Du xwîşkên dildarê azadiyê: Rahşan û Handan
HULYA OKALÎN
AMED (DÎHA) - Dayîka endamên PKK'ê Handan Boyraz û Rahşan Boyraz ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku zarokên wê li ber deriyê girtigehê mezin bûne û got ku ji ber, her tim rastî zilma dewletê hatine, zarokên wê berê xwe dane çiyê.
Ji dîrokê heya niha jin her tim ji bo azadiyê û jiyanake hevpar di nava têkoşineke mezin de bûn. Her wiha bi destpêka têkoşîna PKK'ê, jinên kurd ji bo azadiyê û xeyalên xwe yên wekheviyê bicihbînin di temenên xwe yên biçûk de bi dildariyeke mezin berê xwe didin çiyayên Kurdîstanê. Yek ji van evîndarên azadiyê jî xwîşkên bi navê Rahşan Boyraz (Denîz Helîn) û Handan Boynaz (Dîcle) in. Rahşan Boyraz, di sala 1973'ê an de li Sîwasê tê dinê. Malbata Boyraz di salên 1975'an de ji ber sedemên aboriyê berê xwe dan bajarê Dîlokê û jiyana xwe li wê derê berdewam kirin. Boyraz, têkoşîna kurdan ji du birayên xwe yên ku ji doza PKK'ê bi salan di girtigehê de man hîn dibe. Boyraz, ji ber zilm û zordariya dewletê ya li ser wan di sala 1989'an têvlî nava refên PKK'ê dibe. Boyraz, nezî du salan parazvaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û pîşt re li Rojava di nava refên PKK'ê de ji gerillayan re fermandariyê dike. Boyraz di 24'ê îlona 1996'an de li çiyayê Dersîmê di encama pêvçûnekî de bi 2 rêhevalên xwe re jiyana xwe jidest dide.
Handan gelek di bin bandora têkoşina Rahşan de maye
Her wiha xuşka Rahşan, Handan Boyraz (Denîz Hêlîn) jî di 16 saliya xwe de ji ber ku dibin bîr û baweriya xuşka xwe de meye, li pêy şopa xwîşka xwe tevli PKK'ê bû Poyraz di sala 1993'yan de li Stanbolê têvlî refên PKK'ê dibe û di sala 1997'an di li Sîvasê di şerde jiyana xwe ji dest dide.
'Dema ku ez şehîd bikevin min li Amedê veşêrin'
Malbata Boyraz, piştî agahî digire ku her du keçên wan jî jiyana xwe ji dest dane, bi salan ji bo xwe bigehînin cenazeyên wan, dest bi hewldanan kir. Malbatê, di encama hewldanan de, xwe gihand cenazeya keça xwe Rahşan Boyraz a ku li Gorîstana Bêkesan ya Dersîmê ji aliyê welatiyan ve hatibû veşartin. Malabata Boyraz roja derbasbûyî li ser wasiyeta keça xwe ku berî tevlî PKK'ê bibe, di wasiyeta xwe de gotibû "Ger ez şehîd bikevim min li Amedê veşêrin", Boyraz, li Amedê bi girseyî defin kir.
Dayîka her du endamên PKK'ê Zeynep Boyraz a 79 salî ji me re qala têkoşîn û berxwedana her du keçên xwe kir. Dayîk Boyraz, diyar kir ku ji ber du kurên wê di girtihegê de dihatin girtin, zarokatiya Rahşan û Handan li ber deriyê girtigehê derbas bûye. Her wiha Boyraz desnîşan kir ku keçên wê her tim dibin zextên polîsên dewletê de bûn û ji ber vê yekê jî berê xwe dane serê çiyayan.
'Rahşan hertim zextên li ser kurdan dihatin kirin dipirsî '
Dayîk Boyraz, bi lêv kir ku keça wê Rahşan hertîm, jê wê pirsa zext û zilma li ser kurdan dihat kirin dikir û wiha axivî: " Rahşan hêj pir biçûk bû, lê hertim ji min dipirsiya gelo 'Birayên min çima di girtihê de tên girtn û îşkence li wan tê kirin' dikir. Min jî her tim ji wan re wek çirokan bahsa berxwedana kurdan û bahsa şerê wan dikir."
'Handan jineke dilêr bû'
Dayîk Boyraz destnîşan kir ku keça wê Handan her tim jê re bahsa azadiya serê çiya dikir û wiha wiha dawiyê keça wê çûye çiya. Boyraz wiha dirêjî da axavtina xwe: " Handan keçeke pir dilêr bû. Ji tu tiştî ne ditirsiya û pir zîrek bû. Axavtina wê sekna wê hertim wekî ya şoreşgeran bû. Ji min re hertim di got ku azadî li ser çiya ye. Lê Rahşan pir bêdeng û nazîk bû. Me digot tê Handan bide şoreşgerek mezin lê Rahşan li pêşiya wê çû. Dema ku Rahşan çû çiya Handan pir dibin bandora wê de ma û 2 sal şun ve wê jî berê xwe da rêya dirêj."
'Bi zarokên xwe serfirazim'
Dayîk Boyraz, di dawiya axavtina xwe de anî ziman ku heya dawiya tê li pêya doza û têkoşina zarokên bê û wiha got: "Ez bi têkoşina zarokên û şahadeta wan serfirazim û şahnazim. Ew ji bo azadiya gel û têkoşina gelê kurd canên xwe veda kirine. Ez jî wek wek her dayîkekê dilê min pir di êşe lê ez bi êşa zarokên xwe şahnazim."
(st-ho/lg/