Dr. Mehmûd Osman: Tirkiye û Îran xwe xwediyê malê dibînin
Hevpeyvîn bi Dr. Mehmûd Osman re: Tirkiye û Îran xwe xwediyê malê dibînin
PEYWEND KURDÎ/HEWLÊR/ROJNEWS Siyasetmedar û parlamentere kurd ê berê yê parlamentoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman di hevpeyvînek ligel RojNewsê de rexne li rêveberiya kurd a li Herêma Kurdistanê digire û dibêje, nekarîne şerê li dijî DAIŞ’ê baş bixwînin. Dr. Mehmûd rexne li operasyona azadkirina Şengalê jî girt û got, divê berî destpêkirina operasyonê peymanek di navbera hêzan de hatiban çêkirin.
Dr. Mehmûd Osman ragihand ku dema wê yekê hatiye kurd li her çar parçeyên Kurdistanê xwediyê hêzekî leşkerî ya netewî bin û got: “Ger di navbera hêzên Şengalê de peymanek hebûya, operasyon wê serkeftîtir bûya.” Derbarê baregehên leşkerî yên Îran û Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê jî Dr. Mehmûd Osman wiha got: “Armanca wan dagirkirine û gelek zererên wê hene. Heta Herêma Kurdistanê di vî warî de giraniya xwe ji dest da ye.”
Berî êrişa Şengalê divê hevgirtineke hêzan çêbibûya
RojNews: Niha operasyona rizgarkirina Şengalê berdewame û gelek hêz di nav de beşdar bûne. Bi dîtina we ti peymanek fermî di navbera hêzan de heye?
Dr. Mehmûd Osman: Ti peymanek di navbera hêzên ku tevlî operasyona rizgarkirina Şengalê de bûne nîne. Bi dîtina min ev xirabe. Pêwîst bû despêkê bi hev re planek hatiban dariştin û alîkariya hev kiriban. Bi vî awayî wê baştir bûya û di ragihandinan de jî bi navê Hêzên Rizgarkirina Şengalê operasyon hatiban bin av kirin. Bê guman hêjmara hêzên pêşmergeyan ên li Şengalê ji hemû hêzan zêdetire, lê li wir hêzen din jî hene. Hêzên weke YPG, YPJ û gelek kesên dilxwaz jî hene û peywendiya wan bi ti hêzan ve nîne. Lewra bi dîtina min ger bi hev re bûna, wê serkeftîr bûya û ger planek dariştiban. Ji ber niha şerek heye û her yek bi awayekê behs dike, bê guman ev karekî nebaşe. Pêwîst bû berî despêkirina vî şerî, hewl bihata dayîn ku çekên giran ji bo pêşmergeyan hatiban veqetandin. Pêwîst bû hewl bihata dayîn ku heta hêzên Iraqê û aliyên din jî bibûna alîkar. Ji ber vê yekê divê em alîkar bin û ji bo hêzekî hevbeş hebe, ev yek baştire.
Pêwîste li Kurdistanê hêzekî neteweyî hebe
Pêwîste li Kurdistanê hêzekî neteweyî hebe. Ji ber ev şerên ligel DAIŞ’ê rûdidin, li başûr û rojavayê Kurdistanê derket. Hêzên hemû parçeyên Kurdistanê di nav de beşdarbûne û di şer de bi hev re xwîna xwe rijandine. Ji ber vê yekê hebûna hêzek di çarçoveyekî neteweyî de karekî başe û ji bo em bikarin çawa ligel DAIŞ’ê bi serkeftî xwe biparêzin.
