1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ′Dê hêzên me di demek nêz de rojavayê Reqayê rizgar bikin′
′Dê hêzên me di demek nêz de rojavayê Reqayê rizgar bikin′,dê,hêzên,me,di,demek,nêz,de,rojavayê,reqayê,rizgar,bikin

′Dê hêzên me di demek nêz de rojavayê Reqayê rizgar bikin′

Fermandarê Odeya Xezeba Firatê Diyar Dêrik, da zanîn ku dê hêzên wan 35 km pêş ketine û dê di demekê nêz de rojavayê Reqqayê rizgar bikin

A+ A-

VÎDEO:https://www.youtube.com/watch?v=M78EkP-tnYo

NORHAN EBDÎ

REQQA – Fermandarê Odeya Xezeba Firatê Diyar Dêrik, da zanîn ku dê hêzên wan 35 km pêş ketine û dê di demekê nêz de rojavayê Reqqayê rizgar bikin.

Feramandarê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Diyar Dêrik got ku ew ê di demeke nêz de, armancên qonaxa duyemîn a hemleya rizgarkirina pêk bînin û wiha axivî: ″Hemleya Xezeba Firatê ji du baskan ve (Qadiriyê û Kerdoşan ) ve destpê kir. Şervanan bi dehan gund, mezira û girên stratîjîk rizgar kirin, her wiha gelek çek û cebilxane bi dest xistin û tevî hemû astengiyan pêşveçûna şervanan didome.″

Dêrik di dewama axaftina xwe de got :″Piştî berxwedaniya bêhempa li hember çeteyan tê kirin, şervanên me gundan rizgar dikin û ji bermahiyên çeteyan paqij dikin. Şêniyên gund bi kêfxweşî tên pêşwaziya me, lewma em ji hemû cîhanê re diyar dikin ku em ê bigihêjin armancên xwe û gelê xwe ji çeteyên DAIŞ′ê xelas bikin.″

Dêrik destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl da ku beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bibe, lê negihîşt armancên xwe û planên wê bin ketin.

Dêrik diyar kir ku bi destpêkirina Hemleyê re, gelek serkeftinên leşkerî û siyasî hatin bidestxistin û ev tişt anî ziman: ″Ev serkeftin ne bi dilê Tirkiyeyê bûn, ji ber vê dest bi hedefgirtina gund û noqteyên şervanên Meclîsa Minbicê û QSD′ê kir û deriyê xwe ji çeteyan re vekir da pêşketina şervanan asteng bikin.″

Fermandarê Odeya Xezeba Firatê da zanîn ku Hemleya wan didome, şêniyên wan herêman rastiya wan dibînin, baweriyê didin wan û roj bi roj tevlîbûna nava refên wan zêde dibe û ev tişt got: ″Dê hêzên me di demek nêz de gundewarên Rojavayê Reqayê rizgar bikin.″

(nse)

ANHA