1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Dê hefteyekê çalakiyan li dar bixin
Dê hefteyekê çalakiyan li dar bixin,dê,hefteyekê,çalakiyan,li,dar,bixin

Dê hefteyekê çalakiyan li dar bixin

Li Îzmîrê jin dê hefteyekê çalakiyan li dar bixin

A+ A-

Meclîsa Jinan a Îzmîrê û Tevkarên DOKH'ê yên Îzmîrê ji bo 3 siyasetmedarên kurd ê jin ên li Fransayê hatin qetilkirin û girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin dê gelek bername û çalakiyan li dar bixin û xwestin ku hemû kes tevlî çalakiyên wan bibe.

Meclîsa Jinan a Îzmîrê û Tevkarên DOKH'ê yên Îzmîrê ji bo 3 siyasetmedarên kurd ê jin ên li Fransayê hatin qetilkirin û girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê di 12-192ê çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Îzmîrê Hemşiye Ayaş daxuyanî xwend û diyar kir ku bi qetilkirina jinên kurd dixwazin jinên kurd û tevgera azadiya ya jinan bitirsînin. Ayaş, anî ziman ku suîkasta li hemberî 3 siyasetmedarên kurd ên jin tenê li dijî gelê kurd na li dijî hewildanên aştiyê jî pêk hat. Ayaş, da zanîn ku ew komkujiya Parîsê şermezar dikin û dê li Îzmîrê hefteyekê çalakî bernameyan li dar bixin û plansaziya bernameyan wisa rêz kir:

"* Bi armanca şermezarkirina qetilkirina siyasetmedarên kurd ên jin dê di 12'ê çileyê saet di 14.00'an de li ber deriyê Basmane Fuarê heta ber Sumerbanqa kevin meşekê li dar bixin.

* Di 15'ê çileyê saet di 14.00'an de dê li ber avahiya BDP'ê bên cem hev û li vir biçin postexaneyê ji balyozxaneya Fransayê re faksan rê bikin.

* Di 18 'ê çileyê de saet di 12.00'an de biçin postexaneyê ji jinên di çalakiya greva birçîbûnê de yên li Şakranê qertan bişînin.

* Di 19'ê çileyê de saet di 17.00'an de dê li Rêxistina BDP'ê ya Gazîemîr ji bo 3 siyasetmedarên kurd ên jin mewûd bê dayîn.

(bd/mae)