'Dê AKP rê li ber çareseriyê bigire'
Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku bi xebatên xwe yên der barê kurdan de tê naskirin û ji ber vê xebata xwe bedelên giran dane, diyar kir ku xwedî lêderketina projeya "Xweseriya Demokratîk" pir kem e û wiha got: "Divê heyetek ku Ocalan karibe bi wan bişêwire biçe Îmraliyê û hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne. Nêta hikûmeta AKP'ê ya pirsgirêkê çareser bike tune. Dixwaze di nava demê de belav bike. Her wiha ger ku AKP li herêmê bi ser bikeve dê çareseriya pirsgirêkê asteng bike.
Nivîskar û civakas Îsmaîl Beşkîkçî, der barê geşedanên dawî, helwesta hikûmeta AKP'ê û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nerînên xwe bi Ajansa me DÎHA'yê re parve kir. Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, diyar kir ku rewşa gelê kurd û pirzgirêka kurd li gorî 40-50 sal berê gelek baş e û wiha got: "Niha rewş baş e. Lê dema em li bedelên ku hatine dayîn dinerin, wê demê bidestxistin pir hindik û kêm e.
Beşîkçî, anî zima ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn, di serdema Cemiyeta Akvam-Milletler ku di sala 1920'an de hate avakirin, kurd û kurdistan hate perçekirin û parvekirin. Beşîkçî, da zanîn ku ev polîtîkaya hêzên emperyalîst bû û wiha axivî: "Brîtanyaya mezin û Fransa, li Rojhilata Navîn bi tirk, ereb û farsan re hevkarî kir û Kurdistan di nava xwe de parve kirin. Di vê serdemê de Yekîtiya Sovyetan jî li dijî kurdan bû. Hemû ji bo barjewendiyên xwe nêzîkî herême dibûn."
'Kurdistan di nava xwe de parvekirin'
Beşîkçî, da zanîn ku di bingehê berjewendiyê de petrol û Kerkuk hebû ji ber vê yekê Îngîlîstanê xwest hemû çavkaniyên petrolê desteser bike. Beşîkçî, destnîşan kir ku ji ber kemalîstan jî dixweztin herêmê bi dest bixin di navbera îngîlîstanê û kemalîstan de nakokî çêbûn û nakokiyên xwe bi parvekirina kerkuk û mûsûlê çareser kirine û Kurdistan di nava xwe de perçe kirine. Beşîkçî, da zanîn ku li dijî vê yekê Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê rewşa kurdan çav û guhê xwe girt û bêdeng ma. Beşîkçî, bal kişand ser têkoşina neteweyên din û wiha got: "Têkoşîna Rizgariya Neteweyiya Cezayirê 6-7 salan. Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Vîetnamê 6-7 salan, li Efrîqeyê dagirkeriya Portekîzan, li Gine Bissauyê, Angola û Mozambikê 2-3 çar salan têkoşîna wan berdewam kiriye. Di salên 1920’an de şerê di navbera tirk û yûmanan de 3 salan berdewam kiriye. Lê Têkoşîna gelê kurd tam 27 sal in didome. Her wiha berî vê têkoşê jî têkoşîna gelê kurd heye."
'Divê berî her tiştî azadiya ramanê pêş bikeve'
Civaknas Beşîkçî, daxuyand ku divê berî her tiştî bingeha pirsgirêkê zelal bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê tahlîl baş bên kirin. Dema em li vê yekê dinerin em dibînin ku astengiya herî mezin astengiya li pêşiya azadiya ramanê ye. Ji ber vê yekê jî divê berî her tiştî azadiya raman û xwe îfadekirinê pêş bikeve û hemû astengî rabin. Lê polîtîkya dewletê bişavtin e. Dixwaze pirsgirêkê di nava demê de birizîne. Diwaze her tim kurdan di nava bendewariyê de bihêle û wan bê hêvî bihêle. Divê kurd li dijî van polîtîkayên înkar û bişavtin û her wiha bêhêvî hiştinê pir hişyar bin."
'Zimanê ku zarok dixaivin gelek girîng e'
Beşîkçî, bal kişand ser girîngiya ziman û anî ziman ku ger zarok zimanê xwe ji bîr bikin wê demê polîtîkaya bişavtinê bi ser ketiye. Beşîkçî, destnîşan kir ku dema hûn li Amed, Êlih, Riha, Bedlîs, Wan û bajarên din geriyan û we dît ku zarok li kolanan i tirkî dilîzin û diaxivin wê demê rewşa kurdî di xetereyê de ye.
'Divê heyetek şêwirmendiyê biçe Îmralî'
Beşîkçî, bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha axivî: "Hevdîtina hikûmetê û dewletê ya bi Ocalan re pêşketinek baş e. Lê di vê hevdîtinê de gelek mijarên nayên zanîn hene. Dewlet û hikûmet wekî heyetekê bi Ocalan re hevdîtinê pêk tînin. Di heyetê de çend kes hene, kî hene nayê zanîn. Lê Ocalan bi tena serê xwe ye. Heyet dema ku bi Ocalan re hevdîtinê pêk tînin di nava xwe de dişêwirin. Lê Ocalan kesekî bi wan bişêwire tune. Lazim e Ocalan jî karibe bi hin kesan re hevdîtin pêk bîne. Her wiha divê heyet ku Ocalan karibe bi wan re bişêwire biçe Îmraliyê. Her wiha divê şert û mercên Ocalan bên başkirin û derfetên wî zêde bibin. "
'Divê statuyê bidin kurdan'
Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, da zanîn ku Xweseriya Demokratîk baş nayê famkirin û li gorî daxwazên vê projeyê hewldan tune ye. Beşîkçî, anî ziman ku divê statuya kurdan bê naskirin. Projeya Xweseriya Demokratîk di 18-19'ê kanûna 2010’an de li Amedê di komxebata KCD'ê de hate aşkerekirin. Lê nivîskarên tirk got ev projeya cudakariyê ye. Lê Ocalan jî BDP û KCD rexne kir û got we proje baş venegot. Diviya bû li dijî rexneyên nivîskarê tirk proje kaş bihata parastin û vegotin. Lê di vî alî de qelsi çêbû."
Beşîkçî, di cîhanê de gelek mînak dan û xwest ji bo çareseriyê pirsgirêka kurd modelên cîhanê li ber çavan bên girtin. Beşîkçî, ji kurdan xwest ku di hilbijartinê de tifaqa xwe xurt bikin û bibin yek. Beşîkçî, da zanîn ku ger hikûmeta AKP'ê li herêmê bi ser bikeve ji bo çareseriyê tu gavan navêje û wiha got: "Ger ku hikûmeta AKP’ê li herêmê bi ser ser bikeve, dê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd bibe asteng. Tu niyeta hikûmeta AKP'ê ya pirsgirêkê çareser bike tune. Dixwaze her tim pirsgirêkê di nava demê de birizîne û li gorî berjewendiyên xwe pirsgirêkê çareser bike."
DÎHA (mae)