1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Doza Roj Tv ji nû ve destpê dike
Doza Roj Tv ji nû ve destpê dike,doza,roj,tv,ji,nû,ve,destpê,dike

Doza Roj Tv ji nû ve destpê dike

Doza ku dê sibe li paytextê Danîmarka Kopenhagê pêk bê, dê heta Hezîrana 2013’an dom bike

A+ A-

Doza Roj TV ji nû ve destpê dike. Doza ku dê sibe li paytextê Danîmarka Kopenhagê pêk bê, dê heta Hezîrana 2013’an dom bike.

Doza ku têkildarî Roj Tv ku yek ji nûnerên girîng yên kevneşopiya çapemeniya azade li Danîmarka hatî vekirin, sibe ji nû ve dê destpê bike.

Di doza ku Îlona 2010’an destpê kir û 14 Kanûna 2011’an de bi encamp hat, 5 milyon û 200 hezar Kron cezayê pare li ROJ TV birîbûn. Rayedarên televîzyonê îtîraza biryarê kiribûn. Dê îtîraz 29’ê Cotmehê di dadgeha jor de bê destgirtin.

Roj Tv ku ji 1’ê Adara 2004’an ango avabûna wê heya niha hertim bûye hedefa dewlat Tirk. Li aliyekê dewleta Tirk bi sînyalan hewil didan weşanê asteng bikin, li aliyê din jî zext li ser Danîmarkayê ku lîsansa weşanê lê hebû zêde kirin. Dîplomasiya dewleta Tirk ya têkildarî Roj Tv di sala 2010’an giha asta bilind.

Di encama hewildanên dewleta Tirk de di 4’ê Adara 2010’an di ser studyoya televîzyonê ya li Belçîkayê kirin.

Piştî vê serdegirtinê Îlona 2010’an doza girtina televîzyonê vekirin. Doza ku 15’ê Tebaxa 2011’an destpê kir ji 26 dosyayan pêkhat. Ji 30 rûniştinan zêdetir yên Roj Tv’yê dadgehê şahid qebûl nekirin, dozgeran di çarçoveya dosyayên dewleta Tirk dayînê îdîaname amade kir û daxwaz kir ku, şîrketa Mezopotamya Broadcast ya ku Roj TV jî girêdayî ye hemû weşan bêne girtin.

Di rûniştina biryarê ya Çileya 2012’an de Heyeta Dadgehê li şûna girtinê 5 milyon 200 hezar Kron, nêzî 700 hezar Euro cezayê pere lê birî.

Rayedarên televîzyonê biryar bê mafî dît û îtîraza dadgeha jor kir.

Lê belê hewildanên dewleta Tirk piştî biryarê jî dom kirin.

Piştî biryarê şîrketa Eutalsat ya li Parîsê da diyarkirin ku, heya biryar bi encam dibe ew dê weşana Roj Tv rawestînin.

Sekreteriya Medya Danîmarkayê ji 3’ê Cotmehê ve Nûçe Tv û MMC yên girêdayî Şîrketa Weşana Mezopotamyayê ji bo 2 mehan rawestandin.

Rayedarên televîzyonê ev hemû zext nirxandin û li ser îtîraza wan dê sibe doz li Dadgeha Bajarê Kopenhagê destpê bike. Doz dê 14’ê Hezîrana 2013’an bi dawî bibe.

Biryara doza ku rayedarên di derbarê Eutalsatê de vekirîn dê 6’ê Mijdarê were aşkera kirin.

Beriya doza li Danîmarkayê bê dîtin zextên li ser Kurdan jî zêdebûn. 18’ê Îlonê li paytext Kopenhagê di serdegirtina malan û cihên kar de 7 Kurd hatin girtin. Zextên li ser esnafên Kurd jî zêdetir bûn. Dê doza 7 welatparêzên Kurd jî 30 cotmehê bê dîtin.

ANF NEWS AGENCY