"Dê têkoşîna herêmî dijwar bibe"
Kalkan: Sala 2013 dê têkoşîna herêmî dijwar bibe
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku dê sala 2013, li herêmê têkoşîna siyasî û leşkerî dijwartir bibe û got: “Ev yek dê her kesê têxe nava xwe. Dê têkoşîneke siyasî û leşkerî bi awayeke tevlîhevtir, kûr û berfirehtir pêk bê.” Kalkan destnîşan kir ku sala 2012’ê, “Operasyona Şoreşgerî” li Bakûrê Kurdistanê di asta gerîlayan de ma û got: “Sala 2013 ev yek wiha nabe. Dê qadên îdeolojîk, siyasî û leşkeîr hemû bi awayeke topyekun tevlî hemleya şoreşgerî bibin û em ê encamê bigirin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan pêşketinên li Rojhilata Navîn ji beşa Tirkî ya ANF’ê re nirxand. Kalkan got: “Sala 2013’ê di asta herêmî de dê têkoşîna siyasî û leşkerî dijwatir bibe.” Kalkan destnîşan kir ku ev yek dê bandorê li her kesê bike û got: “Dê têkoşîneke siyasî û leşkerî bi awayeke tevlîhevtir, kûr û berfirehtir pêk bê. Divê her kes vê yekê bizane û jêre amade be.”
Dûran Kalkan diyar kir ku têkoşîna li Sûriyeyê jî dê kûrtir û berfirehtir bibe. Kalkan ragihand ku sala 2012’ê, “Operasyona Şoreşgerî” li Bakûrê Kurdistanê di asta gerîlayan de ma û got: “Sala 2013 ev yek wiha nabe. Dê qadên îdeolojîk, siyasî û leşkeîr hemû bi awayeke topyekun tevlî hemleya şoreşgerî bibin û em ê encamê bigirin.”
ŞERÊ HUNDIR Û DERVE DÊ DAHATUYA AKP’Ê DIYAR BIKE
Kalkan destnîşan kir ku dê di sala 2013 de şerê li hundir û derve dahatuya AKP’ê diyar bike û got: “Tayyip Erdogan û hevalên xwe bi her awayi ketine ava şerekî wiha.” Kalkan aşkere kir ku AKP dê di vê çarçoveyê de şer kûrtir bike û diyar kir ku ji ber vê jî ji derdorên cûda yên civakê li hemberî AKP’ê têkoşîn pêş dikeve û got: “Ev yek dê sala 2013’ê berfirehtir bibe. Beriya her tiştê dê gelê Kurd berxwedanê pêş bixe”. Kalkan got: “Dê AKP li Kurdistanê pir lewaz bibe. Berxwedana Kurdan çawa ku faşîzma Tirkperest a spî bin xistiye, dê faşîzma Tirkperestiya kesk a AKP’ê jî bin bixe. Destûr nade ku AKP Ergenekona Kesk ava bike.” Her wiha Kalkan got: “AKP êdî nikare pirsgirêka Kurd çareser bike.”
GELEK DERDOR NE LI BENDA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ BÛN
Dûran Kalkan bal kişand ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Rojavayê Kurdistanêç dest pê kir û got: “Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşketinên girîng û dîrokî ye. Bandora wê di van rojan de û rojên pêş de dê zêdetir bibe. Ev pêvajo dê rê li ber demokratîkbûna Sûriyeyê û yekitiya konfederal vebike û her wiha dê bihêle ku Tirkiye jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd serî li rêyên demokratîk bide.” Kalkan destnîşan kir ku gelek derdor ne li benda Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû.
Kalkan got: “Her kes lê bi bendê bû ku dê pêşketinên şoreşgerî çareserî pêşî li Bakûrê Kurdistanê, Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê pêk bê. Kes li bendê nebû ku dê şoreşa azadiya Rojavayê Kurdistanê bide pêşiya vana hemûyan.” Kalkan bal kişand ser hewldan û afirandina ramanan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê parçeya Kurdistanê. Kalkan bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got: “Rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê li hemberî rewşa pevçûnan helwesteke rast nîşan da.”
