Dêrika Hemko jî azad e!..
Rêveberiya Dêrika Hemko jî ket destê Kurdan
ANFFLASH / 14:49 / 21 Tîrmeh 2012 Dêrka Hemko - Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, piştî Kabonê û Efrînê jî dest danî ser hemû dezgeh û saziyên bajarê Dêrka Hemko.
Hat ragihandin ku îro danê sibê, gelê Kurd li Dêrka Hemko dest danîn ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêvegerî xistin destê xwe. Hat ragihandin ku tevî şaredarî gelek sazî û dezgehên dewletê yên li bajêr ketine destê gel û aloziya li bajêr berdewam dike.
Kurdan piştî Kobaniyê, rêveberiya Efrînê jî duh bi dest xistin. Li Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe.
Hêjayê gotinê ye ku Kurdan di 19’ê tîrmehê de bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye.
ANF NEWS AGENCY