DYA wê bi 70 mîlyon dolarî çek bifiroşe Tirkiyeyê
Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê ya DYA diyar kir ku wê ji Tirkiyeyê re bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxane bê firotin
A+
A-
WASHÎNGTON - ANF Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê ya DYA diyar kir ku wê ji Tirkiyeyê re bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxane bê firotin.
DYA, destûr da firotina hin sîstemên krîtîk ên çekê ku Tirkiye ev demeke dirêj e dixwaze.
Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê (DSCA) ya ser bi Wezareta Parastinê ya DYA di şeva Çarşemê de ji Kongreya Amerîkayê re agihand ku wê bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxaneyên ji teknolojiya nûjen, ji Tirkiyeyê re bê firotin.
Tê gotin ku ev çekên ji teknolojiya nû wê di êrîşên hewayî de bi giranî li hemberî PKK'ê were bikaranîn.
Bêjeyên Miftehî dya,wê,bi,70,mîlyon,dolarî,çek,bifiroşe,tirkiyeyê