1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DYA û YE'yê komkujî şermezar kir
DYA û YE'yê komkujî şermezar kir,dya,û,ye,yê,komkujî,şermezar,kir

DYA û YE'yê komkujî şermezar kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Sekreterê Giştî yê Konseya Ewopayê Thorbjorn Jagland û Sersefîrê Enqereyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê komkujiya li Enqereyê pêk hatî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewopayê Thorbjorn Jagland hate weşandin de wiha hate gotin: "Agahiya vê sibê ji Enqereyê hatî mirov şoke dike û gelek nerihet dike. Li hemberî xwepêşandanek aştiyane êrîşek hovane û barbarî ye." Jagland ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn re sersaxî xwest û diyar kir ku meş û xwepêşandan û azadiya ramanê stûnên bingehîn ên demokrasiyê ne.

Sefîrê DYA'yê: Em bi tundî şermezar dikin

Sersefîrê Enqereyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî li ser hesaba xwe ya fermî ya medyaya civakî komkujî şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em vê êrîşî bi tundî şermezar dikin. Divê em hemû li dijî terorê bisekinin. Sersefîrên gelek welatan ên Enqereyê jî li ser medyaya civakî komkujî şermezar kirin.

(eb)