DYA careke din Tirkiye derewand
Wezareta Karên Derve ya DYA, îdîayên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku digot, 'DYA alîkariya çekan dide YPG'ê' derewand
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Wezareta Karên Derve ya DYA, îdîayên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku digot, 'DYA alîkariya çekan dide YPG'ê' derewand. Berdevkê Wezaretê Toner her wiha îdîaya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ku îdîa kir Wezîrê Karên Derve yê DYA Kerry jê re gotiye 'YPG ne cihê baweriyê ye' derewand.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner di civîna çapemeniyê de mijarên di rojevê de nirxand. Têkildarî pirsa li ser îdîaya Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan ê digot, 'Nîvê çekên DYA şand, çû ji DAIŞ'ê re, nîvê din jî çû ji PYD, YPG'ê re. Êdî bibînin ku desteka çekan a hûn didin van rêxistin li ku çawa tê teqandin', Toner ev îdîa derewand. Toner got, "Ji bo YPG'ê me ti alîkariya çekan nekirine. Û me ti delîl nedît ku çekên DYA ji YPG'ê çûye ji PKK'ê re."
'GELEK CARAN EM AXIVÎN, POLÎTÎKAYA ME YA LI SER PYD'Ê NAGUHERE'
Di civîna çapemeniyê de her wiha ev gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ku gotibû, "Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry jî got 'YPG ne cihê baweriyê ye'. Em ji vê gotinê kêfxweş in" weke pirs ji Toner hat pirsîn. Toner jî got, "Der heqê gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk de tiştekî nabêjim. Ez nayêm nuqteyeke bi vî rengî. Naxwazim li ser axaftina bi telefonê ya navbera Kerry û Çavûşoglû detayan bidim. Nirxandin û polîtîkaya me ya li ser YPG û PYD'ê neguheriye. Em YPG'ê cuda dibînin. Li ser vê mijarê em gelek caran axivîn. Ev neguheriye." Toner bi vî rengî, piştî Erdogan, Wezîr Çavûşoglû jî derewand.