1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DYA nebe jî wê Peymana Avhewayê bimîne
DYA nebe jî wê Peymana Avhewayê bimîne,dya,nebe,jî,wê,peymana,avhewayê,bimîne

DYA nebe jî wê Peymana Avhewayê bimîne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji aliyê rêveberiya Serokê DYA Barack Obama ve hatibû îmzekirin û erêkirin. Donald Trûmp ku wê di meha Çileyê de bikeve şûna Obama, dabû xuyakirin ku ew li dijî peymana avhewayê ye.

Rêveberên saziya bi navê EcoAct Thîerry Fornas û Gerald Maradan ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re axivîn û dan xuyakirin, ku peymana ji aliyê rêveberiya Obama ve hatiye îmzekirin, nepêkane ku di nava 4 salên pêş de bê betalklirin. Pisporan bibîr xistin, ku welatekî mora xwe daniye binê peymanê, ji bo karibe xwe ji peymanê vekişîne lazim e herî kêm 4 sal di ser re derbas bibe û anîn ziman, ku ji aliyê teknîkî ve jî ev vekişîn niha nepêkan e.

Ji bo peymana NY bikeve meriyetê, divê herî kêm 55 welatên ji sedî 55 ê belavkirina gazê berpirsyar in, erê bikin. Eger Serokê nû yê DYA Donald Trûmp di sala 2020'an de biryarê bide xwe ji vê peymanê vekişîne, wê ev yek tiştekî neguherîne. Ji xwe hejmara welatên ku peyman heta niha erê kirine û yên ragihandine ku wê erê bikin, DYA nebe jî, ev rêje derbas kirine.

Bi Peymana Avhewayê re, ku 22'ê Nîsana 2016'an di bin çavdêriya NY de hat îmzekirin, li hev katibû kirin ku belavkirina gazên xetere karbondîoksît (CO2) ên li atmosferê were kêmkirin û germahiya global jî li gorî rêjeya salên 1800'î, di 1,5 û 2 pileyî de bê sekinandin.