"Dê bibe şerê Rojhilata Navîn"
Kalkan: Mudaxaleya li hemberî Sûriyeyê dê bibe şerê Rojhilata Navîn
Navenda Nûçeyan 31.08.2013 07:40:55 Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan der barê mudaxaleya derve ya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê de hişyarî kir û diyar kir ku ev mudaxale dê rê li ber şerekî ku dê bi Sûriyeyê sînor nemîne veke û got: “Ev wek Yekemîn Şerê Cîhanê, dê li Rojhilata Navîn biguhere şerekî leşkerî yê nû yê Cîhanê. Dê bibe şerê herêmî, şerê Rojhilata Navîn. Divê her kes vê bibîne.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan duh êvarê di bernameya Sêla Sor ya Stert TV de axivî û îhtîmala mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê nirxand.
DÊ ŞERÊ HERÊMÎ PÊK WERE
Kalkan diyar kir ku mudaxaleyeke leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê, dê 3’emîn şerê cîhanê yê ku tê gotin ji sala 1989-90’î heye, bîne rewşeke rastîn û got ev şer tenê dê bi Sûriyeyê sînor nemîne û dê şerekî herêmî be. Kalkan wiha pê de çû: “Ev şerê ku nêzî 20 salane didome, ji ber aliyê wê yê îdeolojîk, leşkerî û siyasî, şerekî ku li plana duyemîn maye ye. Ev jî ji ber karekter û taybetiya 3’emîn şerê cîhanê bû. Lê niha ger mudaxaleyeke ji derve li hemberî Sûriyeyê pêk were, DYA-Ewropa-Çîn-Rûsya bi lihevkirî mudaxale bikin; dixwazin bila li du parçeyan ji hev veqetînin, dixwaze bila DYA-Ewropa NAO mudaxale bike, dixwaze bila Rusya-Çîn-Îran li dijî vê derkeve bê rewşa pevçûnê, çi dibe bila bibe, dê ev wek Yekemîn Şerê Cîhanê, li Rojhilata navîn biguhere şerê nû yê leşkerî yê cîhanê. Ev teqez di nava sînorê Sûriyeyê de namîne. Dê hemû Kurdistanê bigire nava xwe. Dê Tirkiye jî bikeve nav. Ji xwe Îran têde ye. Ereb têde ne. Ji ber vê jî dê bibe şerekî herêmî. Bibe şerekî Rojhilata Navîn. Divê her kes bê baş bibîne.”
Duran Kalkan destnîşan kir ku heta niha ji ber ku ev dihat dîtin, muxaleya leşkerî nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger niha siyaset çareseriyê pêk neyne, berovajî vê rojeva pevçûna çekdarî bikeve dewrê wê demê dê felaket pêk were. Bi rastî jî dê herêm biguhere gola xwînê. Di Yekemîn şerê cîhanê de çi hat jiyîn dê heman rewş bê jiyîn. Divê her kes ji vê dur bisekine.
DI VÎ ŞERÎ DE LI ROJHILATA NAVÎN DÊ KES QEZENC NEKE
Kalkan da zanîn ku şerekî bi vî rengî li Rojhilata Navîn dê ji tu kesî re qezencê neyne û divê helwesta gelê kurd, hêzên demokrastî û gelên herêmê, li dijî vî şerî bin.
Kalkdan da zanîn ku ji serî de kurdan hem li Rojava û hem jî li seranserê Sûriyeyê xeta 3’emîn, xeta yekitiya gelan û azadiya-demokrasiyê parastiye.
KURD DÊ DI VÊ XETÊ DE PARASTINA XWE BIDOMÎNIN
Kalkan wiha pê de çû: “Kurd li Sûriyeyê dê çareseriya bi siyasetê esas bigire. Kurdên rojava ji xwe ev xet şopandin. Ne bûn alîgirên mudaxaleya ji derve û ne jî ya hundir. Di nava du sal û nîvan de nebûn alîgir. Ne bûn alîgirên rejîma Baas û ketin şer û ne jî bûn alîgirê muxalefetê û ketin şer. Bûn xeta 3’emîn. Xeta gelan a xeta azadî û demokrastiyê, xeta yekitiya Demokratîk a Sûriyeyê temsîl kirin. Di vê rewşa şer de jî Kurdên Rojava û hemû kurd jî ev xet temsîl kirin û dê bikin. Ger li Sûriyeyê şer bê ferzkirin û li ser Sûriyeyê Rojhilata Navîn bikeve şerekî nû, kurd dê bi hemû gelên din bi hêzên demokratîk re, dê şoreşa biratiya gelan li Rojhilata Navîn ferz bike. xeta polîtîk ya îdeolojiya Rêber Apo vê îfade dike. Tevgera kurd li dora vê xwe rêxistin kiriye. Niha têkoşîna wê di vê xetê de ye. Helwesta kurdan dê bibe berxwedana demokrasî, biratî û azadiyê.