1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "DYA'yê pêşniyara Tirkiyeyê ya Reqayê qebûl nekir"
"DYA'yê pêşniyara Tirkiyeyê ya Reqayê qebûl nekir",dya,yê,pêşniyara,tirkiyeyê,ya,reqayê,qebûl,nekir

"DYA'yê pêşniyara Tirkiyeyê ya Reqayê qebûl nekir"

Rojnameger Evran: DYA'yê pêşniyara Tirkiyeyê ya Reqayê qebûl nekir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameger Seyît Evran ê şerê Sûriyeyê ji dest pêkê heta niha dişopîne têkîldarî gotinên wekî "Piştî El Babê di dorê de Minbic û Reqa hene" yên ji Tirkiyeyê bilind dibe wiha got: "Hêza ku di 2 mehan de nekarî bikeve Babê dê çawa bikaribe bikeve Minbic û Reqayê. Li qadê tu rastiya vî tuneye. DYA'yê jî pêşniyara Tirkiyeyê qebûl nekir. Erdogan ji bo referandûmê wekî propagandayê bi kar tîne."

Krîza Sûriyeyê ne tenê li Rojhilata Navên yek ji rojeva cihanê ya girîng e. Şerê ku di 2011'an de dest pê kir û hê jî berdewam dike bîlonçoyekî giran derxistiye holê. Şerê ku bû sedema mirina bi sed hezaran mirovan, koçberiya bi milyonan kesan, xirakirina bi hezaran gund û dehan bajaran li herêmê hemû hevsengên siyasî û leşkerî yên herêmê serobino kir. Kurdên "bênasname" bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê ve bû jênegera gelan. Bi sernavên "ji bo krîza Sûriyeyê çareserî" hêzên herêmî û yên navneteweyî ketine nava trafîka hevdîtinan. Ev hevdîninên ku Moskow û Washington serkêşiyê dikin gelo dê encamekî derxînin, li Babê rewşa dawî çi ye, li herêma Şehbayê çi diqewime, "herêma ewle" kû der e, şansê serkeftina Tirkiyeyê heye, projeya kurdan çi ye, li Cenevreyê vê carê gelo çareserî derkeve? Ev pirs hemû me ji rojnameger Seyît Evran ê ku ji destpêka şerê navxweyî ya Sûriyeyê li qadê ye pirsî.

* Ji rayedarên hikûmetê heta Serfermandarê Giştî yê Artêşê dibêjin "Bab bi dawî bû" Li Babê reşa dawî çi ye?

Der barê rewşa dawî ya Babê de nêrînên gelek cuda hene. TSK û komên girêdayî îdia dikin ku beşek mezin a bajar di destê wan de ye. Heta li ser hin nexşeyan tê lîstîn û bi vî rengî rengîn dikin. Çavkaniyên DAIŞ'ê jî îdia dike ku nêzî ji sedê 90 bajar di destên wan de ye. Agahiyên ku ez ji qadê digirim, agahiyên DAIŞ'ê piştrast dike. Tirkiye ji bo propagandaya referandûmê geşedanên li Babê bi rêbazên şerê taybet ve ji bo têgehê biafirîne bi kar tîne. Niha li Babê hêzên artêşa tirk û komên girêdayî yi rojavayê Babê girê Şêx Akîl ê ku berê du caran girtin lê DAIŞ'ê ji destên wan derxist û li nexweşxaneyê ne. Heta Sekîn Şehab ê li têketina bajar e diçin li wir êrîşî DAIŞ'ê dikin. Beriya 2 rojan saet di 23.00'an de ji ber ku komên çekdar neçûn Tirkiyeyê bi hêzên taybet ên artêşê ve êrîş da destpêkirin. Roja borî jî heta saetên dereng êrîşan berdewam kir. Lê piştî saetên nîvro êrîş sekinîn. Artêşa tirk û komên girêdayî bi şev li Sekî Şebabê namînin. Vedikişin girê Şêx Akîl û nexweşxaneya kirine biryargeh. Cihekî girîn a Babê jî li bakurêrojhilatê bajar Qibbesîn û li başûrêrojhilat jî bajaroka Bzaahê ne. Bzaah gundê fermandarê hêzên "Mertalê Firatê" Seyf Ebûbekîr Polat e. Heta niha artêşa tirk û komên girêdayî çend caran ketin bajarokê. Di têketina dawî de li gundê Seyf Ebûbekîr dîmenekî kurt girtin û weşandin. Lê piştî nîv saetan bajarok terikandin. Ji bo Qibbesînê jî heman tişt derbasdar e. Bi vî re dema ku mirov dinêre li Qibbesîn, Bzaah û Bab wekî sêgoşeyekî ne. Ev Sêgoşe jî hê di destê DAIŞ'ê de ye. Bi balafirên şer ên artêşa tirk ve li dijî Bab, Qibbesîn û Bzaahê êrîş pêk tên. Bi topan, fuzeyên gradê ve hersê cih jî tên bombebarankirin. Li Babê hê jî gelek sivîl hene. Ji ber bombbaranan her roj bi dehan sivîl dimirin.

