1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DW: Dibe ku rola Kurdan zêde bibe
DW: Dibe ku rola Kurdan zêde bibe,dw,dibe,ku,rola,kurdan,zêde,bibe

DW: Dibe ku rola Kurdan zêde bibe

A+ A-

BERLÎN 22.06.2014 07:41:03 Zêdebûna bandora DAIŞ'ê li Iraqê, dibe sedem ku şîroveyên li ser rola girîng a Kurdan hîn bêtir werin kirin. Radyoya Deutsche Welle (DW) ya Alman, li ser şensê serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya piştî krîza DAIŞ'ê û astengiyên li pêşiya vê, nûçeyek weşand.

Li gorî rayedarên Kurd û pisporên biyanî yên Deutsche Welle bi wan re hevdîtin kir, ji ber qutkirina para ji budçeya Bexdayê yekane hêviya Kurdistanê, firotina petrolê ji ser Tirkiyeyê ye. Ev yek jî hîn bêtir Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve girê dide.

Di nûçeyê de cih ji nêrînên rojnamevanê Kurd Hîwa Osman re tê veqetandin û hat destnîşankirin ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi tenê bi wergirtina Kerkûkê nabe, aktorên herêmî jî wê li ber çavan bên girtin.

Deutsche Welle di nûçeya xwe de ev nirxandin kir: "Di demeke ku hin herêmên Iraqê di nava kaosê de diherikin, herêmên Kurd ên xweser ên li Bakur wek 'qadên aram' disekinin. Her çend hêzên Kurd li Kerkûkê tevli pevçûnan bûye û bi sed hezaran penaberên ji Mûsil, Samara û Telaferê li Kurdistanê qebûl kirine jî, rêveçûna jiyana li herêmê asayî ye. Li gorî pêla Îslamî ya li herêmên din ên Iraqê, ev aramî (li Kurdistanê) hîn bêtir derfetê dide Kurdan ku ji xwe re giravên biçûk lê ewle, ava bikin. Bajarê petrolê Kerkûk ku ev demeke dirêje qada têkoşînê ye û derdora wê ket bin kontrola pêşmergeyan. Ev yek jî vê întîbayê destnîşan dike.

Gelek çavdêr di wê baweriyê de ne ku bi bidawîbûna pevçûnan re wê Kurdistaneke serbixwe ava bibe.

SERXWEBÛN BI AKTORÊN DIN VE JÎ GIRÊDAYÎ YE

DW, cih dide nêrînên şêwirmendê berê yê çapemeniyê yê Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî Hîwa Osman ku ye ji rêveberên bloga bi navê "Thougts from Iraq" e. Bal hat kişandin ser nêrînên Hîwa Osman ên şert û mercên ji bo serxwebûnê: 'Eger herêmeke Kurd a serbixwe xwe çê bibe, ev yek wê bi helwesta cîranan, dînamîkên navneteweyî yên li herêmê û hikûmeta navendî ya Iraqê ve girêdayî be. Û bêguman, bi polîtîka hundirîn a Kurd ve. Em bi durustî tevbigerin: eger sibê rabin ji me re bêjin; 'baş e, fermo ji we re serxwebûn!' Emê vê çawa bikin? Petrol wê bibe ya kê? Îran wê di vê mijarê de çi bibêje û Tirkiye wê çi bibêje? Li hemberî rastiyeke bi vî rengî ya nû divê em helwesteke çawa nîşan bidin?'

Deutsche Welle her wiha cih da van gotinên Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Herêma Kurd Falaj Mûstafa Bakîr: "Em vê gavê serxwebûnê weke armancekê formule dikin. Karê me yê destpêkê parastina gel û herêmê ye. Bi bandoreke hîn zêde ya aborî û siyasî re em dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin."

“MIFTE PETROL E”

Radyoya Alman der barê çavkaniyên petrolê yên Kurdistanê, tengezariya parvekirina hatineyan ên bi hikûmeta Bexdayê re û bandora vê li Kurdistanê de, ev agahî da: "Eger Kurd niha dest ji para ji sedî 17'an a budçeya Iraqê ku destûra bingehîn vê ewle dike berde, divê biryarê bidin ku têra xwe bi xwe bikin yan na. Kurdistana Federal û Bexda ev demeke dirêje ji ber peymanên li ser firotina petrolê bi hev ketine û Bexda niha ti pereyî ji Hewlêrê re naşîne. Li herêmên Kurd ji ber vê yekê heqdestên pêşmergeyan û karmendan nehat dayîn û xizmetên ne lezgîn hatin rawestandin.

Herêma Kurdistanê hêviyên xwe yên aboriyê bi petrolê ve girêdaye. Herêm li ser petroleke ji 45 mîlyon varîlî ye û rezervên girîng ên gazê jî hene. Kurdistan niha bi tenê ji sedî 17 ê petrola Kurd digire, lê belê bi vê ve girêdayî ji tevahiya petrola Iraqê xwedî mafê ji sedî 17'an e. Ji Kanûna bihurî û vir ve petrol, li ser xeteke nû ji ser Tirkiyeyê tê firotin."

“TIRKIYE BI PETROLÊ KURDISTAN ZEVT KIRIYE”

Deutsche Welle di nûçeya xwe de nêrîna pisporê leşkerî yê Kings College ya li Londonê Rod Thomton parve kir û destnîşan kir ku pirsa herî girîng şêweyê ragihandina petrola Kurd li bazara navneteweyî ye. Thomton dibêje, "Xetên lûlela petrolê yên nû, ji bo Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê, ji bo bêyî alîkariya Bexdayê xwe fînanse bike, rêya yekane ye. Ev yek li Tirkiyeyê bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin, ji ber ku Enqere bi saya vê herêma Kurd zevt kiriye. Herêma Kurd xwedî wî mafî ye ku bi tenê bi erêkirina Tirkiyeyê petrola xwe bifiroşe. Li gorî vê yekê Tirkiye dikare vê bibêje: 'Piştgiriyê nedin Kurdên li Sûriyeyê, ku ev yek jî ji aliyê hin derdorên li Hewlêrê ve dikare xweş neyê pêşwazîkirin'. Kurdên ku têkiliya xwe bi Bexdayê re dibirin, hîn bêtir bi Enqereyê ve tên girêdan."

Deutsche Welle di nûçeya xwe de, li gorî gotinên Wezîrê Karê Derve yê Herêma Kurd Falah Mûstafa dibêje, Kurdistan bêyî budçe ji Bexdayê were dikare heta dawiya vê salê bi derfetên xwe li ser piyan bimîne û hatineya wê ya herî mezin jî ji petrolê ye. Di nûçeyê de her wiha tê gotin ku Herêma Kurdistanê wê girîngiyê bide sektora çandinî, pîşesazî û tûrîzmê.