşiya 'Wernicke korsakoff' dest pê dike. Nexweşiya 'Wernicke ensefalopatisi' dest pê dike.
Gunay, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di demên borî de jî ji ber ku girtiyên ketin grevê ji vîtamîna B1 bêpar man, di beden û tenduristiya wan de pirsgirêkên bingehîn derketin holê. Ger ku di grevê de glikoz (Şekir) çawa rewa û mafê wan ê herî demokratik be, Vîtamîna B1 jî ji bo girtiyekî ew qas girîng û mafekî jiyanî ye.
Vîtamîna B1 di nava avê de nayê hilandin. Divê teqez ji derve bê stendin. Ji ber kêmasiya vîtamîna B1 nexweşiyên 'ataxia' (Hevsengiya bedenê) derdikeve holê. Li gorî lekolînan di gelek girtiyan de pirsgireka hevsengiya bedenê heye. Dîsa pirsgireka deng û dîtinê xwe dide der. Zengîniya ber guh û tariya çavan dest pê dike. Ger ku ev pêdivî neyê dayîn dê nexweşiyên mayinde xwe bide der.
Divê teqez li gorî danezana Malta tev bigerin
Gunay, da zanîn ku ger mudaxale bê kirin jî divê teqez doktor li gorî danezana Malta tev bigerin û bêyî vîna girtiyan mudaxale nekin. Gunay, ani ziman ku ger bêyî vîna girtiyan munaxale bê kirin dê etîk nebe. Gunay, da zanîn ku di danezanên Malta û Tokyo de hatiye vegotin. Gunay, anî ziman ku ger hişê girtî li serê wî be doktor bêyî vîna wî nikarin mudaxale bikin. Ger ku hişê xwe winda kiribe jî doktorek tenê bi serê xwe nikare biryara mudaxaleyê bide û wiha got: "Divê heyeta hekîman kom bibe û piştre biryarê bide. Dîsa hekîmên ku vê yekê dişopîne divê şikandinên grevê pêk nînin. Divê gav bi gav li gorî danezanê tev bigerin.
'Divê bi lezgîn heyetek pispor û serbixwe biçin rewşê tespît bikin'
Gunay, daxuyand ku heta niha agahiyên ku di girtiyên çalakger de sergêjî, serêşî, mahdxelandin, îshal, bêhalî, tansiyon, bêxewî, qarixî, li hemberî deng hesasî, êşa movikan û gelek êşên din xwe didin der û wiha got: "Ji bo ku em van nexweşiyan di cih de tespît bikin me serî li Wezareta Dadê û Serdozgerê Komarê yê Amedê da. Lê heta niha tu bersîv nedane me. Divê heyeta di qada xwe de pispor û serbixwe ku ji norolog, bêvil, qirik, guh biçin girtîgehê ziyaret bikin û rapor amade bikin. Dîsa hekîmên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê peyvirdar e ji Wezirê Dadê daxwaza doktorê pispar kiriye, lê heta niha daxwaza doktorê girtîgehê jî bê bersîv maye. Divê bêyî ku dereng bê hiştin, divê bi lezgîn û teqez heyetek pispor û serbixwe biçin girtiyan kontrol bikin û rapor amade bikin.
(mae)