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ÊDÎ FAFTOREKE GIRÎNG Ê SIYASÎ YE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser helwesta dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku ji bo Kurd tu destkeftiyek a Kurdan çênebe, AKP hemû tiştê xist dewrê. Kalkan got: “Bi her awayi êrîş kirin. Ha helwesta wan a li hemberî mudaxeleya NATO’yê ya li ser Lîbyayê ji bo vê yekê bû. Armanca wê ew bû ku li beramberê vê yekê ji NATO û DYA’yê li hemberî PKK’ê alîkariyê werbigire. Sedema ku li Sûriyeyê evqas şer dimeşîne jî ev e. Armanca wan ew e ku li Sûriyeyê pêşketinan kontrol bikin û destkeftiyên Kurdan asteng bike. Evane jî ne bes in, îcar berê êrîşên çeteyan didin Kurdistana azad. Ev yek rûyê AKP’ê bi awayeke baştir aşkere kir. Makseya wê baştir dikeve. Ê baş e, tu dibêjî li Bakûr PKK terorîst bû, tu li hemberî wê şer dikî, li dijî wan derdiketî, lê tu ji bo Kurdên li Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Dêrik û Qamişloyê çi dibêjî? Tu çima êrîşê wan dikî? Tu çima sînorê xwe vedikî çeteyan diajoyi li ser wan? Ev tê wateya dijminahiya Kurdan. Wê demê tu neyarê Kurdan î û qirkirinê diparêzî. Tu gelê Kurd înkar dikî û hewl didî tune bikî. Rastiya AKP’ê ev e.” Kalkan destnîşan kir ku li hemberî pirsgirêka kurd tu ferqa AKP’ê ji MHP’ê tune ye û ew jî weke MHP’ê neyartiya Kurdan dike. Her wiha diyar kir ku tu ferqa AKP’ê ji CHP’ê jî tune ye û şerê qirkirina Kurdan niha wê girtiye ser xwe. Kalkan got: “Divê ev rastî baş were zanîn û bi vî awayî polîtîkayên komkuj û qirkirinê yên AKP’ê bêne riswa û rûreşkirin. Dê roleke girîng a vê ji bo Rojavayê Kurdistanê hebe.”
PÊWÎSTE JI BO KONFERANSA NETEWÎ YA KURDISTANÊ KOM BIBIN’
Kalkan di derbarê Konferansa Netewî ya Kurdan de wiha axivî: “Ev hemû didin nîşankirin ku, pêwîste kongre yan jî konferansa netewî ya Kurdistanê kom bibe. Pêwîste çi berjewendiyên rojane û polîtîk li pêşiya pêşketinekî demokratîk ya netewî nebe asteng. Lê mixabin astengiyekî wiha heye. Berjewendiyên teng yên polîtîk, nêzîkatiyên qedandina rojê li pêşiya xebata yeketiya demokratîk ku li ser qedera gelê Kurd bibe xwedî gotin, dibe kelem. Bi taybet di vê mijarê de rol û berpirsyartiyek mezin dikeve ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK’ê. Her çendî ku di van salên dawî de helwestek ya kombûna netewî girtin jî, lê belê di aliyê pratîkî de tiştek nekirin. Xwe didin paş. Tevayî parçeyên Kurdistanê li gorî xweseriya wan parçeyan nagirin dest, wê hêzê di xwe de nabînin ku li gorî wê tevbigerin. Hemû carê bi çavê Başûrê Kurdistanê li tevayî Kurdistanê temaşe dikin. Li gorî berjewendiyê wê nêz dibin. Ji ber wê çendê di derbarê Kurdistanê tevê de biryarên ku azadî û çareseriya wekhev pêşdîtin dike nagirin û li gorî wê xebat û pêngavan naavêjin. Dudiliyê dikin ku, dê hêzên navnetewî û herêmî çi bibêjin.”
Kalkan wiha domand: “Mînak xwe li şoreşa Rojava nagirin. Xwe li şerê demokrasî û azadiyê yê gel li Bakûrê Kurdistanê dide, berxwedana demokratîk ya li dijî şerê taybet û topyekun yê AKP’ê bi rê ve dibe, nagire; weke li dijî berjewendiyên xwe yên rojane dibînin. Ji ber vê sedemê nikarin pêngava yeketiyê biavêjin. Mînak, têkiliyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê zirarekî mezin dide tekoşîna giştî. AKP hêza ku ji PDK’ê digire bi çeteyan êrîşî Serêkaniyê, Efrîn û Helebê dike; xwe amade dike êrîşî Qamişlo û Dêrikê bike. Tirkiye bi hêza ku ji nêzîkatiyê Başûrê Kurdistanê digire, hewil dide ji muxalefeta Sûriyeyê Kurdan derxîne derve.”
