1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dozên KCK’ê' yên Almanyayê dest pê dikin
'Dozên KCK’ê' yên Almanyayê dest pê dikin,dozên,kck,ê,yên,almanyayê,dest,pê,dikin

'Dozên KCK’ê' yên Almanyayê dest pê dikin

A+ A-

Perwer Yaş Berlîn - Rûniştina doza siyasetmedarên Kurd a ku di encama yek ji qanûnên “li dijî terorê” ya 11’ê Îlonê, 129b de hatin girtin, roja duşemê bi darizandina Alî Îhsan Kitay li bajarê Hamburgê dest pê dike. Di çavçoveya qanûnên “lîsta terorê” ya YE’yê de li Almanyayê nêzî 10 siyasetmedarên Kurd hatin girtin û niha di girtîgehê de ne. Huqûqnas jî pêkanîna qanûna 129b li hemberî Kurdan weke li dijî demokrasiyê dinirxînin.

Yek ji qanûnên Almanya yên herî zêde tên gotûbêjkirin qanûna 129b a ku di çarçoveya qanûnên “dijî terorê” de piştî 11’ê Îlonê hatiye amadekirin e. Di vê çarçoveyê de rêxistinên biyanî yên çalakiyên tundiyê li dar xistin, dixin bin çavdêriyê û dişopîne.

Ev qanûn rê li ber darizandina kesên beşdarî çalakiyên tundiyê yên polîtîk ên li welatên din bûne jî vedike. Ev made di sala 2003 de ket meriyetê û ev yek jî xwe disperse “lîsta rêxistinên terorê” yên YE’yê ya ku piştî 11’ê Îlonê hat amadekirin. Komîsyona Ewropayê di 2’ê gulana 2002 “lîsta rêxistinên terorê” aşkere kir û PKK jî xistin nava vê lîsteyê.

F.MAHKEME, PKK'Yİ 2010'DA YASAYA ALDI

Di vê çarçoveyê de siyasetmedarên Kurd hatin girtin û ev demek dirêj e ev qanûn li rastî rexneyên siyasetmedar û huqûqnasan tê. Lê di 28’ê cotmeha 2010 de Dadgeha Federal a Almanyayê ragihand ku dozên PKK’ê jî dikevin nava vê madeyê. Di 23’yê tebaxa 2011 de Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê vê biryarê kir hincet û biryara ji nû ve darizandina çalakê Kurd ê siyasî Vakuf M. da.

Ji vê dîrokê û pêve gelek siyasetmedar û çalakên Kurd bi hinceta qanûna 129b hatin şopandin û hatin binçavkirin. Abdullah S. ji ber biryara Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Dusseldorfê ji meha nîsanê ve di binçavan de ye. Darizandina Vezîr T. berdewam dike. Metîn A. jî bi daxwaza Almanyayê li Swîsreyê hat girtin. Franseyê Sedat K. di 25’ê tîrmehê de radestê Almanyayê kir.

DOZA PÎLOT LI HAMBURGÊ YE

Tê payîn ku Alî Îhsan Kitay ê ku di 12’ê cotmeha 2011 de hat binçavkirin, sibe li Hamburgê dest pê bike. Bi heman awayî dê Mehmet A. û Ridvan O. jî di 13’ê îlonê de li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgart-Stammheim bên darizandin. Lê doza Kitay ê ku zêdetirê 20 salan di girtîgehên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de ma û nêzî salek e di girtîgeha Damtorê de ye weke doza pilot tê dîtin.

Rûniştina doza Alî Îhsan Kitay di 12’ê tebaxê roja duşemê saet 09.00’an de dê li Hambrurgê pêk bê. Alî Îhsan Kitay bi rêveberiya rayedarên payebilind ê PKK’ê tê tawanbarkirin. Kurd dê beriya rûnişina doza Kitay saet 08.00’an çalakiyek pêk bînin.

Parêzera Kitay Cornelia Ganten-Langen diyar kir ku ji bo hukûmeta Alman bikare di polîtîkayên derve de zêdetir serbest tevbigere, madeya 129b li huqûqa ceza zêde kiriye û got; “Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Lîbyayê û Artêşa Sûriyeya Azad her çendî tundiyê bi kar tînin, lê belê Almanya wana weke “terorîst” nabîne û li ser vê re jî alîkariya çekdan dide wan."

'HUKÛMET BIRYARA DARIZANDINÊ DIDE'

Parêzera Alman Britta Eder ku dozen li dijî Kurdan ji nêzîk ve dişopîne jî destnîşan dike ku karanîna madeya 129b li dijî Kurdan pêkanîneke dijî demokrasiyê ye. Eder diyar kir ku li gorî rewşên polîtîk û jeostratejîk ên hukûmetê biryar tê dayîn ka dê kî were darizandin û got; “Ev kesane li dijî rejîmeke dîkdator têdikoşin an jî endamên tevgerek a azadiyê ne? Ev yek ne li xema organên daraza Almanyayê ne.”

Endamê Meclîsa Federal Andrej Hunko yê ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe gelek hewl dide û gelek caran çûye Kurdistanê, jî destnîşan kir ku TIrkiye ji polîtîkayên Almanyayê yên li hemberî Kurdan û krîmînalîzekirina Kurdan cesaretê digire. Tevî Hunko û Ulla Jelpke, gelek parlementerên Partiya Çepgir a Almanyayê, bang li hukûmeta Alman dikin ku dest ji van polîtîkayên li hemberî Kurdan berdin.

ANF NEWS AGENCY