1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dê kurd bi hev re tevbigerin
Dê kurd bi hev re tevbigerin,dê,kurd,bi,hev,re,tevbigerin

Dê kurd bi hev re tevbigerin

A+ A-

Komkara Ereban helwesta xwe ya li hemberî Sûriyeyê tund kir û bangawaziya “Ger din ava 24 demjimêran de aşkere neke ku destûr dide şanda çavêdran, em ê dest bi danekirinan bikin”. Li aliyeke din jî partiyên Kurd Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclîsa Neteweyî ya Kurdan di civîna Komkara Ereban de ragihandin ku ew ê bi hev re tevbigerin.

Rêveberiya Beşar Esad her ku diçe di karanîna tundiya li hemberî muxalîfan de berdewam dike. Rêveberiya Şamê niha di dorpêça Komkara Ereban de ye. Komkara Ereban ji rêveberiya Şamê xwestibû ku di nava du hefteyan de tankên xwe ji nava bajara bikişîne, dawî li tundiyê bîne û bi muxalîfan re bikeve nava diyalogê. Her wiha, yek ji daxwazên Komkarê ew bû ku yekînek a çavdêran a ji 500 kesî pêk tên bişînin Sûriyeyê.

Lê rêveberiya Esad xwe li hemberî pêkanîna planên Komkara Ereban giran kir, ji ber wê jî Komkarê ultîtomeke dawî da Sûriyeyê. Serokwezîrê Ereban ku li Qahîreya paytexta Misirê civiyan, Sûriyeyê hişyar kirin û diyar kirin ku divê Sûriye di nava 24 demjimêran de destûrê bide şanda çavdêran, an ne ew ê dest bi danekirinan bikin.

Tê payîn ku ger bersiveke nerênî ji rêveberiya Sûriyeyê were, wê li hemberî wê danekirinên aborî, ragirtina geştên hewayî û cemidandina sermayeya vî welatî, bêne destpêkirin.

Di demek ku çûnûhatina dîplomasî ya di navbera Komkara Ereban û Sûriyeyê de pir zêde ye de, muxalefeta Kurd jî li Qahîreyê biryareke girîng dan.

Di hevdîtina li Qahîreyê di navbera Melcîsa Neteweyî ya Kurdan û PYD’ê de pêk hat de hate diyarkirin ku wê di axaftina ku wê di Komkara Ereban de bê kirin de, bi awayeke xurt balê bikişînin ser daxwazên Kurdan. Her du rêxistinan diyarkirin ku divê yekitiya Kurdan bê xurtkirin û ji bo bingeh girtina berjewendiyên Kurdan li hev kirin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî