1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DYA dubare kir: Karê me yê bi PYD'ê re wê bidome
DYA dubare kir: Karê me yê bi PYD'ê re wê bidome,dya,dubare,kir,karê,me,yê,bi,pyd,ê,re,wê,bidome

DYA dubare kir: Karê me yê bi PYD'ê re wê bidome

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner da xuyakirin ku gotina 'PYD û PKK heman tişt e' ya Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî rast nîne û destnîşan kir, ku ew ê xebata xwe ya bi PYD'ê re dibomînin

A+ A-

WASHÎNGTON - ANF Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya bi malpera El Monîtor de îdîa kiribû ku PKK û PYD heman kom e û DYA jî bi vê dizane. Bersiva ji vê daxuyaniyê re ji DYA hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de, li ser pirsa têkildarî vê mijarê da xuyakirin, ku ew li bakurê Sûriyeyê bi bi PYD û YPG'ê re dixebitin.

Toner da zanîn, wan beriya niha jî li ser heman mijarê de daxuyaniyên bi vî rengî dabûn û got, "Em bi PYD û YPG'ê re li hin herêmên Sûriyeyê, mîna bi gelek komên hewl didin DAIŞ'ê ji herêmê derxînin dixebitin, karê xwe didomînin."

Toner bal kişand ser nerazîbûna rayedarên Tirk ên li ser mijara PKK û PYD'ê û got, "Lê belê em hînê jî di wê baweriyê de ne, ku ev her du kom ji hev cuda ne."