Tirkiye alîkariya DAIŞ’ê dike
Ger ji despêkê ve peymanek hebûya, wê operasyona Şengalê baştir derbas bibûya. Niha li Kobanê zêdetir YPG/YPJ bi rûbirûbûnê ligel DAIŞ’ê ve mijûlin, lê di heman demê de pêşmerge alîkariya wan dikin. Li başûr jî pêşmerge li hember DAIŞ’ê radiwestin, lê YPG/YPJ û yên din alîkariya wan dikin. Bi giştî ev şer bûye şerekî netewî. Şer bi awayekê ye ku DAIŞ hatiye û êrişê kurdan dike, kurd li hemû parçeyan li dij radiwestin. Di heman demê de kurdan li Tirkiyê pirsgirêk ligel Tirkiyê hene, lewra Tirkiye li aliyê DAIŞ’ê ye. Îran jî şerê DAIŞ’ê dike, lê mercên wan hene. Ji ber vê yekê bi dîtina min ger çarçoveyekî neteweyî ya leşkerî hebûya wê baştir bûya. Lê ger çarçoveyekî siyasî ya neteweyî hebûya, wê demê wê hê baştir bûya. Ji ber heta çarçoveyekî siyasî ya neteweyî nebe, tiştekên derbarê pêngavên neteweyî yên derbarê leşkerî de ne hêsane ku werin cîbicîkirin.
Hûn di wê baweriyê de ne ku heta Mûsil neyê paqijkirin, Şengal, Mexmûr û heta Dihok jî aram nabe?
Dr. Mehmûd Osman: Berê û niha jî pêşmerge şerekî bi qehremanî meşandine. Pêşmerge, YPG/YPJ, kurdên Rojhilat û gelekên din şehîd û birîndar dane. Lê ji ber ku çekên giran tûne ne, DAIŞ nêzî wanin. Mînak: Şer dikin û DAIŞ’ê derdixin. Dîsa DAIŞ êriş dike û şer destpê dike. Lewra bê guman heta navendên DAIŞ’ê li Mûsil, Telehfer, Şengal û navçeyên din bimîne, DAIŞ wê her were, biçe, êriş bike û zererê bigihîne. Ji ber vê yekê ger navendên serekî nemînin, wê demê em dikarin navçeyên xwe ji şer û kuştinan dûr bixin. Ji metirsiyan dûr bixin û ji bo din ava ewlekariyê de bijîn.
Tirkiye ne dostê kurdane
Despêkê, berî Şengal û cihên din dagir bikin, hêzên kurdî amadekariyên xwe kiribûn; lê ne li benda wê yekê bûn DAIŞ êrişî wan bike. Bi baweriya wan êriş ji bo Bexdayê ne û ji bo rejîma Malikî hilweşînin. Bê guman bi dîtina min ev ne rast bû û şîrovekirinekî şaş bû. Pêwîst bû di nava amadekariyan de bûna û zanîbûna DAIŞ dikare êrişî Kurdistanê jî bike. Lewra xwe amadekiriban, lê amadekarî ne wekî pêwîst bûn. Ji ber ku ne dizanîn aliyê şer çawa ye. Dema Mûsil şikest, Telehfer û cihên din hatin dagirkirin. DAIŞ heta Tigrîtê çû û piştre vegeriya ser Kurdistanê. Raste DAIŞ zêdetir li dijî Şîe û deshilatdariya wane, lê li dijî Kurdistanê ye. Ji ber ku kurd sêkûler û netewîne. Piştre jî Tirkiye li pişt DAIŞ’ê ye. Tirkiye ne dostê kurdane û ev yek diyare. Ji ber vê yekê pêwîst bû rêveberiya kurd hê zêdetir di şîroveyên xwe de li bende bûna ku DAIŞ wê êrişî me bike.
Dem hatiye hêzekî neteweyî bê avakirin
Niha li Şengal, Kerkûk, Kobanê û cihên din hêzên YPG/YPJ, pêşmerge û gêrîllayên HPG’ê di eniyekê de li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Gelo dema wê yekê nehatiye hêzekî leşkerî ya netewî bê avakirin?
