1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Duzgun: Hêza serdest PKK ye
Duzgun: Hêza serdest PKK ye,duzgun,hêza,serdest,pkk,ye

Duzgun: Hêza serdest PKK ye

Wekîlê CHP’ê Duzgun: Li Başûrê rojhilat hêza serdest PKK ye

A+ A-

ANF10:13 / 02 Rezber 2012 Tokat - Serokwezîrê Tirk Erdogan ji ber gotina Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş ya ‘li Colemêrgê 400 km di kontrola PKK’ê de ye’ biheqaretan derewîn derdixe, Parlementerê CHP’ê yê Tokatê Orhan Duzgun, qala Bakûrê Kurdistanê kir got, “Li Başûrê rojhilat hêza serdest PKK’ye.”

Hêzên HPG’ê ku ji 23’ê Tîrmehê ve ‘tevgera şoreşgerî’ ya li ser xeta Şemzînanê daye destpê kirin û nîqaşên li ser serdestiya HPG’ê li herêmê avakirî, rojeva Tirkiyeyê dagir dike.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ku gotina ‘li Colemêrgê 400 km di kontrola gêrîlayan de ye’ ya Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş biheqaretan derewîn derxit, Parlementerê CHP’ê bigotina ‘mixabin’ piştgirî da Demîrtaş.

Parlementerê CHP’ê yê Tokatê Orhan Duzgun ku li avahiya serokatiya bajar ya partiya xwe di derbarê mijarê de pirsên rojnamevana bersivandin, qala Bakûrê Kurdistanê kir û got; “Mixabin îro hêza serdest ya li herêmê PKK’ye.”

Duzgun daxuyaniya Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş bibîrxist û diyarkir ku, “Tam hefteyekê derewandinek çênebû. Roja borî daxuyaniya Bekîr Bozdag ya ‘Tiştek wisan tuneye.’ Piştî heftiyekê. Êdî mirov vê yekê dizanin ku, ji ber sedema polîtîkayên şaş yên AKP’ê Başûrê rojhilatê welat ji kontrola dewleta Tirk de derketiye. Mixabin îro hêza serdest ya li wir PKK’ye. Yanî ez vê bi xemgîniyek pir mezin tînim ziman, lê belê wek min gotî ev rastiyeke. Vê yekê her kes dibîne, her kes dizane.”

Duzgun polîtîkayên hikumetê yên Sûriyeyê jî rexnekirin û got; “Gotin em dê ji Sûriyeyê re demokrasiyê bibin, 800 kîlometreyên sînor ji PKK’ê re vekirin.” Parlementerê CHP’ê Duzgun îdîakir ku, piranî kesên li Sûriyeyê şer dikin, Çeçen, Îranî, Lîbyayî, Tinûsî, milîtanên El Qaîdê ne û destnîşan kir ku, “Xelkê Hatayê ji vê yekê gelek dilnexweşe… Îro ne ji bo tiştekê tê nîqaşkirin ku Hatay aydê Tirkiyeyê ye an na. Heya niha em bi Başûrê rojhilat ve mijol dibûn, niha jî pirsgirêka Hatayê derket holê. Ji ber ku dibêjin, li wir kesên di bin navê Artêşa Sûriyeya Azad yên têne perwerde kirin û xwedî kirin, xelkên Hatayê bixwe ne.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî