1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dê Qersê bi mînyaturên dîrokî bide nasîn
Dê Qersê bi mînyaturên dîrokî bide nasîn,dê,qersê,bi,mînyaturên,dîrokî,bide,nasîn

Dê Qersê bi mînyaturên dîrokî bide nasîn

A+ A-

QERS (DÎHA) - Hostayê mînyaturê Metîn Dogukartal ê ku li Qersê dijî mînyaturên berhemên dîrokî yên bajar çê kir û bi pêşengeha vekirî dê Qersê bi wan berhaman bide nasîn.

Li Qersê berhemên dîrokî yên ji turîzmê re nehatin vekirin bi mînyaturên wan ên hatin çêkirin dê bidin nasîn. Hostayê mînyaturê Metîn Dogukartal ê ku ji zarokatiya xwe heya niha xebatê mînyaturê dike, mînyaturên berhemên dîrokî yê çêkirin li baxçeyê Mala Çandê ya Namik Kemal pêşkêşî civakê dike. Dogukartal, mînyaturên Qelha Qersê, malên Qersê, Xirabeyên Anî, pira kevir û gelek berhemên din ên dîrokî yên bajar çêkirin û ji welatiyan re pêşkêş kir. Dogukartal têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Ji zarokatiya xwe heya niha ez xebatên mînyatûrê dikim û li gorî xwe min hinek tişt bi ser xistin. Ji ber ku ez gelek hej berhemên dîrokî dikim min mînyaturên wan bi kevirên biçûk çêkirin." Dogukartal, diyar kir ku di serî de mînyatura Pira Dîrokî û gelek berhemên din ên dîrokî çêkirin û wiha axivî: "Dema mirov berê xwe dide berhemên dîrokî yên Qersê behemên dîrokî yên gelek şaristaniyan hene. Her civaka li vir jiyî bi avahîsaziya xwe behemek çêkiriye. Ji bo em xwedî li wan berhemên dîrokî derbikevin divê ya ji destê me bê em bikin."

‘Qers muzeyekî vekirî ye'

Dogukartal, anî ziman ku li her kuçe û kolanên Qersê mimkûne mirov rastî berhemekî dîrokî bê û wiha pê de çû: "Em dixwazin tursîtên biyanî û navxweyî yên tên bajarê me ziyaret dikin ligel penîrê qaşar û hingiv mînyaturekî berhemên dîrokî bigirin. Armanca vê xebatê ya din jî ew e ku tursîtên tên digerin û cihên nedîtin bi van mînyaturan bibînin e.

(bd)