YÊN ŞEHBAYÊ KONTROL BIKIN DÊ LI HELEBÊ JÎ BI BANDOR BIN

* Li Sûriyeyê yek ji herêmên ku herî zêde tê nîqaşkirin Şehba ye. Herêma ku wekî "herêma tamponê" "herêma ji bo balafiran qedeye" "herêma ewle" gelek caran tê rojevê ye. Li Şehbayê gelo rewş çawa ye û dê çi bebe?

Dewleta tirk û çeteyên wî nêzî 10 roj in êrîşî gundên Şehbayê dikin. Piştî êrîşa Cerablusê bi hêza xwe ya leşkerî ve xwest bikeve û rêxistin bike. Tirkiye li herêma Şehbahê li Soran, Azez, Marea, Tel Cibrîn, Erbaşe, Exterînê biryargehên leşkerî ava kirin û rêxistinkirin esas girt. Beriya demeke kurt ev baregehên xwe xilas kir. Bi tank, pançer û wesayîtên zirxî ve leşker anî van deran. Li dijî Şehbayê niha ji vir êrîş pêk tên. Ev gav nîşan didin ku pêşerojê li hemberî Şehbayê planên berfireh hene. Jibilî vê Serokomar Erdogan û rayedarên AKP'ê wekî herêma tampon, herêma ewle, herêma ku koçber bên bicihkirin Şehba li gorî xwe plan kirine. Wekî din jî yên ku li Şehbayê kontrol bikin dê li Helebê bi bandor be. Dîsa li herêmê ji bo zêdebûna kurdan Tirkiyeyê li ser Şehbayê hesab çêkir. Dewleta tirk ji serî heta niha ji bo Helebê dagir bike Şehba ji bo vê yekê ji xwe re kir navend. Ji ber vê yekê jî ger baldar bin ji bo Lîva Tevhîdê ji Mareayê derxist. Hin hevkarên di bin navê ENKS'ê de tevdigerin li gundên kurdan ên li Şehbayê xwestin xwe rêxistin bikin. Li Şehbayê 217 gundên kurdan hene. Ev jî qasî 700 hezar kes in. Tirkiye ji bo êrîşa li dijî Şehbayê amadekariyên ku kiriye dê bixe dewreyê. Ango dê li dijî Şehbayê êrîşê bide destpêkirin. Lê konjuktura niha desturê nade vê yekê. Tirkiye niha ji bo vê şert û mercan dixwaze amade bike. Lê dema ku êrîş bike wekî avzêla li Babê dê zêdetir di nava avzêlê de bimîne. Ji ber ku niha kesên ku Şehbayê diparêzin hemû zarokên gundên Şehbayê ne. Artêşa Şoreşgeran û hêzên QSD'ê yên li Şehbayê hemû zarokên herêmê ne. Tirkiyeyê jî ji nêz ve nas dikin. Mirovên ku demeke bi Tirkiyeyê re xebitîn in. Niyeta Tirkiyeyê ya dagirkirinê baş dizanin. Ji ber vê yekê jî li hemberî Tirkiyeyê dê berxwedanekî mezin nîşan bidin û windahiyên giran bidin dayîn. Ez mirovên herêmê baş nas dikim. Ez qepasîtiya wan a şer û hêrsa wan dizanim.

* Trafîk Sûriyê gelek zêdebû, hemû kes bi kartên nû tên ser masayê. Rejîm, Tirkiye, Rûsya, DYA û QSD çi dixwazin, planên wan çi ne?

