Duhok bû paytexta hunera sînemayê ya kurd
Xelatên fîlmên Mihrîcana Duhokê ya Navneteweyî hatin dayîn
Xelata fîlmên Mihrîcana Duhokê ya Navneteweyî hatin dayîn. Di mihrîcana ku 88 film ji dewletên cuda beşdar bûbûn de 31 fîlm hatin hilbijartin.
Komek hunermendên niştecih û biyanî û derhêneran piştî nîşandana çend filmên kurdî û biyanî, ji beşên filmên dirêj û kurt, û dokumanteran xelata fîlmên mihrîcanê diyar kirin. Lijneya Hilbijartinê lîsteya fîlmên serkeftî yên festivalê diyar kir û xelata sereke dan sînemakarê kurd Şewket Emîn Kurdkî. Derhênerê Efganistanî Êedîq Bermek û Xanim Bêrgîta Mantî ya berhemhêner ya Elmanî û nvîskar û rexnegra Slowfakî Xanim (vîra langêrowa) û her wisa sînaryonûs û derhênerê Îranî Kambûzya Pertewî layiqî baştirîn filmê drêj û kurte film û dokumêntarî hate dîtin.
Xelatê baştirîn filmê drêj bi navê (Heke tu mirî dê te kujm) (IF you Die, I will Kill you) pêşkêşî derhêner Huner Selîm hate krin. Sê xelat ji bo kurte filman yekem û duyemîn û sêyemîn hatin dayîn. Xelatê yekemîn kurte fîlm pêşkêşî filmê (bê deng) hate kirin ku ji alyê derhêner Rêzan Yeşîlbaş ve hatibû amadekirin. Xelatê duyemîn kurte filmî jî filmê Welatê Qehremana wergirt ji derhênana Sehîm Umer Xelîfe û kurte filmê (dalya) jî ku ji derhênana Şaxewan Ebdula bû xelatê sêyem kurte flim wergirt, hevdem xelatê baştirîn filmê dukumêntarî filmê (mîludî berd) wergirt ku ji derhênana derhênerê Îranî Perwêz Rustemî bû. Ji aliyekê din ve du xelatên rêzlênanê hatin dayin. Ev jî xelatê yekemê Rêzlênanê pêşkêşî filmê (kurê pêşmergey) hate kirin ji derhênana Zanyar Ademî û xelatê duyemîn pêşkêşî filmê bi navê Payiskil hate kirin ji derhênana Rizgar Hisên.
(Nûçe: Herbi Bawerki)
(mae)