1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Duşemê Tsunamiya Borsayê heye
Duşemê Tsunamiya Borsayê heye,duşemê,tsunamiya,borsayê,heye

Duşemê Tsunamiya Borsayê heye

A+ A-

LONDON - Erdheja li Japonyayê barzirganiya hemû cîhanê hejand. Borsaya Tokyoyê ya Endeksa rojê ya Nikkei ji sedî 1.17 daket û 10254.40 pûanan hat girtin.

Li gorî pisporên aborî, hîseyên ku li borsayên Japonyayê kar dibînin, bi taybet yên aîdî fabrîkayên cihê erdhejê lê dayî wê roja Duşemê nirx winda bikin. Bi bandoriya Tsûnamiyê borsayên Asyayê di rêjeyek qasî sedê 2’an de nirx winda kir. Jiber sedema ketina hîseyên şîrketên bi sîgorta, borsayê Ewropayê jî veberdêrên (yatırımcı) xwe xemgîn kirin. Borsaya Frankfurt ji sedê 0.81, Borsaya Parîsê ji sedê 0.42, Borsaya Londonê ji sedê 0.14 nirx winda kir.

BIHAYÊ PETROLÊ KET BIN 100 DOLARÎ

Erdhejê, di bazarên navnetewî de bihayên petrolê daxist jêr.

Li DYE’yê bihayê varêlê petrola xam ji sedê 2.74 hat xwar ji 102.64 dolarî daket 99.64 dolarî. Piştî ku bihayê petrolê daket xwar ku Japonya di cîhanê de welatê sêyem yê îthalatê dikeye, tê texmîn kirin ku piştî erdhejê wê di aliyê aborî de xusarek mezin bibîne û wê di aliyê aborî de tengasiyekê jiyan bike.

ANF NEWS AGENCY