Dêrsim Wêran dibe û vala dibe!
Bajarê Dêrsimê ku di salên 1937'an de nifûsa wê 165 hezar bû, niha daket 80 hezaran
LEYLA SOGUT Bajarê Dêrsimê ku di salên 1937'an de nifûsa wê 165 hezar bû, niha ji ber şer, pevçûn, operasyonên leşkerî û polîtikayên taybet ên li ser welatiyan hate meşandin, daket 80 hezaran. Bajarê Dêsimê ku bi çiya, çem, rûbar û xwezaya xwe yek ji bajarê herî xweşik û dewlemend e, niha ji ber ku xweza tê wêrankirin, bendav tên avakirin, gund tên valakirin û çavkaniyen jiyanê tên tunekirin. Li gel havîn û zivistan ji bo turîzmê cihekî guncav e jî dîsa bi avakirina HES'an û operasyonên leşkerî dixwazin bajêr vala bikin. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Dêrsimê Yusuf Cengiz, diyar kir ku nêviya erdnîgariya Dêrsimê di bin ava bendavan de dimîne û wiha got: "Navenda bajar jî di bin avê de tê hiştin. Ger ku hemû bajarên bingehê wan li Dêrsimê tê avêtin têkevin meriyetê dê piraniya Dêrsimê di bin avê de bimîne.
Bajarê Dêrsimê ku bi çand, bîr û bawerî, xweza, erdnîgarî û avhewaya xwe bajarekî taybet e û warê tûrîzmê ye, ji ber şer û pevçûnên li herêmê tê meşandin û polîtikayên taybet ên wekî avakirina bendav û HES'an tên pêşxistin herêm ji mirovan tê valakirin. Herêm bi polîtîkayên taybet bê mirov tên hiştin. Bajarê ku bi çavkaniyên xwe yê jiyanê û nebat û berhemên xwe warê jiyanê û dîrokê ye, li herêmê li aliyekî bendav tên avakirin û warên dîrokî, çandî û qadên berhemê di bin çavê de tên hiştin û wêran dibin. Li aliyê din bê navber operasyonên leşkerî tên meşandin, bombeyên kîmyewî tên bikar anîn, daristan tên şewitandin û gund tên valakirin. Xweza wêran dibe û talan dibe. Bi wêrankirina xwezayê û derdorê re çand, bîr û bawerî jî tune dibe.
Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, anî ziman ku wekî şaredariyê ji bo dewlemendiya xweza û çavkaniya jiyanê biparêzin û dewlemendiya çavkaniya jiyanêxin bal û ferqa her kesî di nava hewldanan deye. Şahîn, anî ziman ku bi van bendav û HES'ên ku li herêmê tên avakirin armanc dikin ku xwezayê wêran bikin û Dêrsimê bê mirav bihêlin. Şahîn, da zanîn ku Dêrsim ji ber Sersoriyê qada bawerî û turîzmê ye û wiha got: "Li aliyekî bi avakirina bendavan xweza wêran dibe, li aliyê din bi operasyonên leykerî xweza wêran dibe û talan dibe. Bi taybeti şer û operasyonên li Dêrsimê tên meşandin dibe sedema valakirina Bajar. Polîtîkayên taybet li ser Dêrsimê tên meşandin. Bi şewata daristana qadên bawerî û çanda me tên şewitandin. Bi bendavan warên pîroz di bin avê de tên hiştin û her der wêran dibe.
Şahîn, da zanîn ku çanda Sersoriyê olê xwezayê ye û elewî bi xwezayê re dibin yek.
'Mayin û operasyon turîzma bajar talan dike'
Şahîn, da zanîn ku operasyonên leşkerî yên herêmê xwezayê wêran dikin û mayinên ku li herêmê hatine çandin astengiyek mezin e. Şahîn, bilêv kir ku operasyonên leşkerî çavkaniya aborî û tûrîzmê dihejîne û dibe sedema koçberiyê.
Nifûsa Dêrsimê nêvî nêvî kêm bû
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Dêrsimê Yusuf Cengiz jî diyar kir ku nêviya erdnîgariya Dêrsimê di bin ava bendavan de dimîne û wiha got: "Navenda bajar jî di bin avê de tê hiştin. Ger ku hemû bajarên bingehê wan li Dêrsimê tê avêtin têkevin meriyetê dê piraniya Dêrsimê di bin avê de bimîne. Li Dêrsimê li bilindahiya 2 hezar û 2 hezar û 500 metre çiya jî daristan heye. Li Pilûmoriya û Mûnzûrê xwezayek gelek dewlemend û xweşik heye. Li malên çiyê jiyan pir xweş û asayî ye. Li ava çemê Munzurê spora raftingê jî tê kirin. Ji bo jiyan û turîzmê bajarekî taybet e. lê ji ber polîtîkayên taybet operasyon leşkerî û bendavan herêm wêran dibe û talan dibe. Dîsa li gelek cihan warên bîr û baweriyê û tûrîzma çand û bawriyê pêş ketiye. Bajarê Dêrsimê di sala 1937'an de nifûsa wê 165 hezar bû. Lê niha nefûsa wê daketiye 80 hezaran. "
Cengîz, destnîşan kir ku Dêrsim hem ji aliyê turîzma zivistanî û hem jî ji aliyê turîzma havînê ve pir guncav û dewlemend e û wiha berdewa kir. Lê mixabin ji ber ku xweza tê wêrankirn û razemenî nayê kirin li herêmê turîzm pêş nakeve.
'Damarên jiyanê yên Dêrsimê tên qutkirin'
Çengîz bilê kir ku li Dêrsimê 23 bendav û HES tên avakirin û ev bendav û HES'ên tên avakirin damarê jiyanê qut dikin. Çengîz, da zanîn ku Geliyê Munzûrê û Pilûrê hem dewlenendiya Dêrsimê û hem jî dewmenediya Tirkiyeyê ye. Dixwazin bi van bendavan Dêrsime ji ser nexşeyê paqij bikin. Ger ku ev bendav têkevin meriyêtê dê hemû damarê jiyanê yên Dêrsimê qut bibin."
Cengîz, da zanîn ku pirsgirêk bi operasyon û tundiyê çareser nabe û xwest hikûmet li şûna van rêbazan rêbazên demokratîk û gavên çareseriyê bavêje.
(mae)