1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dê gelê kurd şerma sedsala 21'emîn ji holê rake!
Dê gelê kurd şerma sedsala 21'emîn ji holê rake!,dê,gelê,kurd,şerma,sedsala,21,emîn,ji,holê,rake

Dê gelê kurd şerma sedsala 21'emîn ji holê rake!

A+ A-

11:06 06.11.2013 1 / 3 HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) - Mînakên "dîwarên şermê" yên li ser cîhanê tên avakirin di dîroka mirovahiyê de wek dexmeyek reş dimîne, yekê nû jî di navbera Nisêbîn-Qamişlo de dixwazin bê ava kirin. Gelê kurd li hemberê vê dîwarî di her qadî de bertekê xwe datîne holê, dê 7'ê mijdarê de jî bi meşek bi girseyî bi Nisêbînê ve lidar bixe û dê daxwaza dîwar ji holê bê rakirin bike. Ji bo meşa ku li bendê ne bi hezaran kes tê beşdar bibin, tenê ji navend û navçeyên Amedê bi 250 wesayîtan dê di 7'ê mijdarê seat 10.00'an de bikevin rê.

Di dîroka cîhanê de ji hêla serdestan ve di navbera gelan de "dîwarên şermê" tên lê kirin, îro jî ji hêla hikumeta AKP'ê ve di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de "dîwarekî şermê" ya nû tê lêkirin. Yê di cîhanê de ku wek "dîwarê şermê" tê nasîn Dîwarê Berlîn ku di sala 1961'î de Almanyayê ji hev cuda kiriye ye. Avakirina vî "dîwarê şermê" ku 28 sal Almanyayê kiriye du perçe biryara çêkirina wî piştî 2'emîn Şerê Cîhanê ji hêla rêveberên Almanyaya Rojhilat ve ji bo Almanên ku li Rojhilat dijîn nerevin Almanyaya Rojava di şeva 12'ê tebaxê sala 1961'de di civîna ku li Dollnsêe ya li derveyê Berlîn a Rojhilat e de, biryar hat girtin. Biryara ku di nîvê şevê de hat girtin de hemû çûn û hatina sînorên ku Berlîn a Rojhilat a bi Rojava ve girê dide hate girtin. Leşkerên Alman a Rojhilat û karkeran li heremekî ji 156 kîlometre ya dora Berlîn a Rojava digirt û ketin sînora 43 kîlometreyekî ya Berlîn a Rojhilat û Rojava ji hev cuda dike û tampon çêkirin. Her wiha têlên bi strîn di sînor de bi cih kirin. Di 17'ê tebaxê de jî ji bo avakirina Dîwarê Berlînê tuxlaya yekemîn hat danîn. Di hefteyên pêş de jî li ser herêma ku Berlîn a Rojhilat û Rojava ji hev cûda dike têlên qefesê, mayîn, tivingên ku bi otomotîk gule direşîne û bendên cuda hatin bi cih kirin. Êdî Berlîn bi fiîlî ji hev cuda bû, êdî ne îmkan e mirov ji Rojhilat derbasî Rojava bibe. Dema Dîwarê Berlînê piştî salan temam bû bendekî ku ji blokekî 45 hezar beton û dirêjiya wî jî ji 140 kîlometreyî pêk dihat çêbû.

Li hemberê vî "dîwarê şermê" ya di nava gelan de hatibû lêkirin, gelek serpêhatiyên balkêş kete dîrokê, bi hindikayî 136 kesên ku dixwestin di ser dîwarê de xwe bavêjin jiyana xwe ji dest dan. Bi dawiya sala 1989'an de kûçeyên Berlîn a Rojhilat li hev ket. Protestoyên li hemberê rejîmê ya di bajêr de destpê kir li hemû welat belav bû. Di 4'ê mijdara 1989'an de ji milyonek zêdetir Alman a Rojhilat li Berlîn a Rojhilat meşekî şermezarkirinê li darxist. Di şeva 9'ê mijdara 1989'an de bi sed hezaran Berlîniyên Rojhilat ji bo derbasî Rojava bibin hicumê deriyên sînor kirin. Li ser vê yekî rêveberiya Alman a Rojhilat ragihand ku sînorê Almanya Rojava jî di nav de hemû deriyên sînoran hat vekirin. Hesreta 28 salan a Berlîniyên Rojava û Rojhilat dawî bû. Piştî salekî di 3'ê cotmehê 1990'an de bi hilweşandina Dîwarê Berlînê re, bû gava yekemîn a Almanya dîsa bû yek welatek e.

ji dîwarê şermê re Seda Çînê bû îlham

Dîwarê Berlînê ku ji hêla gel ve hate hilweşandin bû mînaka ku tu asteng di navbera gelan de nayê danîn. Li ser cîhanê mînakên dişibe "dîwarê şermê" hêj jî hebûna xwe diparêze. Seda Çînê ku tê îdeakirin ji van dîwaran re bûye îlham, tê texmînkirin ku 200 sal beriya mîladê hatiye çêkirin, dîwarê sînorê ya herî kevin a cîhanê tê zanîn. Ji hêla rêveberên demê ve ji bo parastina êrîşên ji derve ve tên û kesên dixwazin bên cezakirin wan di karê avakirina sedê de didin xebitandin, her wiha ji hêla bi sedan hezaran turîstan ve tê ziyaret kirin.

