DW: Kurdên li Sûriyeyê dikarin bibin hevalbend
NAVENDA NÛÇEYAN 24.09.2014 06:01:31 Têkoşîna bi heybet ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bala çapemeniya welatên Rojava jî kişand. Êrîşên hewayî yên DYA û welatên Rojava yên li dijî DAIŞ’ê ku kêm dimîne, valahiya hevalbendên herîmî ku li bejayî tê dikoşe zêdetir dike û her wiha Kurd hevalbendê herî bi bandor tê dîtin.
Nivîskar Kersten Knîpp yê nivîskarê malpera înternetê ya Radyoya Dengê Elman (DW) di nivîsa xwe de diyar kir ku hêza ku li Rojava û Şengalê li dijî DAIŞ’ê berxwe dide PYD ye û dikare bibe partnerê nû yê Rojava. Di nivîsa bi ser navê ‘mutefîkê potansiyel: Kurdên Sûriyeyê’ de hate diyar kirin ku PYD ya ku bi nêzîkatiya xwe ya PKK’ê tê nasîn, astengiya li pêş jî Suudî Erebîstan û Tirkiye.
Di nûçeyê de hat diyar kirin ku kamp, komvoy û baragehên aydê DAIŞ’ê bikarin bi êrîşên hewayî bên tunekirin û hat gotin ku ji bo bajarên di destê çeteyan de bên girtin êrîşên hewayî têr nakin. Her wiha hat diyar kirin ku dîlgirtiyên di destê DAIŞ’ê de ji bo xwe wek mertal bikartînin. Der barê mutefîkên herêmî yê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê agahî hat dayîn.
DER BARÊ OSO Û ENIYA ÎSLAMÎ DE NAQOKÎ HENE
Di nûçeyê de hat gotin ku peşmegeryên Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêje wek mutefîk tên dîtin û li Sûriyeyê jî behsa komeke çekdar ya bi hezar kesî heye tê kirin. Li gorî DW’ê hêj jî yekane mutefîkê welatên Rojava yê li Sûriyeyê OSO ye. Hat diyar kirin ku OSO ya ku niha bi komên ku di bin navê Eniya Îslamî de xwe rêxistin dike de di nava îtîfaqê de ye û hat gotin ku bi sedan endamên OSO’yê derbasî El Nûsra bûne. Hat gotin ku piştgiriya lojîstîk ya bo çeteyan gelek bi rîske.
PYD DI NAVA DAIŞ’Ê DE DI PARASTINEK BI BIRYARDE YE
Di nûçeya DW’ê de hat gotin ku YPG ya ku wek leşkerê PYD’ê tê qebûlkirin li Sûriyeyê di nava rewşa aloz ya Sûiryeyê de wek partnerekî girîng xwe derxistiye pêş. Di şîroveyê de wiha hat gotin: “PYD çiqas li dijî rejîma Esad serî hilbide, li Bakurê Sûriyeyê axa ku di destê wan de ewqas bi biryar li dijî DAIŞ’ê diparêze. Li gorî hevserokê PYD’ê Salîh Muslim, Kurdên Sûriyeyê ji parastina axa xwe wêdetir têdidoşin. Di Mulakata ku Muslim da DW’ê de got; Ji ber ku DAIŞ ji bo hemû cîhanê xetere.>
ASTENGIYA SUUDÎ Û TIRKAN
Di berdewamiyê de hat gotin ku di nava koalîasyona li dijî DAIŞ’ê de li dijî YPG’ê bi sarin û di bin vê de jî welatên Rojava hene. Suudî Erebîstan ligel tehdîda DAIŞ’ê, ji terza xwe ya îslama radîkal dest bernade û beşekeke welatên Rojava ji ber ku Tirkiye PKK’ê qebûl nake xwe dikişînin.
Her wiha gotin ku pêvajoya çareseriya di navbera Tirkiye û PKK’ê de di vê mijarê de dê hinek guherînan bîne û got tirkiye û PKK bi salane di nava diyalogê dene. Hat gotin ku PKK ji serê sala 2013’an heta niha xwe ji şîdetê dur xistiye û dîsa wek berê li şûna dewletek serbixwe, daxwaza xweseriya demokratîk dike.
Di dawiyê de hat gotin ku Tirkiye piştgiriyê dide avakirina herêmeke tampon ya li sînorê Bakurê Sûriyeyê tê avakirin û hat gotin ku serokkomar Erdogan ev li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bi biryar kiriye.