Rejîmê rûsya girtiye pişta xwe û bi vî rengî dixwaze cihên ku winda kiriye careke din bigire. Li Helebê fersendekî mezin bi dest xist. Fersenda ku bi dest xist jî baş nirxand. Li Babê niha hewl dide wî fersendê binirxîne. Vê dixwaze ji bo tevahiya Sûriyeyê pêk bîne. Rejîm hê jî rastiya li ber çavên xwe qebûl nake. Şaşîtiya ku dê bi sîstema xwe ya berê ve bimeşe dijî. Bêguman vê jî bi piştgiriya ji Tirkiye û Rûsyayê digire dike. Bêyî piştgiriya Rûsya û Îranê dizane ku dê saetekî jî li ser piyan nemîne. Ji ber vê yekê jî li gorî daxwazên van hêzan tevdigere.

PIŞTÎ KU BIRAYÊN MISILMAN DEŞÎFRE BÛ TIRKIYE DAKET QADÊ

Birayên Misliman ên Tirkiyeyê dixwazin rêveberiya Sunî li Sûriyeyê ava bikin. Ji xwe ji bo rejîma Sûriyeyê bixin û bikevin şûna wê birayên Misilman li Tirkiyeyê komên leşkeri û siyasî perwerde kirin. Dema rûye Birayên Misliman derket holê bi xwe bi hinceta parastina sînoran hat nava qadê. Ji Cerablusê destpêkir û xwest li Bab, Şehba û Efrînê bi cih bibe. Minbic û Reqayê din ava vê qada desthilatdariyê de dibine. Li cihên ku di bin navê parastina sînorên Tirkiyeyê de çûyê demografiya wan guhert û guhertina xwe didomîne. Dixwaze nifşekî dij kurdan ava bike. Li ser dijminatiya kurdan dixwaze siyasetê ava bike. Ji ber dijminatiya kurdan û projeya Birayên Misilman, dixwaze li pêşiya çareseriya Sûriyeyê bibe asteng. Li cihên ku bin ava parastina sînoran ketiye di rewşa desthilatdariyê de ye. Ev baş tê zanîn. Ji ber wê li riyên mayîna li wir diğerin, dixwaze bi hinceta perwerdekirina polîs û koçberan kesên heta niha perwerde dikin pêş bixe. Rûsya ji bo Sûriyeyek girêdayî xwe dixebite. DYE piştî Iraqê dixwaze xwe li Sûriyeyê jî bi cih bike. Planên Rûsya, Tirkiye û DYE’yê li gorî vê bi şekil dibin.

* Piştî ku Serokdewletê DYA'yê Donald Trump dest bi kar kir ji bo Sûriyeyê gotina wî ya yekem "herêma ewle" bû. Hê jî pir tê nîqaşkirin. Bi "herêma ewle" ve qala kû derê tê kirin gelo bakurê Sûriyeyê di nav de ye?

Beriya rojekê ez bi Hevseroka MSD’ê Îlham Ahmed re axivîm, Ahmet da zanîn k udi hevdîtinen li DYE’yê de mijara herêma ewle û tampon jî di rojeva wan de bû. Ahmed, diyar kir ku herêmên di bin fermandariya QSD û YPG’ê de ne herêmên bi ewlene û rayedarên DYE’yê jî vê baş dibinin. Got hêjî biryara dê kîjan herêm bibin bi ewle û kuderê bigire nava xwe hêj diyar ne bûye. Lê got îhtîmalek mezine ku dê herêmên dibin ewlehiya hêzên wan de ye. Li gorî agahiyên Ahmet dane dê herêma tampon û bi ewle axa bakurê Sûriyeyê û herêmên di bin ewlehiya wan de ne. Tirkiye ji ber wê yeke di demên dawî de polîtîkayên êrîşkarî didin meşandin.

ŞANSÊ BISERKETINA TIRKIYEYÊ SIFIR E

* Îhtîmala ku Tirkiye bigihîje armanca xwe gelo heye?

Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê rûxiyane. Ket nava axa Sûriyeyê û ket rewşa dagirkeran. Got “komên siyasî û muxalif” pişta xwe da van hemû koman. Hêzeka ku ketiye rewşa dagirker nikare bi polîtîkayek serkeftî bigihije armancên xwe. Ji ber ku polîtîkaya Sûriyeyê li gorî daxuyaniyên Rûsyayê tê guhertin. Ji ber wê şense serkeftinê sifire.

