1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DYA: DIvê PYD bê destekkirin
DYA: DIvê PYD bê destekkirin,dya,divê,pyd,bê,destekkirin

DYA: DIvê PYD bê destekkirin

A+ A-

WASHINGTON 21.10.2014 10:28:39 Alîkara Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Marie Harf destnîşan kir ku ew PYD'ê weke rêxistineke terorîst nabînin. Harf da xuyakirin ku wan ji Tirkan re bi awayekî vekirî ji Tirkan re vegotine ku destekkirina komên Kurdan ên mîna PYD'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, gelekî girîng e.

Di roja duyemîn a desteka DYA ya ji bo Kurdên li Kobanê şer dikin de, ji DYA daxuyaniya "PYD rêxistineke terorîst nîne" hat. Alîkara Berdevk Marie Harf di brîfînga rojane ya ji bo çaplemenhiyê de diyar kir ku PYD li gorî qanûnên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îllegal nîne, lê belê rewşa heyî ya bi PKK'ê re rê li ber hesasiyetê vedike.

Li gel israra rojnamevanan jî li ser dem, hejmar û naveroka alîkariya ji hewayê ji Kobanê re hatiye kirin Harf detay neda û anî ziman ku di vê mijarê de Erdogan û Obama demekê bi hev re axivîne û 'agahî' ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn. Harf daxuyaniya li ser detayên mijarê ji Qesra Spî re hişt.

Der heqê pirsa li ser axaftina navbera Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û hempîşeyê wî yê Tirk de Harf got, "Di vir de ya bingehîn gotinên Obama ye. Lê belê der heqê detayan de agahî li ber destê min nîne."

'GIRÎNG E KOMÊN KURD ÊN MÎNA PYD'Ê BÊN DESTEKKIRIN'

Harf her wiha destnîşan kir ku wan ji Tirkan re bi awayekî vekirî gotine ku di wê baweriyê de ne, destekkirina komên Kurd ên mîna PYD'ê gelekî girîng e.

Li ser pirsa, "Çekên ku rêveberiya herêmî ya Iraqê ji PYD'ê re şandiye, çekên DYA yên dane yan jî firotine Iraqê ye yan na" Harf diyar kir ku DYA naxwaze çekên wê bê bikaranîn, lewma dibe ku îhtimal cuda be.

Der barê pirsa li ser daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA de ku di daxuyaniya li ser alîkariya ji hewayê ya ji bo hêzên çekdar ên li Kobanê de navê ti komê bilêv nekir de Harf got, "Eleqeya vê bi komekê re nîne, pêwendiya vê bi komeke şervanên Kurd û hejmareke kêm a şervanên ne Kurd ên hewl didin li Kobanê û derdora wê DAIŞ'ê biqewirînin, heye."

'DIVÊ JI BO KOBANÊ HEWLDANÊN DIN JÎ BÊN KIRIN'

Harf li ser pirsekê ragihand ku hînê xeteriya ketinê ya Kobanê heye, lewma ew bawer in pêwîstî bi hewldanên nû heye. Harf da zanîn ku êrîşên hewayî xisareke cidî dane DAIŞ'ê, lê belê ji bo têkoşîna hêza ji bejahî ve jî dimeşînin dewam bike, pêwîste teqwiye bên kirin, DYA jî wê alîkariyên xwe yên bi vî rengî dewam bike.


Bêjeyên Miftehî