1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Dê dest bi rojiya mirinê bikin'
´Dê dest bi rojiya mirinê bikin',dê,dest,bi,rojiya,mirinê,bikin

´Dê dest bi rojiya mirinê bikin'

'Ger ku pêkanîn bidomin dê dest bi rojiya mirinê bikin'

A+ A-

Dayikên girtiyên Girtigeha Mêrsinê yên ku ji 9'ê Cotmehê virde di greva birçibunêde ne anin ziman kû idareya girtigehê nehiştine bi zarokên xwe re hevditinê pêk binin û zarokên wan diyar kirine ku idare zextan li ser wan berdewam bikin dê greva birçibûnê bizivirinin rojiya mirinê. Dayikan ji bo alikariyê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dan.

Dayikên girtî Giyasettin Yalçın û Sait Kaya ku di Girtigeha Mêrsinê de ji 9' Cotmehê vir de jî di greva birçibûnêde ne derbarê rewşa zarokên xwe de agahi dan ajansa me DÎHA'yê. Dayika Sait Kaya Binevş Kaya, diyar kir ku rewşa zarokên wan di Girtigeha Mersinê de ne başe û wisa axivî: "Kurê min got laşê wan diêşe û dema bijişk tê jî derziya li tiliyên wan didin û canê wan diêşine. Kurê min dibêje bijişk me biçûk dibine û kiryarên qirêj û kiryarên faşizan li me dikin. Kurê min got ji wan re dibêjin "terorist" û bijişkên girtigehê neheqiyê li wan dikin û ew bijişkê xwe dixwazin." Dayika Sait Kaya da zanîn ku kir ku kurê wê ji gardiyanan re gotine eger wisa bikin dê bikevin rojiya mirinê û wiha axivî: "Zarokên ne bê xwedinê. Em dê doza zarokên xwe bişopinin."

Dayika Giyasettin Yalçin Meryem Yalçin jî jî heman tişt anî ziman û wiha got: "Min xwest ez ji kurê xwe re pere razînim. Lê gordiyan bi hinceta kurê min ceza xwariye destûr neda ku ez pere razînim. Ez roja Înê ji bo hevditinê disa çûm girtigehê û min nasnameya xwe da gardiyan. Min got hefteya bihori jî em hatin we nehişt. Gardiyanan dujin li me kir. Nasnama min li nav çavê min da. Ne hiştin ez kurê xwe bibinim. Ez mecbur mam vegeriyam mal. Roja sêşemê kûrê min telefonî min kir. Got 'dayê bijişkên tên û pir canê me diêşinin. Dûjina li me dikin û gelek me aciz dikin. Em bijîşkên xwe dixwazin' û nerazîbûn anîn ziman."

Dayika Giyasettin Yalçin diyar kir ku polis zexta li wan jî dikin polis hatinê mala wan û xwestine daxwazname bidin ku kûrê wê dev ji greva birçûnê berde û wiha got: "Em doza xwe bernadin. Bila li ver me jî bikin, bila me jî bigirin."

Sekreterê Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mersinê Tamim Salmanoglu jî anî ziman ku malbatan serî li wan daye û diyar kirine ku kurê wan gotine ger ku pêkanîn bidomin dê ji duşemê (12 mijdarê) û şûnde dest bi rojiya mirinê bikin.

(Nuçegihanê dildar)

(mae)