1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Doktorê Swîsreyî Açikalin: Erdogan nexweşê Epîlepsî ye
Doktorê Swîsreyî Açikalin: Erdogan nexweşê Epîlepsî ye,doktorê,swîsreyî,açikalin,erdogan,nexweşê,epîlepsî,ye

Doktorê Swîsreyî Açikalin: Erdogan nexweşê Epîlepsî ye

Doktorê Swîsreyî Açikalin îdîa kir ku Serokkomar Erdogan nexweşê Epîelspî (Sara) ye

A+ A-

BERN / ANF - SERKAN DEMÎREL Doktorê Swîsreyî Açikalin îdîa kir ku Serokkomar Erdogan nexweşê Epîelspî (Sara) ye. Dr. Açikalin da xuyakirin ku Erdogan demeke dirêj e bi vê nexweşiyê ye û anî ziman ku divê sedema mirina Norolog Sumer Gullap a şensê mûayenekirina wî dît, baş were lêkolînkirin.

Psîkiyatr ê Swîsreyî, pisporê Psîko-gerîatre Dr. Hakki Açikalin, wateya xerabiya tevger û helwesta Serokkomar Erdogan ji ANF'ê re nirxand.

TAYBETMENDIYÊN NEXWEŞÊN EPÎLEPSÎ

Açikalin, Serokkomar Erdogan jî tevlî nava nexweşên Epîlepsî (Sara) kir û xerabûna tevgera mirovên bi vê nexweşiyê ketine bi vî rengî rave kir:

"Problemên şexsî yên mirovên bi nexweşiya Eplepsî, bi formên cuda xwe nîşan dide. Ev mirov nêzî îteatê ne, lê belê di bin îteatkariyê de persecution (hesta rastî zilmê hatiye) û hesta paranoîd bi xurtî heye. Ev nexweş carna nêzîkatiyên gelekî agresîf nîşan didin. Di nava van nexweşan de bi giranî nêzîkatiyên agresîf ên weke egosantrik (ez li navenda her tiştî me), irritabl (bi hêsanî hêrs dibe, nerazîbûnê nîşan dide) û exigeant (bi israr dixwaze) hene. Nêrînên van kesan sabit, stereotipik (dubare dike) û hişk e."

Açikalin da xuyakirin ku ji ber şensê wî nîne yekser Erdogan mûayene bike, tevî ku saneyên zelal nîne jî rewşa Erdogan tê de, rewşa nexweşekî Epîlepsî (Sara) ye.

Açikalin da zanîn ku bi Epîlepsî ve girêdayî gelek nexweşiyan xwe li Erdogan daye der û ev nexweşî jî bi vî rengî anî ziman:

"Ji roja dest bi siyasetê kiriye heta niha bi zimanekî gemarî diaxive, heqaretê li mirovan dike, zimanekî êrîşkariyê bi kar tîne, di asteke anormal de agresîf e, di nava rojê yan jî di nava demeke kurt de helwestên ji hev cuda nîşan dide, gefan dixwe, helwestên jê nayê hêvîkirin nîşan dide, nêrînekê gelek caran dubare dike, paranoyak, ji mirovên nêzî xwe destpê dike û ji ti kesî bawer nake, derewan dibêje, piştî wexteke kurt gotinên xwe înkar dike, piştî demekê ji derewa xwe bawer dike, gelekî dixwaze di nava luksê de bijî."

'NEXWEŞÎ DI ERDOGAN DE XWE BI HÊSANÎ NÎŞAN DIDE'

Açikalin anî ziman ku ji tevgera dest û mil heta meşa xwe, hemû nêzîkatî û helwestê Erdogan nîşan dide ku bi vê nexweşiyê ye û ragihand, ku her çend doktor an jî mirovên nêzî Erdogan hewl didin vê rewşê veşêrin jî, nexweşî di Erdogan de xwe bi hêsanî nîşanî derve dide.

Açikalin diyar kir ku bi rêk û pêk derman bê bikaranîn jî noebdên Epîlepsî yan jî krîz carna rû didin û di dema rûdana vê krîzê de ji bo demeke kurt hiş ji serî diçe. Açikalin got, "Erdogan car carna ji holê winda dibe û çend rojan dernakeve derve. Ev yek nîşaneyeke mezin a van nobedan e."

'DIVÊ BAŞ WERE LÊKOLÎNKIRIN BÊ ÇIMA DOKTORA ERDOGAN MIR'

Açikalin bibîr xist ku Erdogan di sala 2006'an de ji ber ku di wesayîta xwe ya meqamê de asê ma, tengav bû û anî ziman ku Erdogan pêkane ku di wê rojê de nobeda Epîlepsî derbas kiriye. Dr. Açikalin her wiha bibîr xist ku piştî wê bûyerê Erdogan rakirin Nexweşxaneya Guvenê ya Enqereyê û pispora beşa Nurolojî Dr. Fethiye Sumer Gullap a li nexweşxaneyê mudaxleya destpêkê kir, di sala 2008'an de jiyaan xwe ji dest daye. Her çend hat ragihandin ku Gullap a 42 salî ji ber enfeksiyona grîbal jiyana xwe ji dest daye jî, divê sedema mirina wê baş were lêkolînkirin. Gullap a ku şensê mûxayenekirina Erdogan dît, wê rojê baş dît ku Erdogan çima di wesayîta xwe ya meqamê de ji ser hişê xwe çûye."

'ERDOGAN JI BER KU BI NEXWEŞIYA EPÎLEPSÎ YE, JI XWE BAWER E'

Açikalin di dewama axaftina xwe de got, "Ya rast, Erdogan niha hinekî bi nexweşiya xwe ya Epîlepsî bawer û piştrast e. Ji ber ku eger sibe tiştek li welêt biguhere û rêya darizandina Erdogan vebe, Erdogan wê xwe bispêre nexweşiya xwe ya Epîlepsî û bi vî rengî xwe biparêze." Açikalin da xuyakirin ku cezakirina kesekî îspat bûye bi nexweşiya Epîlepsî ye, gelekî zehmet e.

'KÎ DIBÊJE EV ÎDÎA NE RAST E, BILA ÎSPAT BIKE'

Açikalin ragihand ku mirovên xwedî nexweşiyeke bi vî rengî, nikarin biryarên rast bigirin û da zanîn ku bi zanebûn ser nexweşiya Erdogan tê girtin.

Açikalin got, "Ez weke doktorekî di beşa xwe de pispor im, min nexweşiyên Erdogan vegot. Kî bêje ev îdîa ne rast e, bila rabe îspat bike."