Du wezîrên tirk îstifa kirin!
08:40 25.12.2013
AMED (DÎHA) - Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê Zafer Çaglayan piştî îdîayên der barê wî yên nelirêtî, ruşwet û diziyê ji peyvira xwe îstîfa kir.
Di 17'ê kanûnê de 3 zarokên wezîran ku kurê Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan jî di navde 52 kes di operasyona nelirêtî û ruşwetê hatibûn binçavkirin. Di van operasyonan de zarokên wezîran jî di navde 24 kes hatibûn girtin. Piştî operasyonê û îdîayên der barê Wezîr Çaglayan de, Çaglayan ji peyvira xwe îstîfa kir.
(mae)
Li dû Çaglayan Guler îstifa kir ENQERE 25.12.2013 08:42:30 Di nava hikûmeta AKP'ê de îstifayên destpêkê yên ji ber operasyonên nelirêtî û bertîlê, îro hatin. Li dû Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler îstifa kir.
Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler got, "Di 17'ê Kanûnê de min ji Birêz Serokwezîr efûya xwe ya ji wezîfeyê xwestibû, îro jî bi awayekî nivîskî heman daxwaz pêşkêşî Birêz Serokwezîrê xwe kir."
Hat ragihandin ku Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan jî îro neçûye meqama xwe û ji mala xwe bi fermanê îstifaya xwe daye nivîsandin.
Îstifa di demeke ku Serokwezîr Erdogan di vegera ji Pakîstanê de li mala xwe ya Stenbolê bi hin wezîran re rûnişt, rast hatin. Tê gotin di civîna duh bi şev de Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler, Wezîrê Yekitiya Ewropayê Egemen Bagiş û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar amade bûn.
Kurê Çaglayan û xizmên wî, di çarçoveya operasyona 17'ê Kanûnê ya nelirêtî û bertîlê de hatibûn girtin. Hatibû îdîakirin ku Çaglayan û wezîrên din ên navê wan di lêpirsînê de derbas dibin, îstifaya xwe pêşkêşî Serokwezîr Erdogan kiribûn.
Tê payîn siyasetmedarên navê wan di operasyona nelirêtiyê de derbas dibin, îstifa bikin.
JI CHP'Ê NIRXANDINA DESTPÊKÊ
Şîroveya destpêkê ya li ser îstifaya Çaglayan Cîgirê Serokê Koma CHP'ê Mûharrem Înce kir. Înce di şîroveya xwe ya li ser hesabê yê yê Twîtterê de gotina "Têrê nake, lê erê" bikar anî.