Du gundên Serêkaniyê hatin rizgarkirin, paqijiya Xabûrê didome
SERÊKANIYÊ/TIL TEMIR – Şervanên YPG’ê li herêma Serêkaniyê 2 gundên din ji çeteyan rizgar kirin. Li gundên herêma Xabûr ên li ser riya Til Temir û Hesekê jî, xebatên paqijkirina bermahiyên çeteyan didomin.
Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ku li ser daxwaza gelê herêmê ji aliyê YPG’ê ve li xeta Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê hatiye destpêkirin di roja 18’an de didome.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, hêzên YPG’ê şevê din Sarelî û Til Cenep ku 31 kîlometre dikevin başûr rojavayê Serêkaniyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şeva borî jî gundên Wedahiyê, Xircir û Tuwcil ji çeteyan hatibûn rizgarkirin.
Li xeta Til Temir û Hesekê 4 cenazeyên çeteyan hatin dîtin
Li xeta Til Temir û Hesekê jî piştî ku şervanên YPG’ê Çiyayê Kizwanan di 20’ê gulanê de ji çeteyan paqij kir, li gundên herêma Xabûr ên Asuriyan ku hatine rizgarkirin, bi armanca paqijkirina bermahiyên çeteyan, xebatên lêgerînê didomin.
Duh danê nîvro hêzên YPG’ê li gundên Til Sikra, Til Tal, Til Hirmiz, Til Mixas, Maxata û Xerîta, xebatên lêgerînê meşandin. Di encama lêgerînan de li gundên Xerîta 3 cenaze û li gundê Til Hirmiz jî cenazeyekî çeteyan hatin dîtin. Her wiha kelaşnîkofek hate dîtin.
Çeteyên DAIŞ’ê dema ku ji gundan reviyan bi sedan mayin çandine û kemîn danîne. Lewre şervanên YPG’ê ji bo paqijkirina van mayîn û kemînan jî xebatan dimeşînin.
(mne/aç)
ANHA