‘NE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, TIRKIYE MUHTACÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’
Kalkan destnîşan dike ku, ne Başûrê Kurdistanê muhtacê Tirkiyeyê ye berevajiyê wê Tirkiye muhtacê Başûrê Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: “Di rastiyê de hem di aliyê aborî û hem di aliyê siyasî de jî zêdetir Tirkiye muhtacê Başûrê Kurdistanê ye. Ger Rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê hêzê di çareseriya pirsgirêka Kurd de bikar bîne, dê li parçeyên din û tevayî Kurdistanê rolek mezin di çareserkirina pirsgirêkê de bileyîze. Lê belê di vê xalê de, xwe dide paş û polîtîkayekî ku tenê xwe li ber çav digire dide pêş. Ji ber vê çendê rewşa heyî ya tevayî parçeyên din weke heyî nayê dîtin û nayê qebûlkirin. Ji ber vê sedemê pêngavên bibiryarên hevpar yên tevayî rewşa parçeyan dinirxîne û tekoşîna tê bi rê ve birin bike yek nayên avêtin. Ji xwe ger kongreya netewî kom bibe pêwîste van biryaran bigire, ev ê her kes dizane. Lê belê ger Tekoşîna Azadiyê ya li Bakûrê Kurdistanê, tekoşîna li Rojavayê Kurdistanê, tekoşîna li Rojhilatê Kurdistanê li gorî xweseriyên wan nebîne û qebûl neke, nikare biryar bigire û pêngavên ku berpirsyartiyek hevpar digire ser milên xwe bigire. Çavkaniya biryarên konferans û kongreyê ku nakevin pratîkê jî ji vir tê. Ji ber wê li hemberî rêveberiya Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî rexne hene, her wiha rayagiştî ya netewî bi gûman temaşeyî polîtîkayên li vir dike. Gelek teng, perçeyî û gelek herêmî dibîne. Weke nêzîkatiyekî polîtîk ku bêhtirî xwe berjewendiyên xwe dide pêş, her wiha tekoşîna ku li tevayî Kurdistanê tê birêve birin cidî nagire, tê nirxandin.”
‘YEKETIYA NETEWÎ PÊWÎSTE TENÊ JI SIYASETMEDARAN RE NEYÊ HIŞTIN’
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ Dûran Kalkan bal kişand ser rolê rewşenbîr, hunermend û vîna civakî ya li ser siyasetê û diyar kir ku pêwîste her tiştê ji biryar û dîtinên partiyên siyasî re nehêlin û wiha got; “Di vê çarçoveyê de pêwîste girîngiyê bidin nêzîkatiya yeketiya demokratîk; pêwîste her kes di nêzîkatiyek wisan de be. Asta netewî û helwest pêwîste di vê çarçoveyê de pêş bikeve. Pêwîste li ser partiyên siyasî, hêzên siyasî zexta netewî, vîna Kurd ya civakî û raya giştî ya Kurd çêbibe. Pêwîste her tiştê ji biryar û dîtinên partiyên siyasî re neyê hiştin. Divê ronakbîr, hunermend û vîna civakî bandora xwe ya li ser siyasetê bikar bînin. Ji bo di rêya rast de pêngav bên avêtin rolekî beralî û teşwîqê bileyîzin. Di vê wateyê de qasî erk û berpirsyartiya dikeve ser milê siyasetmedaran, di avakirina yeketiya demokratîk ya netewî de ew qas erk û berpirsyartî dikeve ser milê hunermend, ronakbîr, rêxistinên civakî yên sivîl û hêzên civakî yên demokratîk jî. Ger her kes di zanabûna erk û berpirsyartiyên xwe de be û her wiha li ser bingehê berjewendiyên netewî yên demokratîk nîqaş bike û rastiyan derxîne holê û di wê de bibe yek, wê demê pirsgirêk çareser dibe. Bê yeketî dê vegere yeketiyê. Ew jî dê di pêşerojê de gelê Kurd bi vîn û rêxistin bike.”
‘DÊ DI SALA 2013’AN DE TEKOŞÎNA SIYASÎ Û LEŞKERÎ HÎN BÊHTIR TEVLÎHEV BIN’
Kalkan di derbarê sala nû ango 2013’an de jî nirxandin kir û aşkera kir ku, sala 2013’an dê bibe sala şoreşê û ew dê armanca xwe ya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” bigehînin astekî hin bilindtir. Kalkan da zanîn ku, “Sala 2013’an di vê wateyê de dê bibe sala tekoşînekî mezin, dê bibe sala şoreşê. Ez bawer dikim ku ger em bi şêwazekî rast pratîkekî bibandor pêkbînin, dê sala 2013’an bibe sala serkeftinekî mezin. Ez bawer dikim ku, armanca me ya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” dê hînbêhtir bigehînin astek bilind. Bi vê baweriyê ez carek din sala nû ango mîlada hemû gelê me pîroz dikim, di tekoşîna her kesê ku di sala 2013’an de tekoşîna azadî û demokrasiyê dide serkeftinê dixwazîn.”
ANF NEWS AGENCY