Du mamosteyên Zankoya Cambridge tezên Ocalan şîrove dikin-Beşa-1
Du mamosteyên zankoya Cambridge ya Londonê parêzname û tezên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi çend rêze gotaran şîrove dikin û modela konfederalîzma demokratîk ya Ocalan weke çareseriyeke alternatîf a ji bo pirsgirêkên herêmê dinirxînin
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN
Du mamosteyên Zankoya Cambridge ya Londonê di çarçoveya rêze gotarên hevpar yên bi navê ‘Temaşekirinek li mijarên Abdullah Ocalan yên di derbarê şaristaniya demokratîk de’ şîroveyek belavkirin.
Dr. Donald û Dr. Thomas Jeffrey Miley li Zankoya Cambridge di rêze gotaran de ku em weke RojNews belav dikin de, li ser tezên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan şîrove dikin û dibêjin: “Parastin û qehremaniya Kobanî bûye sedem ku bala cîhanê bikişîne ser xwe. Hêza vê tevgerê ya têkoşînê hiştiye ku gel di derdora armanceke hevpar de kom bibin. Bûye sedem ku mirov ji bo armancekî canê xwe feda bikin. Helbet ev armanceke pîroz a ji projeya konfederalîzma demokratîk pêktê ku niha weke çareseriyeke alternatîf ji rewşa xirab, malwêranî û bê serûberiya niha li Rojhilata Navîn serwere re pêşkêş dike.”
Pêşekiya gotarê wiha destpê dike:
“Em rêz didin Abdullah Ocalan. Ev kesayetê hatiye girtin Rêbertiya Tevgera Azadîxwaz ya Kurd dike û bi zincîran li zinarên zîndana Îmraliyê ve girêdane ku xwedî tezên bihêz yên siyasî ye.
Tezên wî bûye sedema pêkhatina şoreşa Rojava (rojavayê Kurdistan) li Sûriye. Her wiha tezên Ocalan bûye sedema bihêzkirina parastina Kurd li dijî zordarî û hovîtiya Receb Tayîb Erdogan li Başûr Rojhilatê Tirkiye (bakurê Kurdistan) û cihên din jî.
Parastina qehremanane ya Kobanî bala cîhanê kişandiye ser xwe. Hêza vê tevgerê ya ji têkoşînê re hişt ku gel di derdora armanceke hevpar de bicivin û xwe biparêzin. Berdêl dan û xwe ji bo armanceke pîroz fedakirin. Ev jî jêdera xwe ji projeya Konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan digire ku ev jî weke çareseriyeke alternatîf pêşkêş kir. Ev çareseriya alternatîf ji bo ev rewşa nexweş û parçebûyî ya Rojhilata Navîn hatiye pêşkêş kirin.
Projeya Konfederalîzma Demokratîk li Rojava pêşî li guhertinên radîkal vekiriye. Di heman demê de demokrasiya rasterast li ser bingeha meclîsên gel ku ji aliyê welatiyan bixwe ve tê xebitandin û parastina wê dikin, pêş xistiye.
Ev teza Ocalan hiştiye ku guhertineke bingehîn a demokratîk pêk werê ku ev jî girîngî dide azadî û rizgariya hemû beşên civakê û jinê. Di heman demê de pergala hevserokatiyê ya ji jin û mêr pêktê, esas digire. Bi pêkanîna pergala kota re wekheviya di navbera jin û mêr de bihêztir dike. Ev jî bi rêya di hemû formên nûnertiya siyasî û bi rêxistinkirina meclîsên jinan û akademiyên jinan de jiyanî dibe.
Ocalan girîngî dide ekolojiya civakî û jiyana xwezayî. Lê, axa wan ji aliyê hêzên emperyalîst û dagirker ve hatiye parçekirin, dabeşkirin ku diviyabû li şûna neft derkeve xwîn tê rijandin û asîmanên wan weke bazinekî xîz dikin.
Ev tez xwe dispêre pêkhateyên demokratîk, guhertinên radîkal, parastina xwe, azadiya cinsî, çandî û baweriyan a weke nexşe rêyekî rasterast ji bo aşitiyê.
Ev Nexşe Rê ji aliyê ev Rêberê di zîndanê de ku di rewşeke zehf dijwar û nebaş de tê ragirtin ve hatiye pêşkêşkirin. Lê tevî van hemû şert û zirûfên nebaş jî bûye kesayetekî balkêş, bibandor û afirîner. Di heman demê de karî modela Konfederalîzma Demokratîk jî pêşkêş bike. Evane jî di destpêkê de li dadgehê weke parastina xwe pêşkêş kir. Ocalan van pirtûkan weke parastinê pêşkêşê dadgehê kir. Ocalan di zîndanê de îspat kir ku dikare xwedî fikrên azad be. Mîna kesayetên weke Trotsky, Gramsci, Malcolm û Mandela Ocalan jî li pişt qefesa zîndanê de wextê xwe baş bikaranîn, xwand û nivîsand, ev jî hişt ku van pirtûkan derxe. Ev jî hişt ku bandoreke mezin li ser gel û cîhana nû jî bike.
Pênc pirtûkên xwe hene. Yek ji van pênc pirtûkan jî bi navê pirtûka bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk e. Ocalan di van pirtûkan de hewl daye pirsgirêkên mezin yên dîrokî ku jêdera xwe ji şaristaniya sermayedarî digire derxe holê. Di heman demê de dadikeve dîroka demokrasiyê ya dû dirêj, ku jixwe niha vêya weke çareseriyekî alternatîf pêşniyar dike.
Ocalan di şertên derveyî mirovahiyê û dibin êşkenceyê de vana nivîsiye. Di heman demê de bi derfetekî zehf kêm vêya nivîsiye ku lê, di encam de ev felsefe bi gewdebû.
Têbinî: Ev beşa pêşekî ya gotara van herdu mamosteyên zanko yên Cambridge ya Londonêye yên bi navê Dr. Donald û Dr. Thomas Jeffrey Miley, me bi were parve kir. Emê beşên din yên vê gotarê jî di ajansa xwede bi weşînin.