* Bi taybetî di demên dawî de Serokomar Tayyîp Erdogan gelek caran gotina "Piştî El Babê dora Minbic û Reqeyê ye" bi kar tîne. Gelo rastiya vî gotinê li qadê heye?

Hêza ku ev du mehe nikare li Babê pêşde biçe dê çawa bikare biçe Minbic û Reqayê? Ez mereq dikim. Di rastiyê de Tirkiye bi van daxuyaniyan ji DYE û Rûsyayê re dibêje li şûna QSD û YPG’ê em amadene bibin leşkerên we. QSD û YPG ji zarokên vê axê pêk tên. Hêzên ku ji bo xwedî li nasname, bawerî, kurdbûna xwe û dîroka xwe derbikevin hatine cem hev in. Tirkiye nikare li Sûriyeyê li şûna QSD û YPG'ê leşkeriyê bike. Ne ji hiqûqî ve ne jî ji ber ax û welat îmkanek wiha tune ye. Ji ber wê li qadê tu bersivek a van daxuyaniyan tune ye. Beriya niha Tirkiye komên girêdayî xwe bi vê mijarê xwest peymanekê bi DYE û Rûsyayê re dane. Ji DYE’yê re got “bi QSD û YPG’ê operasyona Minbic û Reqayê nede destpêkirin. Li şûna wan bi komên me re destpê bike”. Lê DYE’yê ev pêşniyara Tirkiyeyê qebûl nekir. Ji berk u komên ku gotine hinek jê El Qaîde, hinek Birayên Misilman bûn. Hinek jî komên diz û talanê bûn. DYE’yê baweriya xwe bi van koman neanî. Ger jê bawer bikira dê pêşniyara Tirkiyeyê bipejirandiba. Tirkiye bi operasyona Babê rastiya komên ku digot “komên min” dît. Fêmkir ku bawerî bi wan nayê. Ji ber wê êdî nabêje kom pêşniyara “ez ji we re artêş, cebilxane, dorpêçkirî û leşkeran çêbikim” dike. Bawer nakim vê qebûl bikin. Ji ber ku tu aliyên hiqûqî tune ne. Ev daxwaz û pêşniyareke ku nayê bicih. Lê Tirkiye bi taybet jî serokomar Tayip Erdogan ji bo di referandumê de encamek baş bigire wekî propagandayê bikar tîne.

KURD DÊ FEDERASYONÊ BIBIN CENEVREYÊ

* Cenevre careke din di rojevê de ye, vê carê balê dikîşinin li ser hebûna kurdan a li maseyê. Dema ku kurd beşdarî Cenevreyê bibin dê bi kîjan projê ve biçin?

Kurd bi gelê Bakurê Sûriyeyê re dê bi vîna gelan, rêveberiya xweser û federasyonê biçin. Dê pergala federasyonê ku wekî mifteya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê dibinin bibin Cenevreyê. Li gorî ez dibînim heta niha ne hêzên navneteweyî ne jî li Sûriyeyê aliyên dibêjin “ez muxalefet im” tu riyek çareseriyê pêş nexistine. Ger rê û rêbazên çareseriyê tunebin dê çareserî çawa pêk bê. Tirkiyeyê bere xwest Birayên Misliman li Sûriyeyê rêveberiyê bixin deste xwe. Lê ev pêk nehat. Niha dê bi du armanca biçe. Yek ji bo bajarên Kurdan statuyekê bidest nexin, a duyemîn jî dixwaze komên girêdayî xwe bike şirîkê desthilatdariyê. Ev li Sûriyeyê çaresariyê na şer pêş dixe. Ji bo gelên bakurê Sûriyeyê herêmên xwe temsil bikin tevlî bibin dê li Sûriyeyê agirbest garantî bibe. Her wiha dê têkoşîna bi DAIŞ’ê re pêş bikeve. Lê ger tevlî nebin dê şer berdewam bike û dê têkoşîna bi DAIŞ’ê re bêhêz bibe. Ev jî tê wateya dê li Sûriyeyê şer û şîdet berdewam bike.

Erdogan Altan - dîhaber