1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dê dest bi dersan bikin
Dê dest bi dersan bikin,dê,dest,bi,dersan,bikin

Dê dest bi dersan bikin

A+ A-

Piştî ku akademîsyen Buşra Ersanli û Ragip Zarakolu ji ber ku li Akedemiya Siyasetê ya BDP'ê de ders dan hatin girtin 400 akademîsyenan kampanyaya "Em jî dixwazin di akademiyan de ders bidin" dan destpêkirin. Akademîsyen Prof. Baskin Oran, Prof. Nuket Esen, Prof. Fatma Gok, Prof. Meryem Koray, Prof. Mehmet Turkay, Prof. Eser Koker, Prof. Denîz Yukseker, Prof. Ferda Keskîn, Prof. Alî Kerem Saysel, dê roja şemiyê li Stenbol, Enqere û Amedê li Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê de dersan bidin.

Piştî ku akademîsyen Buşra Ersanli û Ragip Zarakolu ji ber ku li Akedemiya Siyasetê ya BDP'ê de ders dan di bin navê operasyona KCK'ê de hatin girtin akademîsyenan li dijî vê nerazîbûn nîşan dabûn. Nêzî 400 akademîsyenan ji bo ku piştgiriyê bidin Ersanli û Zarakolu kampanyaya "Em jî dixwazin di akademiyan de ders bidin" dan destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de dê dawiya hefteyê li Enqere, Stenbol û Amedê li Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê de dê dersan bidin. Di Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ya Stenbolê de roja şemiyê Prof. Fatma Got dersa "Jin û siyaset" bide. Akademîsyenan diyar kirin ku ji bo ku balê bikêşin binpêkirinên mafen îfadedekirinê hewldaneke wisa dan destpêkirin.

Di demeke kin de 400 akademîsyenan piştgirî dan

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan akademiyên siyasî anîbû rojevê û ewil AKP'ê akademiyên siyasetê vekiribûn. Akademiyên BDP'ê di demên dawî de bûbûn hedefa operasyonên bin navê KCK'ê. Di du operasyonên dawî de hem kesên ku li akademiyan ders dabûn hem jî perwerde bûbûn hatin girtin. Ersanli û Ragip Zarakolu jî ji ber ku li akamediyan ders dabûn hatibûn girtin û li dijî vê akademîsyenan nerazîbûnên tund nîşan dabûn. Piştî vê operasyonê li Stenbol û Enqereyê gelek akademîsyenan kampanyaya "Em jî dixwazin di akademiyan de ders bidin" dan destpêkirin. di demeke kin de ji bo kampanyayê piştgirî zêde bûn û nêzî 400 akademîsyenan piştgirî dan.

Li Stenbolê akademî dê bi dersa 'jin û siyaset' dest pê bike

Der barê kampanyayê de Hindekara Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Fatma Gok agahî da û got ku kampanyaya wan li dijî nehiqûqiyê çareserî ye û di akademiyên BDP'ê de jî weke akademiyên AKP û CHP'ê ders tên dayîn û ew ê jî li akademiyên BDP'ê ku tê xwestin krîmînalîze bê kirin dersan bidin. Gok destnîşan kir ku heta niha nêzî 400 akademîsyenan îmze dane kampanyaya wan û yên ku nedane jî piştî ku ders dest pê bikin em bawer in dê piştgiriyê bidin.

Akademîsyenên ku dê li Stenbol, Enqere û Amedê li Akademiyên Siyazetê yên BDP'ê de ders bidin û mijarên wan ev in:

STENBOL

Saet: 11.00

Prof. Fatma Gok - "Sîstema Perwerdehiyê û Zayenda Civakî"

Prof. Meryem Koray - "Tevahîbûna mafên mirovan û demokrasî"

Prof. Nuket Esen - "Nivîskar bi xwendevanên xwe ve çawa diaxive"

Prof. Mehmet Turkay - "Li Tirkiyeyê pêşketina kapîtalîzmê"

Doç. Denîz Yukseker - "Koçberî"

AMED

Saet: 11:00

Prof. Ferda Kesîin - "Etîk û Siyaset"

Doç. Alî Kerem Saysel - "Di serdema 21'emîn de rêvebirina çavkaniyên xwezayî"

ENQERE

Saet: 11:00

Prof. Eser Koker - "Zayenda Civakî û polîtîka"

Prof. Baskin Oran- "Li Tirkiyeyê nasname û pirsgirêkên nasnameyan"

(sa) DÎHA


Bêjeyên Miftehî