Hincetên hemû dîwaran 'ewlehî' ye

Di şerê bi salan a navbera Îsraîl û Filîstînê de jî bi "dîwarê şermê" di nava gelan de dîwaran lêkirin. Li dora herêma Şerîaya Rojava di sala 2002'an de bi biryara Arîel Şeron re dest bi dorpêçkirinê hatin kirin. Dîwarê ku bi hinceta ewlehiyê hate lêkirin etaba pêşî ji 110 kîlometreyî pêk hat, dîwar ne tenê di sînorekî de, dora gelek qesaba û gundan jî dorpêç kir û heke li ser derî neyê vekirin ev qesaba bizivire zindanekî. "Dîwarekî şermê" ya wekî Dîwarê Sahra a Rojava tê zanîn jî ji hêla Qralê Fasê Hasan a Duyemîn ve di sala 1980'ê de hat çêkirin. Bi çêkirina dîwarê re gele li Sehraya Rojava dijîn gel ji hev hatin cuda kirin û ji ber vê dîwarî gelek mirov mirin, gelek sewal jî telef bûn. Sînora xwedî 4 hezar kîlometre dirêjahî ya di navbera Hîndîstan û Bangladeş de hatî danîn sînora herî bi xwîn a cîhanê ye. Li gor rêxistinên Mafê Mirovan a Navneteweyî, di salê de hezar Bangladeşî ku xwestin ji sînor derbas bibin ji hêla polîsên Hîndîstanê ve hatine kûştin. Hîndîstan, 25 sal e dixebite ku di vê xeta sînorê de bendek bikşîne. Dîsa di axa Fasê de şehrên Septe û Melîlla ku wek e "Di nava Fasê de Îspanyayek" tê zanîn ji hêla hikumeta Îspanyayê ve bi armanca rê li pêşiya kaçaxçitiyê bigire sedek ava kir. Her wiha ji s700 kîlometreyî sînorên Îran-Pakîstanê 300 kîlometreyî heta sînorê Amerîka-Meksîkayê li gelek cihî dîwarên sînor hene.

Şerma sedsala 21'êmîn di navbera Nisêbîn-Qamişloyê hat destpê kirin

Di cîhanê de ku ev mînakên "dîwarê şermê" hene, di demekî ku êdî sînor bê wate mane, mînakekî "dîwarê şermê" wiha de di navbera navçeya Nisêbîna Mêrdînê û bajarê Qamişloya Rojavayê dîwarekî tê xwestin bê lêkirin lê hat zêde kirin. Bi hevpeymana Anqarayê ya di sala 1920'an de di navbera Fransa û Tirkiyeyê de hat îmzekirin de xeta sînorê hatî danîn bû sedema kesên heman malbatî de ji hev cuda kir. Bi şerê navxweyî ya di nava Suriyê de re, bi pêvajoya li Rojavayê ya di pêşengiya gelê kurd re hat destpêkirin re li hemberê pergala demokratîk a di bingeha wekhevî û azadiya gelan de hatiye avakirin di serî de Tirkiye gelek hêzên navneteweyî polîtîkayên ji bo xeniqandina vî şoreşî xistin meriyetê. "Dîwarê şermê" jî piştî YPG bajarên li ser xeta sînor bidest xist û ji çeteyê El-Nusra û yên din stand kete rojevê. Xebatên çêkirina dîwarê ku berdewam dike, bertekên li hember çêkirina dîwar jî di demek kurt de pêş ket. Ji van bertekan a herî girîng jî çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan e. Di her qadên kurd lê dijîn berteka li hemberê dîwarê mezin dibe, li hemberê dîwara li ser îradeya gelê kurd tê çêkirin Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), biryara çalakiya mezin a di 7'ê mijdarê de dê li Nisêbînê pêk bîne da.

'Dîwar li ser vîna gelê kurd tê avakirin'

Meşa dê li Nisêbînê bê kirin beşdariya herî mezin dê ji Amedê pêk bê. Hemwelatî dê roja Pêncşemê di seat 10.00'an de li ber avahiyên rêxistina BDP'ê yên bajêr û navçeyan bi wesayîtan bi Nisêbînê ve bimeş in. Xebatên ji bo beşdariya meşa dê li Nisêbînê pêk were bikin de, ji navçeyên navenda Amedê nêzî 250 wesayît bi Nisêbînê ve bikevin rê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê Eşref Mamedoglu, derbarê mijarê de ji DÎHA'yê re axivî. Mamedoglu, diyar kir ku bi pêvajoya avakirinê ya di pêşengiya gelê kurd a Suriyê wek e xeta sêyemîn derkete holê de bi destê çeteyan hêzên navneteweyî êrîşê Rojavayê kirin. Mamedoglu, da zanîn ku ev dîwar jî dîwarekî li ser vîna gelan tê çêkirin e. Mamedoglu, destnîşan kir ku li hemberê vî dîwara di navbera gelan de tê çêkirin ew dê di 7'ê mijdarê de li Nisêbînê bin û banga beşdarbûna vî meşî kir. Mamedoglu, wiha got: "Em dê ji bo wî dîwarî ji holê rabikin biçin wir. Çûn dê ne çalakiyekî ku daxuyaniyê bidin û vegerin e. Heta ew dîwar ji holê neyê rakirin dê çakaliya me bidome."

(ea/mae)