1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dê ji bo girtiyên nexweş ji Amedê bimeşin Enqereyê
Dê ji bo girtiyên nexweş ji Amedê bimeşin Enqereyê,dê,ji,bo,girtiyên,nexweş,ji,amedê,bimeşin,enqereyê

Dê ji bo girtiyên nexweş ji Amedê bimeşin Enqereyê

A+ A-

09:51 10.03.2014 1 / 2 BARIŞ KOYUN

AMED (DÎHA) - Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di 6'ê nîsanê de, meşa 20 rojan ya li Amedê ber bi Enqereyê destpê bike. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker anî ziman ku armanca meşê ew e ku bi dengekî bilind daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş bînin ziman.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan rewşa 202 girtiyên nexweş giran e û bi li girtîgehan 620 girtiyên nexweş hene. Piştî ku girtiyê ji doza Ergenekonê Fatîh Hîlmîoglu serbest hat berdan cot standardî careke din derket holê. TUHAD-FED ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di 6'ê nîsanê de meşa 20 rojan ya ber bi Enqereyê bide destpêkirin. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker diyar kir ku piştî baweriya wan bi pergala hiqûqa Tirkiyeyê nayê û cot standardî heye.

Zubeyde Teker anî ziman ku dê ji bo girtiyên nexweş serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin û wiha axivî: "Ger baweriya me li pergala hiqûqa Tirkiyeyê were em ê vê biryarê rast bibînin. Lê li Tirkiyeyê hiqûqeke cot standart heye. Ji bo hinek girtiyan dema dirêj tê wateya mirinê. Em ê daxwazên xwe bînin ziman û dê parêzer jî serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin. Ger bibêjin hiqûqa Tirkiyeyê we kêfxweş dike, ez ê bibêjim na min kêfxweş nake. Girtiyên nexweş roj bi roj ber bi mirinê diçin."

'Kurdbûn û PKK'î bûn sûc tê dîtin'

Teker da zanîn ku ji ber şert û mercên girtîgehan girtiyên nexweş êdî nikarin bijîn, li Tirkiyeyê kurdbûn û ji doza PKK'î girtin wek sûc tê dîtin û wiha pê de çû: "Li vî welatî kurdbûn û ji doza PKK'ê ceza girtin her tim bûye wek sûcekî mezin. Divê cezayên herî kêm bên dayîn, lê ji ber van nasnameyan cezayên herî giran tên birîn. Hevalê me bi darazeke alîgir û înfazê re rû bi rû dimînin. Gelo dê Dadgeha Makeqanûnê çareseriyê pêk bîne, dema mirov van difikire, tiştek erênî xuya nake."

Zubeyde Teker destnîşan kir ku wekî komîsyona girtîgehê bi salane daxwazên xwe ji hikûmetê re radigihînin lê hikûmet sersar nêzîkî daxwazen dibe û wiha got: "Me daxwazên xwe anî ziman. Daxwaza me ew e ku ji bo rewşa girtiyên nexweş şertan nedin pêş. Divê xala hinceta ewlehiyê ya Saziya Tipa Edlî ji holê bê rakirin. Ger ev xal ji holê bên rakirin, em di wê baweriyê de ne ku dê girtiyên nexweş zûtirîn serbest bên berdan. Bêyî ku Saziya Tipa Edlî û fikra dadger dê ev persgirêk bê çareserkirin. Lê daraza Tirkiyeyê, darazeke faşîzan e. Divê teqez sererastkirinên hiqûqî pêk werin û demildest hevalên me serbest bên berdan. Em ê ji bo vê yekê li kolanan bitêkoşin. Em ê bi dengekî bilind daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş bînin ziman."

Ji bo meşa dirêj bangewazî

Teker diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan dê di 6'ê nîsanê de li Amedê ber bi Enqereyê meşa 20 rojan bidome bê lidarxistin. Teker bang li hemû kesî kir ku tevli meşê bibin û wiha got: "Me der barê girtiyên nexweş lêkolînên girîng kir, lê hikûmetê li ber çavan negirt. Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ev mijar bikeve rojeva gel em ê çalakiyan li dar bixin. Em ê di 6'ê nîsanê de li Amedê ber bi Enqereyê meşeke dirêj bidin destpêkirin. Armanca me ew e ku em di van 20 rojan de mijara girtiyên nexweş bixin rojevê. Ev yek ji bo me peywireke mirovahiyê ye. Divê raya giştî ji bo çalakiyên me bi hestiyar tevbigere."

(ça/mae)