Dr. Gunay: Divê dermankirina girtiyan li girtîgehan jî pê şopandin
Girtiyan ku ketibûn greva birçîbûnê û piştî dawî li çalakiya xwe anîn, hinek jiwan li nexweşxaneyan tên dermankirin û hinek ji wan jî dîsa sewqî girtîgehan kirin.
Girtiyan ku ketibûn greva birçîbûnê û piştî dawî li çalakiya xwe anîn, hinek jiwan li nexweşxaneyan tên dermankirin û hinek ji wan jî dîsa sewqî girtîgehan kirin. Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Cengîz Gunay, diyar kir ku pêwiste rewşa girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê bên şopandin û her tim di bin venêrtiyê de be. Gunay, da zanîn ku niha teqez ninkarin tiştekî bêjin û ancak 3 hefte şûnde der barê tenduristiya wan de diştekî bêjin.
Girtiyên PKK'ê û PAKJK'ê tu di 12'ê Îlonê de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên gelê kurd ên demokratîk pêk bên, ketibûn çalakiya greva birçîbûnê. Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û banga "Çalakî gihiştiye armanca xwe bila lezgin dest ji çalakiya greva birçûbûnê berdin" kir, çalakiya greva birçîbûnê ku 68 rojan berdewam kir bi dawî bû. Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku dawî li çalakiya xwe anîn dermankirin qebûl kirin û gelek ji wan rakirin nexweşxaneyan. 49 girtiyên Girtîgeha Tîpa D û E yên Amedê rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê. Girtiyên ku nêzî hefteyek e dermankirina wan li nexeşxaneyê didomin hêj rewşa tenduristiya wan başe nebaşe diyar nebûye. Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Cengîz Gunay, diyar kir ku pêwiste rewşa girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê bên şopandin û her tim di bin venêrtiyê de be. Dr. Gunay, da zanîn ku niha teqez ninkarin tiştekî bêjin û ancak 3 hefte şûnde der barê tenduristiya wan de diştekî bêjin. Dr. Gunay, anî ziman ku yekîneya ku ji hekîmên pispor ên Amedê pêk dihat venêrtin kir û wiha got: "Di vê mijarê de krîz derketibû. Dema girtî anin nexweşxaneyê kelepçekirî anîn. Li gorî protokolo Stenbolê û navneteweyî ev nexweşên me ne û lazim e destûra vê yekê neyê dayîn. Li ser vê mijarê helwesta me zelal e. Li ser vê mijarê hevdîtinên me yên bi Wezareta Dadê, wezareta Tenduristiyê re çêbûn. Piştî van hevdîtinan krîz derket. Piştî kirîza kelepçeyan hevalên me bi lezgîn dest bi dermankirinê kirin. 49 girtî anîn nexweşxaneyê. 24 hem di koma ewil de bûn. Kesên nexweşiyên wan ên kronik hebûn bi lezgîn hatin dermankirin. 26 girtiyên ku niha rewşa wan baş dîsa şandin girtîgehan. " 'Li girtîgeha Çewlîkê girtî nebirin nexweşxaneyê'
Dr. Gunay, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê di 2 rojên ewil de girtî bi riya tamaran xwedî dikirin û vitamin dan wan. Gunay, anî ziman ku piştî dermankirina 2 rojan mama dan girtiyan. Gunay, destnîşan kir ku heta demekê divê li girtîgehê jî rewş û tenduristiya girtiyan bê şopandin û wiha got: "En niha dikarin bêjin nexweşiyên norolojik defisit tune, lê ev ne teqez e. Em nikarin ji niha de ji bo rojên pêş teqez tiştekî bêjin. Lazim e 3 hefde di ser dermankirinê re derbas bibe. Piştî 3 hefteyan em dikarin der barê rewşa tenduristiya girtiyan de tiştekî teqez bêjin. Lê li hin cihan diyetên cuda û şaş tên dayîn. Divê dermankirina girtiyan bi rêk û pêk bê şopandin û li gorî plana ku doktoran derxistiye girtî bên dermankirin. Li Amedê niha bernameya termankirinê baş e pirsgirek tune. Li gorî agahiyên ku me ji malbatman girt, hêj nikarin xwarina normal bixwin. Xwarina diyetê dixwin. Ev rêbaza xwarinê niha baş e lazim e li gorî van pivanên receteyê bidome. Li Sêrt, Êlih û Mêrdînê ji girtî birin nexweşxaneyê. Li Çewlîkê kirîza kelepçeyan hebû. Ji ber kirîzê girtî nebirin nexweşwxaneyê. Pirsgirêka krîzê çareser nebû. Li gel ku em bi Wezareta Dadê û Tenduristiyê re axivîn jî ev pirsgirêka krîza kelepçeyê çareser nebû. Me xwestibû ku krîz rabe û girtiyan bibin nexweşxaneye derman bikin."
Dr. Gunay, destnîşan kir ku li Boluyê girtiyên ku 68 rojan ketin greva birçîbunê birin nexweşxaneyê tahlîlê wan girtin û wiha got: "Me bihîst ku piştî talhîlê wan girtin dîsa ew birin girtîgehan. Piştî ew birin girîgehan li şûna wan bi serûman xwedî bikin bi şîr û şorbeyê xwedî kirin. Me li ser vê yekê jî bi wezareta Tenduristî û Dadê re hevdîtin pêk anî. Lazim bû ku wisa nebûya."
'Divê heyeta Odeya Tabîban mudaxaleyî girtîgehan bikin'
Gunay, da zanîn ku ew bi maseya qirîzê û Komîteya Şopandina Girtîgehan rewşa girtîgehan dişopînin û wiha berdewam kir: "Piştî girtî vegeriyan girtîgehan jî divê girtî vê pêvajoyê li girtîgehan jî bişopîne. Divê heyeta serbixwe ya ji aliye Oteya Tabîban ve hatiye avakirin li girtîgehan venêrtiyê bikin. Ji ber ku dibe pirsgirêken nexweşiyên norolojik berdewam bikin û derkevin holê. Me hemû alîkarî da Wezareta Tenduristiyê. Em dê vê pêvajoyê bişopînin û bipirsin.
Dr. Gunay, anî ziman ku malbat u parêzeran jî xwest bi girtiyan re hevditin pek bînin, lê diyar kirin ku ancak destûrê ji dozger bigrin û pişt re hevditin pêk bînin.
DİHA