Doza KCK'ê di 6'ê kanûnê de
Rûniştina doza 104 jê girtî 152 siyazetmedarên kurd ku di 14'ê Nîsana 2009'an de li Amedê dest pê kir ji ber parastina kurdî ligel 2 sal û 7 meh di ser de derbas bû jî hêv Krîz çareser nebûye. Doza ji ber kirîza zimanê zikmakî bi encam nebûye dê di 6'ê kanûnê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Di vê rûniştinê de encama ku rûniştina dozê neqlî bajarekî din bibe ya na dê diyar bibe.
Di 6'ê kanûnê de dê doza 104 jê girtî 152 siyazetmedarên kurd ku di navde şaredar, endamên meclîsa giştî ya bajar û parlementer jî hene û di 14'ê Nîsana 2009'an de dest pê kir dê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam bike. Doza ku heta niha ji ber parastina kurdî xetimî û bû qeyran ji ber destûra parastina kurdî nehat dayîn, girtî û parêzeran rûniştin boykot kir û krîz mezin bû. Piştî ku girtî bi zorê anîn runiştinê û helwesta girtiyan a parastina kurdî nehat guhertin heyeta dadgehê xwest rûniştina dozê taloqî bajarekî din bibe. Heyeta dadgehê ji bo parastina kurdî wekî "zimanê nayê zanîn", "Zimanê nayê famkirin" zimanê tê zanîn ku kurdî ye, lê nayê famkirin" derbasî girtekan kir. Welatiyan jî bertek nîşanî vê yekê dan û kampanya "Zimanê me rumeta meye" derketin kolanan û çalakî pêk anîn. Di pêvajoyê de hem daxwazên parêzeran û hem jî daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin.
Di 19'emîn rûniştina dozê de parêzeran ji ber ku krîz pêk hat û rûniştin xetimî xwest heyet bê guhertin û reda dadger xwest. Lê ev daxwaza parêzaran hate redkirin. Doz 16 mehan bi dizî hate meşandin û destûr nehat dayîn ku parêzer dosyayê lêkolîn bikin. Lê li gel vê biryara dizî çapemeniya tirk der barê naveroka îdîanameyê nûçe pêşkêş kirin.
'Îdîaname ji aliyê polîsan ve hate amadekirin'
Parêzeran daxwazname dan heyeta dadgehê û diyar kirin ku îdîaname ji aliyê Miduriyeta Polisan ve hatiye amadekirin û xwest îdîaname ji nûve bê amadekirin. Parêzeran anîn ziman ku piştî îdîaname teslîmî heyeta dadgehê hate kirin divê di nava 11 rojan de biryara qebûlê ango redê bê dayîn lê bêyî hemû naveroka îdîanameyê lêkolîn bikin û bêyi hemû îdianameyê bixwînin îdîaname qebûl kirin.
Li biryarên mînak dîsa parastina kurdî hate redkirin
Li gel ku di rûniştinen dozên din de bi kurdî parastin hatin kirin û wekî mînak hatin nîşandan jî dîsa heyeta dadgehê daxwaza parastina kurdî red kir. Li gel xala 1'emîn a 192'an a CMK'ê dîsa parastina kurdî hate redkirin.
Doz dê di 6'ê kanûnê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amede bê dîtin. Di vê rûniştinê de dê biryara rûniştin neqlî bajarekî din bibe yana jî dê diyar bibe. DÎHA (mae)