Dr. Mehmûd Osman: Bê gûman dema wê yekê hatiye ku hêzekî leşkerî ya neteweyî bê avakirin, lê divê berî vê yekê Kongreya Netewî bê lidarxistin. Gelek caran Kongreya Netewî hat lidarxistin. Me li sala 1970’an ve hewl da ku ev kongre were lidarxistin ango berî 45 salan. Cara yekemîn li Beyrûdê, piştre li Belcîka, piştre li Fransa û herwiha li Kurdistanê jî hewldan çêbûn. Lê hewldan bi ser neketin. Dû sedemên serneketina wê jî hene. Ya yekemîn nakokiyên hizbanin. Ya duyemîn jî siyaseta dagirkeran. Bi taybet jî Îran û Tirkiye. Herî dawî hemû partî ligel hev kom bûn, lê dîsa serneketin. Ger Kongreya Netewî bê lidarxistin, wê bernameyekî neteweyî ji bo stratejiyekî netewî, parastin û êrişan hebe. Piştre dikarin li ser vî bingehî hêzekî leşkerî ya netewî û hevbeş hebe, ji bo parastin û êrişan. Ango em hewl bidin ku çarçoveyeke xebatên xwe yên neteweyî hebe. Wekî çarçoveyekî leşkerî, ligel wê leşkerî û hemû karên din dikarin werin kirin. Lê ji ber ku heta niha çarçoveyekî neteweyî û siyasî nîne, tiştên din bi hêsanî nikarin werin cîbicîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê nameyek ji bo hevgirtina hêzên pêşmergeyan ji bo wezareta pêşmergeyan şand û ji 7 xalan pêk dihat. Li ser vê yekê çend aliyan siyasî nerazîbûn nîşan dan. Dîtina we çiye?
Dr. Mehmûd Osman: Berî jî gelek caran hewldanên bi vî awayî çêbûn. Ger ev bê kirin, karekî başe. Ji sala 2006’an heta niha gelek biryar hatine dayîn û gelek civîn hatine lidarxistin. Gelek caran YNK û PDK’ê civiyane û biryar dane karên bi vî awayî bikin. Ji ber ku wan hêzên leşker hene, lê heta niha nehatiye cîbicîkirin û tenê gotin bûn. Ez ditirsim vê carê jî neyê cîbicîkirin. Ji ber ku berî ew daxuyanî were dayîn, pêwîst bû di navbera partiyên ku çekdar û pêşmerge hene de peyman li ser wê yekê hatiba kirin ku pêşmerge çawa hev bigirin. Piştre biryar hatiban dayîn. Ji ber niha gengaze serokê Herêma Kurdistanê biryarê derbixe, lê aliyê din heye û dibêjin, em ji vê yekê nehatine agahdarkirin û giring nabînin ku wekî YNK. Ji ber vê bi baweriya min ne hêsane ku ev mesele bi biryarê bê cîbicîkirin. Ji bilî vê yekê ne tenê pêşmerge hene, asayîş, darayî, wezareta navxwe û siyaseta me ya derve heye. Pêwîste ev jî hev bigirin û hemû girêdayî hikûmetê bin. Ev kar jî tenê bi biryarê nayê kirin. Pêwîstiya vî karî bi civîn û biryargirtinê heye. Her aliyê ku li aliyê xwe girêdayî be û pêngavan bavêje ku çi bê kirin, ji pêngava yekemîn heta dawiyê û bi vî awayî hêdî hêdî were cîbicîkirin. Ji ber ev 9 sale gelek biryar di vê derbarê de hatine dayîn, lê nehatine cîbicîkirin. Heta niha li Herêma Kurdistanê du rêveberî hene
Heta niha li Herêma Kurdistanê du rêveberî hene. Mînak: Her kesê diçe sînorê yê din, li wir bi awayekê ye û li vir bi awayekî din e. Heta niha jî bandora partiyan li ser dezgehên hikûmî hene. Ev jî karekî xirabe. Yek ji tiştên herî xirab ên Herêma Kurdistanê ewe ku heta niha fikrên hizbî yên teng di nava hikûmetê de hene. Hizbîtî li ser kurdayetî û rêveberiyê bûye deshlatdar. Mînak: Niha parlamento biryarê didin ser partiyan û partî çi biryarekê bidin, parlamento jî wisa diçe. Partî çawa biryarê bidin, hikûmet bi wî awayî tevger dike. Hikûmet, parlamento û hemû partî birêve dibin. Rêveberên partiyan bi rê ve dibin. Ev karekî şaşe. Divê siyaseta partiyan hebe, hikûmet û parlamento xwediyê siyaseta xwe be û cûda be. Lê mixabin heta niha nehatiye kirin. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê du rêveberî hene. Her partî û hêzekê îradeya xwe ya siyasî heye. Lewra yekxistna pêşmerge, nehiştina du rêveberî û saziyên hikûmet, parlamento, dezgehên hikûmet û gelek tiştên din, ne karekî hêsane...
