Dêra Axdermanê dikeve Lîsteya UNESCO
HULYA EMEÇ
WAN (DÎHA) - Dêra Axdermanê ya li Girava Axdermanê ji bo ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cih bigire serlêdan hate kirin. Ji bo dêr di lîsteyê de bê qebûlkirin ji 10 krîteran 6 krîteran pêktîne û tê gotin ku dê teqez bikeve lîsteyê.
Midûriyeta Bajar a Turîzmê û Çandê ya Wanê ji bo Dêra Axdermanê di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO cih bigire bi fermî serî li Midûriyeta Giştî ya Muzeyan da. Dêra Axdermanê ku li Girava Axdermanê ya li navçeya Westanê ye, Piştî Zayînê di navbera salên 915-921'an de li ser navê Xaça Pîroz ji aliyê 1'emîn Qralê Vaspurakan ve bi Keşe Manuel ve hate çêkirin. Dêr bi hunera serdema navîn a ermeniyan hate çêkirin û dêr ji kevirên sor ên andezît hatiye çêkirin û nexweşên nebat û sewalan hatine çêkirin.
Dêra Axdermanê her sal ji aliyê hezaran turîstan ve tê ziyaretkirin piştî 95 sal şunda di 19'ê îlona 2010'an de ji îbadetê re hate vekirin. Midûrê Bajar ê Turîzm û Çandê Muzaffer Aktug serlêdana ji bo Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê nirxand û diyar kir ku ji bo Dêra Axdermanê di lîsteya mîrateyên cîhanê de cih bigire bi Midûriyeta Giştî ya Muzeyên Berhemên Çandî ya Wezareta Turîzm û Çandê amadekarî kirin û wiha got: "Ji bo berhemekî dîrokî bikeve Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih bigire divê 10 krîterên wê hebin. Me li ser vê yekê xebat meşandin û ji ber Dêra Axdermanê wan krîteran pêk tîne, me serlêdan kir."
Axderman ji bo ku di lîsteyê de cih bigire gelek taybetiyan hildigire
Aktug, anî ziman ku Dêra Axtamara ji bo ku di lîsteyê de cih bigire ji 10 krîteran 6 krîteran pêktîne û ji ber ku dêr krîterên UNESCO'yê piranî pêktîne di meha hezîranê de serlêdan kirin. Aktug, da zanîn ku 175 welat endamên UNESCO'yê ne û berhem ji aliyê nûnerên 21 welatan ve digirin lîsteyê û wiha axivî: "Di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de 13 berhemên dîrokî yên Tirkiyeyê hene. Di lîsteya mîrateyan de Mizgefta Selîmiye ya li Edîren û Kapadokya ya li Pamukkale cih digirin. Em dixwazin Dêra Axdermanê jî cih bigire. Ji bo ku berhem di lîsteyê de cih bigire ji 10 krîteran yek jî pêk bê bes e."
'Jixwe di lîsteya demî de cih digire'
Aktug, bilêv kir ku dêr hem di aliyê olî de hem jî di aliyê avahîsaziyê de nûnertiya kevneşopiya olî dike û wiha pê de çû: “Li Dêra Axdermanê her sal di meha îlonê de ji aliyê Patrîgê Stenbolê ve ayîna navneteweyî tê kirin. Ji ber vê yekê Dêra Axdermanê ji bo bawerî û kevneşopiyê berhemekî zîndî ye. Dêra me berê di lîsteya demî ya UNESCO de cih digire. Em li bendêne ku di lîsteya bingehî de cih bigire. Heke UNESCO dêrê bigire lîsteyê dê ji aliyê UNESCO ve dê bê parastin. Wan di aliyê berhemên dîrokî de gelek dewletmend e. Tenê Dêra Axdermanê na Qelheya Wanê jî berhemek dîrokî ye. Heke Dêra Axdermanê bigirin lîsteyê dê ji bo Qelheya Wanê xebatan bikin."
(bd)