Du çeteyên DAIŞ'ê yên ku hatin girtin AKP'î derketin
ÎZMÎR (DÎHA) - Hat zanîn ku ji 7 çeteyên DAIŞ'ê yên li Îzmîrê di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin du endamên AKP'ê ne.
Li Îzmîrê hefteya çûyî di serdegirtina malan de kesên bi navê E.K, C.A.K, F.Ş, A.V, A.D, E.Ç û Ş.O. hatibûn binçavkirin û bi îdiya endamên "çeteyên DAIŞ'ê ne" hatibûn girtin. Hat aşkerekirin ji 7 kesên hatine girtin kesê bi navê F.Ş di 12 sibata 2014'an de qeyda xwe li Rêxistina AKP'ê ya Milazgirê ya Mûşê çêkiriye û kesê bi navê E.Ç jî di 19'ê tîrmeha 2005'an de xwe qeydî li Rêxistina AKP'ê ya Menemenê ya Îzmîrê çêkiriye.
Her du çeteyên ku derxistin pêşberî dozger û dadgehê îdia kirin ku ne sûcdar in û gotin ku ew endamên AKP'ê ne.
Hat zanîn çeteyên bi navê F.Ş. ve E.Ç. berê jî ji ber endamtiya "rêxistina Hizbullah Îlîmcîler" gelek qeydên wan hene.
(dd/bd)