1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Dê xweza û çand di Mîhrîcan Kanîspi de li hev bên
Dê xweza û çand di Mîhrîcan Kanîspi de li hev bên,dê,xweza,û,çand,di,mîhrîcan,kanîspi,de,li,hev,bên

Dê xweza û çand di Mîhrîcan Kanîspi de li hev bên

A+ A-

MEHMET DURSUN

WAN (DÎHA) - Navçeya Şaxê ya Wanê amadekariyên 4'emîn Mîhrîcana Kanîspî, Masiya Sorbelek, Guz û Hingiv a ku dê di 31'ê gulanê de bê lidarxistin dike. Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu, diyar kir ku amadekariyên mîhrîcan bi dawî bûn û bi şîara xwedî li dewletmendiyên çandî derbikevin ew hemû gelê Wanê dewetî mîhrîcanê dikin.

Li navçeya Şaxê ya Wanê Mîhrîcana Kanîspî, Masiya Sorbelek, Guz û Hingiv a ku 3 salan ji aliyê şaredarê AKP'î ve dihate lidarxistin vê carê dê Şaredariya BDP'ê di 31'ê gulanê de bi terzekî nû li dar bixe. Di mîhrîcana xweşikbûna xwezayê, hingiv, guz û masiya sorbelek ên navçeyê tên danusandin di mîhrîcana îsal de ligel van dê penîr, nîvişk, sivê, xurmeyên kuvî û reçela guzan û gelek hilberînên din dê bên danisandin . Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu, diyar kir ku amadekariyên mîhrîcanê bi dawî bûn. Bartu, anî ziman ku ew dê mîhrîcana salên borî naveroka wê valalkirin bi çand û xwezayê dabigirin. Bartu, da zanîn ku ji ber pêvajoya pevçûnan a bi salan berdewam kir aktîvîteyên çandî nehatin lidarxistin û mîhrîcan ji bo çandê bide nasîn gelek girîng e.

'Divê hemû kes xwedî li dewlenmendiyên çandî derbikeve'

Bartu, bilêv kir ku hemû amadekariyên mîhrîcana dê li Sulava Kanîspiyê pêk bê bi dawî dibin û ji bo mîhrîcanê dê welatiyan ji Wanê bê pere bînin navçeyê. Bartu, destnîşan kir ku ji hemû saziyên eleqedar re yên navçe û bajar re dewetname şandin. Bartu, diyar kir ku divê hemû kes xwedî li dewlemendiyên çandî derbikeve. Bartu, anî ziman ku dê mîhrîcan di 31'ê gulanê de bê lidarxistin û Seyda Perînçek û Kadîr Çat û gelek hunermendên din jî dê tevlî bibin û hemû gelê Wanê dewetî mîhrîcanê kir.

(bd)