1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dor li bajarokê Siwediyeya mezin hat girtin: Şer lê giran e
Dor li bajarokê Siwediyeya mezin hat girtin: Şer lê giran e,dor,li,bajarokê,siwediyeya,mezin,hat,girtin,şer,lê,giran,e

Dor li bajarokê Siwediyeya mezin hat girtin: Şer lê giran e

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de bi pêş ve diçin, xwe gihandin bajarokê Siwediye ya Mezin. Li pêşiya vî bajarokî şerekî giran diqewime

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 42. de ye. Şervanan danê vê sibehê xwe gihandin bajarokê Siwediye ya Mezin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, piştî ku şervanan dor li vî bajarokî girtin, li pêşiya bajarok di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanan de şerekî dijwar dest pê kir. Şer hê jî dewam dike.

Bajarokê Siwediye ya Mezin, ji bo êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî veguhestina hêzên nû ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke navendekê tê bikaranîn.