Hebûna baregehên Tirkiyê tê wateya dagirkirinê
Hê jî navendên leşkerî yên Tirkiyê li başûrê Kurdistanê hene. Berê jî derbarê nehiştina wan de kampanya hatin destpê kirin, 470 hezar îmze hatin komkirin û pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê hatibûn kirin. Hûn derbarê mana navendên leşkerî yên Tirkiyê de çi dibêjin?
Dr. Mehmûd Osman: Berê jî min nêrîna xwe li ser vê yekê anî bû ziman. Wateya hebûna wan navendan, tê wateya dagirkirinê û xaka me dagirkirine. Raste di dema birakujiyê de hatibûn, lê bi neheqî li wirin. Gelek caran hemû aliyan daxwaz kirin ku ew hêz li vir nemînin, lê neçûne. Amerîka jî pişta Tirkiyê girtiye ne ya kurdan. Lewra heta niha li vê navçeyê mane. Berê jî hikûmet, parlamento û me jî daxwaz kir ku gelek îmze ji bo vê mijarê hatine komkirin; lê her ew hêz li vir mane. Lewra bi dîtina min divê daxwaz bê kirin ku biçin. Ger neçûn jî, Herêma Kurdistanê yan jî Bexda dikare daxwaza yasayî li ser asta neteweyî û civata asayîşa navneteweyî tomar bike. Dewletek hatiye û hêza xwe ya leşkerî li welatekî din daniye, bêyî gel û berpirsên navçeyê razî bin. Herwiha bêyî ku pêwîst bike ku li wan navçeyan bin. Divê daxwaz ji wan bê kirin ku biçin derve.
Îran dibêje me Hewlêr û Bexda rizgar kiriye
Ji bo Îranê jî heman tişte. Herçendî ku Îran hatiye û li dijî DAIŞ’ê alîkariya xelkê kiriye, lê hatine radigihînin dibêjin, me Hewlêr û Bexda rizgarkiriye, ger ne ji ber me bûya wê hikûmeta Ebadî ji nav çûba û van gotinane dikin. Ev tê wateyê ku dest li karûbarên Iraqê werdidin. Ti giraniyeke Iraqê nameye. Ti giraniya Herêma Kurdistanê jî nemaye. Di demek ku ew dibêjin, ger ne ji ber me bûya, Hewlêr niha hatibû kontrolkirin. Raste ev tiştane tune ne, ji ber wê yekê bi dîtina min awayê hatina wan destlêwerdane. Eger hikûmeta Iraqê yan hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz kiribin ku alîkariya wan bikin, ev tiştekî asayiye. Lê agahdariya min ji wê yekê nîne ku hikûmeta Iraq an jî ya Herêma Kurdistanê daxwazekî fermî kiribin. Dibe ku partiyek an jî aliyekê daxwaz kiribe. Ev karekî ne başe û siberojê wê zererekî mezin bigihîne me. Ji ber ew tên û ligel hêzên dilxwaz ên Şîeyan û hinek kesên din ku ligel wan tên navçeyekê rizgar dikin. Dema DAIŞ nema, wê demê di navbera kurd û şîeyan de dibe pirsgirêk.
