DYE ji Lîbyayê vedikişe
A+
A-
WASHINGTON - DYE’yê piştî gotina Serokê DYE’yê Barrack Obama ku gotibû “Em ê di plana pêş a operasyonê de cî negirin” fermandarî dewrî NATO’yê kir. Piştî vê DYE’yê balafirên şer, keştî û hêzên bin-deryayî, hewayî û deryayî ji Lîbyayê vekişand.
DYE bi fîloya xwe ya ji 90 balafirên şer yên bombebaranê yên bi tîpên F-15, F-16 û B2 pêk tê 143 balafirên di bin fermandeya NATO’yê de man. Ji vana 17 yên Înglîz û 33 jê yên Franseyê ne.
Li aliyê din hat ragihandin ku hêzên Qeddafî û muxalîfên Lîbyayê li bajarê Mîstarî asê mane. Herdu alî jî ji bo kontrola bajêr bi dest bixin şer dikin.
Bêjeyên Miftehî dye,ji,lîbyayê,vedikişe