1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Dozgeriyê rastiya rawestana me piştrast kir´
´Dozgeriyê rastiya rawestana me piştrast kir´,dozgeriyê,rastiya,rawestana,me,piştrast,kir

´Dozgeriyê rastiya rawestana me piştrast kir´

Kaya: Dozgeriyê rastiya rawestana me piştrast kir

A+ A-

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya têkildarî darizandinê axivî û wiha got: "Heke me di dadgehê de îfade dabûya, wê demê me dê şopa hiqûqî nîşanî dadgahê daba. Ji ber vê yekê me helwestekî wisa nîşan da. Sekna me ya di rûniştinê de çiqas mafdar bû dozgeriyê piştrast kir. Ji me re gotin 'Me hûn dîl girtin. Îro pêvajoyekî cuda heye şîdet ji dewreyê derket. Çek bêdengbûn. Vê carê jî em we serbest berdidin' û em berdan"

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya yê di çarçoveya operasyonên bi navê "KCK'ê" de hate girtin û di 3'yemîn rûniştina dozê de serbest hate berdan pêvajoya girtîgehê û operasyonên bi navê "KCK'ê" ji DÎHA'yê re nirxandin. Kaya, diyar kir ku bi hilbijartina sala 2009'an a heremî re operasyonên siyasî yên bi navê “KCK'ê” dest pê kirin û wiha got: “Operasyon bi armanca piştî hilbijartinên heremî partiya me bi temamî tasfiye bikin hatin kirin. Derdorên hikûmetê her çiqas ev operasyon rewa kirin jî piştî sala 2010'an ji aliyê Serokwezîr, hemû wezîran, serokên AKP'ê, walî û qeymeqaman ve bi awayekî vekirî gotin bi armanca tolhildanê tên kirin."

‘Li dadgehan îfade dayîn li hemberî me heqaret bû'

Kaya, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rayedarên hikûmetê bi awayekî vekirî gotin wan ferman daye dadê. Berî operasyonê û piştî operasyonê li hemberî Wanê hinek daxuyanî hebûn. Ligel van hemûyan em emîn bûn. Di tu astan de me ev yek rewa nedît û li dadgehan ne bi kurdî ne jî bi tirk em got em îfadeyan nadin. Li dadgehan îfade dayîn tê wateya li hemberî xwe em heqaret dikin. Heke em di dadgehê de îfade daban, wê demê me dê şopa hiqûqî nîşanî dadgahê daba. Ji ber vê yekê me helwestekî wisa nîşan da. Sekna me ya di rûniştinê de çiqas mafdar bû dozgeriyê piştrast kir. Ji me re 'Me hûn dîl girtin. Îro pêvajoyekî cuda heye şîdet ji dewreyê derket. Çek bêdengbûn. Vê carê jî em we serbest diberdin' gotin."

‘Di pirsgirêkên civakê de divê hinek bedelan bidin'

Kaya 10 mehên di girtîgehê de nirxandin û wiha axivî: “Piştî ewqas tiştên hatin jiyîn behsa girtîgehan bê kirin tiştekî abes e. Bêguman mirov ji azadiya xwe, ji karên derdorê bê giretin tiştekî nexweş e. Lê bi hezaran hevalên me hene. Ev pirsgirêkekî civakî ye. Di pirsgirêkên civakê de dem dem hinek kes divê bedelan bidin. Em bi wî alî berê xwe da girtîgehê. Li girtîgehan raman, xebatên me yên siyasî û evîna me ya azadiyê di mekanê teng de nehate girtin. Ji ber vê yekê li wir jî hîn jî destê me hat em dem bi aweyekî erenî derbas kir. Girtîgehên tîpa F pirsgirêka Tirkiyeyê ya sereke ye. Em dîsa jî baş bûn. Hevalên rewşa wan ji ya me nebaştir hebûn. Pêvajoya girtîgehê weke kesayetî gelek tişt ji min nebirin."

‘Gel coşa tola ji paşerojê gire jî'

Kaya, di berdewamiya axaftina xwe de ew tişt gotin: "Heke îro em li vir bin û di vê mijarê de bi rihetî biaxivin ev yek bi saya têkoşîna gel û bedelên hatin dayîn e. Ji ber ku em li pey hesabên siyasî yên biçûk nîn in. Heke felsefeya me rast be û bi wan re bimeş mirov tu caran te bi tenê nahêlin. Yanî heke gave ber bi we ve hatibe avêtin gelê kurd tu caran wê gavê bê bersiv nahêle. Ji ber vê yekê coşa duh û îro ya gel coşa Newroz û berxwedan û têkoşîna gel a li hemberî operasyonên siyasî yên li bajarên Kurdistanê nîşan da. Tenê ji bo me na piştgiriya vê pêvajoyê ye. Di heman demê de coşa ji paşerojê tol girtinê ye."

‘Mudaxeleya li dadê di dewletên hiqûqî de skandal e'

Kaya bal kişand ser gotinên Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay ên "Operasyonên KCK'ê bi koordîneyî tên meşandin" û wiha pê de çû: “Dema dozgerê komarê hate ber deriyê me ev gotin hatin bîra min. Ev gotinên Beşîr Atalay nebûn. Yanî em ev yek di rûniştina ewil de jî anî ziman. Kîjan wezîr kîjan dîrokê de çi gotibe me ew anîn ziman. Yanî di dewletekî hiqûqê de alîkarê serokwezîr, wezîrek ewqas mudaxeleyê li dadê bike û bêje 'di bin fermana me de dixebitin' tişekî gelek bi xom û tirs e. Ev yek skandalek e. Lê ev yek li Tirkiyeyê asayî tê dîtin. Dibe ku Beşîr Atalay ev yek bi samîmî û dûrist got. Çawa vî karî dimeşînin got. Weke hinek kesên din dûrûtî nekir. Em jî dadgeh rewa nedîtin û îfade nedayîna me ji vê yekê tê. Ev yek ji bo dewleta hiqûqê skandal e. Hêvî dikim ku ev yek dê bi pêvajoya nû bê guherîn. Hemû kes ji tiştên bike dê azad bibe."

(bd/mae)