Nabe destûr bê dayîn hêzên derve bên Kurdistanê
Mînak: Niha li Xûrmatû pirsgirêkên bi vî awayî hene. Ji ber vê yekê pêwîste hewl bê dayîn ku ew hêzên dervene, destûr neyê dayîn ku bên nava xaka me de. Tenê ger me bi awayekî fermî daxwaz jê kir û di demek ku pêwîstiya me bi alîkariya wan hebe, lê mixabin ew xwe wekî xwediyê malê dibînin. Bi keyfa xwe tên û diçin, pirsa kesê nakin.
Bi hatina Ebadî re nakokî kêmtir bûn
Piştî peymana navbera Hewlêr û Bexdayê de, niha ev pirsgirêk di kîjan astê de ne? Gelo hûn bi van civînên tên kirin keyfxweş in?
Dr. Mehmûd Osman: Ev çend sale pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de xirab bûne. Sedema wê jî peywendiyên hikûmeta Malikî ya ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Gelek nakokî hebûn, lê bi hatina Ebadî re ew peywendî hinekê baştir bûn. Peymanek hatiye çêkirin, di dema xwe de serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê. Piştî vê hinek peymanên din jî hatin kirin û divê guftûgoyên din jî werin kirin. Ji ber pirsgirêk ne tenê petrole, pirsgirêka xakê, maddeya 140 û pêşmergeyan heye. Pirsgirêka wê yekê heye ku divê li Iraqê petrol û gaz bê yasayîkirin. Ji bo van tiştek nehatiye kirin.
Şandekî leşkerî li ser daxwaza Amerîka çû Bexdayê. Ji ber ku Amerîka dixwaza hemahengî di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê û bi taybet jî girtina Mûsilê de hebe. Lê bi dîtina min divê guftûgoyên ciddî li ser asta bilind bê kirin û ev jî dikare bi rêya komîsyonekê ve bê kirin. Min demekê pêşniyar kiribû komîsyonek taybet ji bo danûstandinan hebe û ji bo behsa pirsgirêkên din jî bê kirin. Hêvîdarim hêdî-hêdî biçin û bigihin encamekê. Herçendî em nikarin heta niha zêde keyfxweş bin, herwiha hêviya me heye ku hewl bê dayîn û aliyê sêyemîn wekî Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û aliyê din alîkar bin û ji bo pirsgirêk bên çareserkirin.
Nirxê petrolê bandor çêkir
Niha du tiştên giring hene, ew jî nirxê petrolê nizim bûye. Ev jî bandorê li ser budceya wan û me jî kiriye. Di heman demê de em hemû rastî şerê DAIŞ’ê hatine û bandora vê yekê jî hebû. Di vî warî de jî pirsgirêk ji bo herdu aliyan zêdetir bûne. Lewra divê zêdetir alîkariya hev bikin û ji bo pirsgirêk zû werin çareserkirin.
Divê kurd hevgirtî û xwediyê yek helwestê bin
Di dawiyê de tişta min her cihê gotî û dibêjim, ez daxwaz ji hemû serok, kesên biryar di destê wan de û hemû partiyên her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku hev bigirin û xwediyê helwestekê bin. Hemû bi hev re şer dikin û xwîna zarokên me tevlî hev bûye. Li bakûr, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê hewl bê dayîn û ew jî vê rewşê wekî derfetekê bibînin. Rewşa navneteweyî niha ji bo kurdan guncawe û gelek behsa kurdan tê kirin. Em neteweyekin û mafê me yê çarenivîsê heye. Herwiha pirsgirêkên xwe yên ligel Bexda, Îran û Tirkiyê çareser bikin û hemû bi hev re bi stratejiyekê kar bikin. Lewra ez daxwaza hevgirtinê dikim. Ez daxwaz dikim ku di asta wê xebata pêşmerge û şervanan de bin. Divê alî yekgirtî û xwediyê yek helwestê bin, ne li dijî hevin bin û êrişî hev nekin. Ji bo bikarin pirsgirêka kurd a mezin bûyî, ber bi pêş ve bibin. Herwiha di asta derve de piştgiriya hev bigirin û li hundir jî hev bigirin.