1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DYA: Pêşevçûna ber bi Reqayê mînaka hebûna şirîkek bi îrade ye
DYA: Pêşevçûna ber bi Reqayê mînaka hebûna şirîkek bi îrade ye,dya,pêşevçûna,ber,bi,reqayê,mînaka,hebûna,şirîkek,bi,îrade,ye

DYA: Pêşevçûna ber bi Reqayê mînaka hebûna şirîkek bi îrade ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 


Koşka Spî ragihand ku pêşveçûnên dawî yê hêzên kurdî li Sûriyê li dijî DAIŞ’ê mînakek ji şêwazê piştgirî ji aliyê Amerîka li dijî hêzên radîkal e. 


 Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest duh derbarê pêşveçûna hêzên YPG û YPJ’ê ber bi Reqayê ve duh daxuyaniyek da. Josh Earnet diyar kir ku ew bawere ev yek nîşan dide hebûna şirîkek bihêz, bi bandor û xwedî îrade heta çi radeyekî ji bo Amerîka xwedî girîngî ye û wiha got: “Pêçeçûna hêzên kurdî li Sûriyê li dijî DAIŞ’ê mînakek ji şêwazê piştgiriya ji aliyê Amerîka ya li dijî hêzên radîkale. Earnest wiha axivî: “Hêzên kurdî beşek ji rêyên bakûr ber bi başûr ku Reqayê bi sînorê Tirkiyê ve girê dide bi dest xistine û bi vî awayî DAIŞ nikare bigihêje cebilxaneyan.” 


 Hêzên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li gel hêzên Burkan El-Firat ber bi Reqayê ve bi pêş diçin û duh di encama vê operasyonê de bajarokê Eyn Îsa ku nêzî 40 km bajarê Reqayê ye hat rizgarkirin. 


 (rn)